حركة المجتمع الديمقراطي

Kongreya Star, 8’ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kir

5,968

Kongreya Star 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Em di kesayeta serkeftinên YPJ û YJŞ’ê de li dijî taritî û faşîzma DAIŞ’ê, 8’ê Adara 2019’an pêşwazî dikin. Em berxwedêr in, em bi rûmet in.”

Kongreya Star bi dirûşma “Bi pêşengiya Leylayan em ê têkoşînê bilind bikin û bi rêber Apo re azad bijîn” bi peyamekê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir.

Peyama Kongreya Star wiha ye:

“Dîrok her tim di lêgerîna rastiyan de civak û kesan digire nava xwe. Wekî roj û heyvê diyar e ku kes û civaka rast tê wateya dîroka rast û jiyana rast. Ji ber vê dîrok her tim ji du alî ve wek ronahî û tarî , rast û şaş, azadî û koletî pêk tê. Lewre dîrok di navbera têkoşîna mirovên baş û mirovên xerab de tê nivîsandin. Di 8’ê Adarê de jî jinan di qadên siyasî, civakî, kesayetî, xweparastin, exlaq û estetîkê de li dijî koledarî û mêtîngeriyê dîrok nivîsand. Heqîqet tu car xwe şaş nake, ne tê xapandin ne jî dixapîne. 8’ê Adarê jî heqîqeta jinên azad e. Ji Înana heya Amazonan, ji Meryem heya Fatma, ji Hurrem heya Olimpia De Guaes, ji Jan Darc heya Zarîfe û Leyla Qasim, ji Rosa Luxsemburg heya Sakîne Cansiz rastiya jinan ne tê xapandin ne jî dixapîne.

Wê sedsala 21’an bibe sedsala azadiya jinan û azadiya gelan. Zilamên serdest û siyaseta wan a faşîst li dijî jinan qirkirinan pêk tîne. Li Hindistanê tecawiz, li Çînê qirkirina keçên di zikê dayîkên xwe de, li Rojhilata Navîn revandin û kolekirina jinan, li Afrîkayê kuştin û kedxwariya li ser jinan her çi qas berbiçav be, lê li tevahiya cîhanê bi êrîşên hovane destdayîna li ser beden, ked û azadiya jinan pêk tê.

Heta ku beden û rihê jinê nekeve bin destê desthilatdaran û dagirkeran, civak nayê dagirkirin. Hemû şêwazên desthilatdarî, kedxwarî û dagirkerîyê bi zilamê serdest re bi pêş dikeve. Ji ber vê jî azadiya jin, civak û gelan her tim di zik hev de ye û bi hev ve girêdayî ye. Lewre jî serdest he rtim jin-civak-gel wekhev dibîne û bi heman şêweyan dike kole. Hêzên hegemonîk û DAIŞ’ê bi îdeolojiya baviksalar û zayendperest êrîşî jin û gelan kir. Ji ber ku sedsala 21’an sedsala azadiya jin û civakê bû, lewre desthilatdariyê bi awayekî vekirî êrîşî jin û gelan kir. Revandina jinên êzidî, êrîşên li ser Rojava, li Nijeryayê Boko Haram, li hemû cîhanê zêdebûna tecawiz û kuştina jinan êrîşên yekdest û yeknavendî ne. Ji bo ku azadiya jin û gelan a sedsala 21’ê bi bin bixin, statuya wan hilweşînin û pergala xwe ya desthilatdar biparêzin, şerekî wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rêxistin kirin. Navenda van êrîşên hegemonîk TC û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bû. TC û Erdogan ji bo statukoya parçebûna Kurdistanê biparêzin siyaseta qirkirinê esas girt û ji ber vê jî bi her awayê hov, faşîst û zilamtî xwe bi rêxistin kirin. Îslama radîkal û DAIŞ di encama vê tiştê de derketin holê. Êrîşên li ser Rojava, tecrîda li ser rêber Apo, faşîzma li Bakurê Kurdistanê pêk tê û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, bi vê yekê ve girêdayî ne.

