حركة المجتمع الديمقراطي

DAIŞ, opozîsyon, Tirkiye û ketina Mûsilê… rastiyên ku DAIŞ eşkere dike – 3

6,865

Çete Adil ku ji aliyê MÎT`a Tirk ve hate girtin û radestî DAIŞ`ê hate kirin, ji ANHA`yê re behsa hevpeymana dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê ya berdana 49 welatiyên Tirk li beramberî radestkirina 200 kesên biyanî kir.

Adil Restam Madrakhimov li Ozbekistanê sala 1961`an hatiye dinyayê. Sala 2014`an, tevî keça xwe ya 6 salî derbasî bajarê Konya yê Tirkiyê dibe da ku li wir kar bike.

Piştî 3 mehan, dema vîzeya ya ku dewleta Tirk dabû Madrakhimov bi dawî bû, wî vîzeya xwe nû nekir, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê jî tevî keça wî, ew girtin û du mehan li Konyayê xistin zindanê.

Detayên dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ`ê ve

9 Hezîrana 2014`an, çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Mûsilê kir. Roja din anku 10`ê Hezîranê DAIŞ`ê tevahiya Mûsilê dagir kir. Ji aliyekî din ve jî dema çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de êrîşî Kobanê kir, dewleta Tirk di 17`ê Îlonê de tank û çek li gundê Silîpqiran ê rojhilatê bajarê Kobanê dan çeteyên DAIŞ`ê. Roja 20`ê Îlonê ya heman salê çeteyên DAIŞ`ê 49 welatiyên Tirk ku li balyozxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê girtibûn, serbest berdan. Erdogan wekî her carê, îdia kir ku wan bi operasyoneke îstixbaratê welatiyên xwe rizgar kirin. Lê çeteyên DAIŞ`ê ew di deriyê Girê Spî re radestî hikumeta Tirkiyê kirin. Her wiha hikumeta Iraqê jî piştrast kir ku balyozxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê destê xwe di ketina Mûsilê de hebû.

Der barê vê mijarê û çawayîna tevlêbûna nava DAIŞ`ê de, çete Adil Restam Madrakhimov ji ANHA`yê re axivî.

Çete Madrakhimov got piştî du mehan ji zindanê, hêzên ewlehiya Tirkiyê ew radestî îstixbarata Tirkiyê ango MÎT`ê kir û wiha dewam kir: “Îstixbarata Tirkiyê ez û keça min bêyî ku em zanibin diçin ku derê, em xistin erebeyekê û bi rê ketin. Piştre, em gihîştin deriyê sînor ê Girê Spî ku wê demê di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê de bû. Îstixbarata Tirkiyê em radestî DAIŞ`ê kirin. Piştî ku em hatin radestkirin, min fêm kir ku hevpeyman di navbera Tirkiye û DAIŞ`ê de heye.”

Adil Madrakhimov teqez kir ku MÎT’ê 200 kesên biyanî ku serdana Tirkiyê dikirin, ew revandin û li bajarên Tirkiyê li gel xwe hiştin û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk li hemberî berdana 49 welatiyên xwe yên ku DAIŞ`ê li balyozxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê girtibûn, ew kesên biyanî ku hejmara wan 200 bû, radestî Tirkiyê kirin.”

Operasyona guhartina di navbera welatiyên Tirk û kesên biyanî de, bi serpereştiya îstixbarata Tirk MÎT’ê û serçeteyê DAIŞ`ê Turmiz El-Kurdî pêk hat. Çeteyên DAIŞ`ê kesên biyanî li mêvanxaneyeke li Girê Spî bi cih dike.

Adil Madrakhimov anî ziman ku dema ew li mêvanxaneyê bûn, hemwelatiyekî ji Daxistanê dît û wiha got:” Welatiyê Daxistanê jî got dema ew li balafirgeha Stenbolê yekser daket, îstixbarata Tirkiyê yekser ew girt û radesetî çeteyên DAIŞ`ê kir.”

Hevjîna Madrakhimov jî bi rêya Tirkiyê derbasî nava DAIŞ`ê dibe

Adil Madrakhimov çar caran hewl da birêve da ku vegere welatê xwe, lê çeteyên DAIŞ`ê her çar caran jî nehişt û ew dikirin zindanê. Keça Madrakhimov pir israr dike ku dayika xwe bibîne, herî dawî Madrakhimov nikaribû ji nava DAIŞ`ê derkeve, lewre ji hevjîna xwe xwest ku were Tirkiyê û ji wir jî bi rêya “Buroya El-Muhacirîn” a taybet bi çeteyên DAIŞ`ê, derbasî Sûriyê bibe.

Hevjîna Madrakhimov daxwaza wî erê dike û derbasî Tirkiyê dibe. Piştre, hevjîna wî serdana “Buroya El-Muhacirîn” a çeteyên DAIŞ`ê li Tirkiyê dike da ku wê derbasî Sûriyê bikin. Buroya El-Muhacirîn hevjîna Adil dibe mêvanxaneyeke taybet a jinên DAIŞ`ê. Madrakhimov bi hevjîna xwe re diaxive û hevjîna wî ji wî re dibêje gelek jinên biyanî jî li gel wê hene.

Piştî ku hevjînên DAIŞ`iyan ên li Stenbolê ji hevjîna Madrakhimov re rastiya hovîtiya DAIŞ`ê dibêjin, hevjîna wî biryarê dide ku neçe Sûriyê û ji Stenbolê careke din vedigere welatê xwe.

Madrakhimov xwe radestî QSD`ê dike

Piştî ku MIT`a Tirk di Îlona sala 2014`an derbasî Sûriyê dike, çete Adil berê xwe dide Reqayê. Piştî ku şervanên QSD`ê hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê sala 2017`an didin destpêkirin, çete Adil berê xwe dide El-Meyadîn. Lê ji ber topbarana rejîma Sûriyê, berê xwe dide bajaroka Hecînê ya girêdayî bejahiya Dêrazorê.

Di dawiya sala 2018`an de, çete Adil Restam tevî keça xwe, xwe radestî şervanên QSD`ê dikin.

CAVKANÎ:ANHA