حركة المجتمع الديمقراطي

Dalya Henan: Berî ku komkujî pêk werin divê tecrîd rabe

7,543

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Dalya Henan diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyên mezin divê yekser dengê çalakgerên greva birçîbûnê û çalakgerên di rojiya mirinê de bê bihîstin û tecrîd bê rakirin.

Bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dewam dikin û roj bi roj hejmara çalakgeran zêdetir dibe û xetereya rewşa tenduristiya çalakgeran jî roj bi roj bilindtir dibe.

‘Çalakiya Leyla Guven ji bo yekitiya jinên Rojhilata Navîn perspektîf e’

Dalya Henan anî ziman ku di encama çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate kirin. Dalya Henan diyar kir ku berxwedana çalakger Leyla Guven a pîroz e, ku di meşa jinan de gelek guhertinên girîng çêkirin û got: “Pêşengiya Leyla Guven ji bo gelê Rojhilata Navîn hişyarbûnek ava kir. Bi têkoşîn û çalakiya Leyla Guven projeya rêber Apo ya azadiya jinan berdewam dike û roj bi roj bi ser dikeve. Di heman demê de ev çalakî ji bo yekitiya jinên Rojhilata Navîn perspektîf e.”

Dalya Henan bi bîr xist ku di dîrokê de pêvajoyên xeternak her tim bi çalakiyên jinan guherîne û got: “Leyla Guven jî mohra xwe li dîrokê xist. Planên dijmin ên li dijî vîna azad bersiveke xurt nîşan da. Leyla Guven bû mînaka jinên azad û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ser xeta Leylayan dimeşin.”

‘Êrîşên li ser dayikên laçikspî dijberiya aştiyê ye’

Dalya Henan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim vîna jinan hedef digire û got: “Li dijî têkoşîna jinan bi hovîtî êrîşî jinan û gel dike. Êrîşkirina li laçikên spî yên dayîkan, encama neqabûlkirina têkoşîna jinan û dijberiya aştiyê ye. Zexta ku li ser hest û çalakiyên dayikan tê kirin, nayê qebûlkirin. Zarokên wan dayikan li ber çavên wan dihelin û bila kes nebejê dayik çima li qadan in. Bi van çalakiyan re li hember desthilatdariya heyî sekna azad bi pêş dikeve. Her çi qas dewleta Tirk bi hovîtî êrîşî çalakgeran dike, ew qas tevlêbûn xurt dibe. Cihê berxwedanê lê heye, encam jî tê girtin.”

Dalya Henan di dawiyê de destnîşan kir ku ji rewşa çalakgeran hemû saziyên mafên mirovan berpirsyar in û got: “Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin şirîkên hovîtiya dewleta Tirk. Kiryarên dewleta Tirk a dagirker li ser çar parçeyên Kurdistanê re pîvanên hiqûqî derbas kiriye. Divê dewletên navneteweyî ji bêdengiya xwe derkevin û bi erkên xwe rabin. Her wiha ji bo pêşîgirtina komkujiyên mezin divê yekser dengê çalakgerên grevên birçîbûnê bê bihîstin û tecrîd bê rakirin. Ji rewşa çalakgeran hemû saziyên mafên mirovan berpirs in.”