Tecrîda li ser rêber Apo polîtîkayeke navnetewî ye; hêzên hegemonîk alternatîfa xeta neteweya demokratîk û şoreşa wî li hemberî xwe serkeftî dît û ji ber ku li Rojhilata Navîn û cîhanê pêşî li şoreşa neteweya demokratîk bigire konsepteke navneteweyî bi tecrîda girankirî xist meriyetê. Yên ku statukoya Lozanê diparêzin û dixwazin pergala modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn ji nû ve saz bikin, di tecrîda Îmraliyê de li hev kir. Van hêzên destpêkê DAIŞ li hemberî xeta neteweya demokratîk û azadiya jinan derxistin. Dema rêbaza DAIŞ’ê bi bin ket, ji bo fetisandina şoreşê tecrîd dan destpêkirin. Tecrîd tê wateya ku azadiya jinan, azadiya neteweyên demokratîk û berxwedanê lîberalîze bikin û di sîstema xwe de bihelînin. Ji ber vê jî tecrîd şerekî îdeolojîk, exlaqî, polîtîk, kesayetî û jiyanî ye.

Di vê rastiyê de têkoşîna jinên Kurd ne normal e, heta rewşeke awarte di xwe de dihewîne. Ev rewşa awarte çi ye? Berxwedana Leyla Guven û berxwedana YPJ’ê destwerdana pergala hegemonîk dike. Hesab û planên dagirkeriya hegemonîk di her alî de xirab dike, îrade û însiyafîfa şoreşê nîşan dike. Ev tê wateya ku têkoşîna azadiya jinan ji têgihîna reform û pergala rehabîlîtekirinê derdixin û pergala hegemonîk dihejînin. Yanî jiyanê ji nû ve pênase dikin û jiyana rast nîşan didin. Yanî dîrokê dîsa civak û kesayeta xwe dît. Leylayan dîrok dît û dîrokê Leyla dîtin. Tu kes nikare gihandina hev ya jin û dîrokê asteng bike. Lewre benda koletiyê şikiya û çemê azadiyê herikî.

Lê xetere ji her demê zêdetir e; faşîzm û DAIŞ hêza xwe ji hişmendiya zayendperestiya civakî û ji zilamtiya serdest digirin. Ji ber vê jî hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Culemêrgê birêz Leyla Guven û bi sedan şoreşger li dijî faşîzmê di berxwedana greva birçîbûnê de ne. Ev çalakî heqîqeta “Heya rêber Apo û Kurdistan azad nebin, tu kes azad nabe” nîşan dide. Em jinên Kurd û hemû jinên gelan “Bi pêşengiya Leylayan em ê têkoşînê bilind bikin û bi rêber Apo re azad bijîn.”

Em di kesayeta serkeftinên YPJ û YJŞ’ê de li dijî taritî û faşîzma DAIŞ’ê 8’ê Adara 2019’an pêşwazî dikin. Em berxwedêr in! Em bi rûmet in!

Li ser vî esasî banga me li hemû jinan e ku heya tecrîd hilweşe û azadî bi ser bikeve rabin ser pêyan, nesekinin û ala têkoşînê bilind bikin.

Di van rojên ku têkçûna DAIŞ’ê ya leşkeri îlan dibe, em li ser vê axa Rojava bang li hemû jinên cîhanê dikin ku ‘Mizgîniya têkoşîna jinan a fikrî, civakî û şerê xweparastinê  zilma serdest ya DAIŞ’ê bi bin xist. YPJ û YJŞ pêşengiya azadiya jinan ya sedsala 21’emîn kirin. Ji ber vê jî Rojava ax û welatê jinên cîhanê hemûyan e. Lewre em rih û hêza xwe ji azadî û têkoşîna jinên cîhanê digirin. Carinan li Parîsê jinek li pişt barîqatan, carinan jinên femînîst bi wêrekî dimeşin li ser giyotînê, carinan jineke Afrîkayî zincîrên koletiyê parçe parçe dike, carinan proleterên jin ên şoreşa Cotmehê, carinan jineke viyetnamî, carinan hemû jinên cîhanê bi hev re. Em soz didin ku dê dagirkeriya li ser Kurdistanê û dagirkeriya li ser hemû gelên cîhanê bi têkoşîna jinan bi bin bikevin. Em soz didin ku heya jina kuştî ya dawî, heya jina birçî ya dawî, heya jina kole ya herî dawî, jina ku tê tecawizkirin a herî dawî, jina ku keda wê tê dizîn a herî dawî azad bibe, em ê têkoşînê bidomînin.

Em jinên cîhanê çi serbilind in ku 8’ê Adarê nûjen dikin û hemû rojan dikin 8’ê Adarê. Bi van wateyan roja têkoşîn û roja jinên kedkar, 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.

Bijî 8’ê Adarê, bijî têkoşîna azadiya jinan.”