حركة المجتمع الديمقراطي

El-Xalid: Diyaloga Sûrî rê li pêşiya mudexeleyên derve digire

7,731

Şêwirmendê siyasî û qanûnî yê Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê Elaedîn El-Xalid got, diyaloga Sûrî-Sûrî misogerê vedîtina nêrînek hevpar ji bo çareseriyeke siyasî, aştiyane û niştîmanî ya aloziya Sûriyê ye û ew dê bibe çareseriya bi dawîkirina berjewendiyên dewletan li Idlibê.

Şêwirmendê siyasî û qanûnî yê Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk ya Sûrî Elaedîn El-Xalid pêwîstiya rêgirtina li pêşiya mudexeleyên derve di karûbarên Sûriyê de teqez kir. Her wiha destnîşan kir ku diyaloga Sûrî-Sûrî misogerê vedîtina çareseriya aloziya Sûriyê û bidawîkirina rola dewletên derve di Sûriyê de ye.

El-Xalid wiha got: “Her dewletek ku mudexeleya Sûriyê dike ji bo parastina berjewendiyên xwe tevdigerin. Ev jî prosesa vedîtina çareseriya aloziya Sûriyê dereng dike. Her wiha di navbera wan dewletan de dijminahiyek dîrokî heye mîna Amerîka, Rûsya û Îranê, ev jî nakokiyê girêktir dike.”

Nakokiyên dewletên misogerker sedema têkçûna Astanayê

Têkildarî lihevkirinên dewletên misogerker girêdayî herêmên bêçek El-Xalid got: “Li gorî lihevkirina Astanayê ya dawîn, divê Tirkiyê tevahî komên terorîst ji Idlibê derxîne. Lê siyasetên navdewletî û lîstoka  berjewendiyên navdewletî di navbera dewletên misogerker de rastî nakokiyên di navbera Rûsya û Îranê de hatin û Tirkiyê jî di vê dawiyê de bi awayekî eşkere diyar bû.”

El-Xalid destnîşan kir ku gelek civîn dualî di navbera serokê Rûsyayê Pûtîn û serokê Tirkiyê Erdogan de bi neamadebûna Îranê li dar ketine. Tevahiya lihevkirinên Rûsya, Tirkiyê û Îranê têk çûn, ji ber ku civîn tenê di navbera 3 dewletan de sînordar bû.

Têkildarî rola Tirkiyê li Ildibê, El-Xalid got, Tirkiyê nikare komên xwe yên terorîst ji Idlibê bikşîne û wiha domand: “Gelek sedemên bêdengiya Tirkiyê li hember êrîş û operasyonên Rejîma Sûriyê û Rûsyayê li dijî Idlibê hene. Ya yekê derketina hindek komên çekdar ji bin kontrola Tirkiyê, paşdeçûna aboriya wê û windakirina hilbijartinên herêmî di mezintirîn bajarê Tirkiyê de.”

Girêdayî nakokiyên di navbera Îran û Rûsyayê de li Sûriyê, El-Xalid ev tişt got: “Rûsya zextê li Îranê dike da ku ji Sûriyê derkeve. Tirkiyê jî bi hindek dewletan re bi awayekî eşkere û veşartî nakok e. Tirkiyê li hember kirîna pergala moşekên S400 û balafirên Amerîkayê de şaş maye çêbike.”

Diyaloga Sûrî-Sûrî miosgeriya rêgirtina li pêşiya mudexeleyên derve ye

El-Xalid pêwîstiya amadekirina atmosferek guncew ji diyaloga Sûrî-Sûrî re bi tevlibûna tevahî çînên civakê, ji bo diyarkirina çaranûsa welêt dûrî midexeleyên derve teqez kir û got: “Derengxistina çareseriya aloziya Sûriyê û belavkirina tevliheviyê di navbera civaka Sûrî de ji berjewendiyên wan dewletan e. ”

Di dawiyê de şêwirmendê siyasî û qanûnî yê Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûrî Elaedîn El-Xalid got: “Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, diyaloga Sûrî-Sûrî û nêrînek hevpar pêwîst dike. Ji ber wê divê zemînek ji bo çareseriyek siyaî, aştiyane û niştîmanî giştî were avakirin û tê de tevahiya pêkhateyên Sûriyê beşdar bin. Her wiha divê nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser tev li diyalogên Sûrî avaker bibin û pêwîste ev diyalog li ser xaka Sûriyê be.”

Cav kani ANHA