Dîbo di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku MSD ji roja hatiye damezirandin ve gavên girîng ji bo xurtkirina diyalogên Sûrî-Sûrî avêtin û teqez kir ku diyalogên navxweyî tekane rêya rast û durist a çareserkirina aloziya Sûriyê bi rengekî siyasî ne.

Di demeke nêzîk de komxebata sêyemîn a diyalogên Sûrî-Sûrî

Sîhanok Dîbo, bi bîr xist ku sala derbasbûyî li navçeya Eyn Îsa 2 komxebatên diyalogên navxweyî pêk hatin û wiha domand: “Di demên nêzîk de em ê komxebata sêyemîn a danûstandinên Sûrî-Sûrî li dar bixin. Komxebata bê, dê li ser 2 xalên sereke be. Xala yekemîn, mijara destûr û diyarkirina rêgezên bingehîn ên destûra siberoja Sûriyê ye, ev destûr divê li gorî daxwazên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê be û ji aliyê hemû pêkhateyan ve were qebûlkirin, her wiha divê demokratîk û nenavendî be. Xala din jî dê girêdayî nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê û mekanîzmaya guhertina ber bi demokrasiyê ve be.”

Sîhanok Dîbo her wiha got: “Têkiliyên me bi hemû aliyên opozîsyonê re, opozîsyona derve û ya hundirîn, partî û tevgerên niştîmanî yên bi çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bawer in, hene. Têkilî bi rêya komîteya şopandinê tê meşandin.”

Dîbo, di nava gotinên xwe de diyar kir ku çareserkirina aloziyê divê li gorî daneyên ku hemû pêkhateyên Sûriyê di danûstandinên Sûr-Sûrî de li hev kiribin û di bin garantiya Neteweyên Yekbûyî (NY) be û wiha dewam kir: “Bi vê yekê em dikarin çareseriyê ji aloziyê re peyda bikin. Civînên Cinêv û Astanayê nekarî çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bînin.”

Sîhanok Dîbo bal kişand ser ku a hevbeş di navbera hemû civînên Cinêv û Astanayê de ew bû ku aliyê herî aktîf li ser erdê ku MSD ji civînan hate dûrxistin û ev tişt got: “Piştî her civînekê heger Cinêv be yan jî Astana, em dibînin ku alozî kûrtir dibe, hemû biryar û wesiyetên ku di civînan de têne girtin, tersî wan pêk tê.”

‘Guhertina li Sûriyê xwe dispêre 4 lingên sereke’

Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD‘ê Sîhanok Dîbo bal kişand ser ku guhertina li Sûriyê xwe dispêre 4 lingên sereke û wiha dom da axaftina xwe: “Divê rêxistinên terorîst werin tunekirin û jêdera desteka wan a madî û fikrî ji holê werin rakirin. Di heman demê de divê rêgezên sereke yên destûra Sûriyê werin diyarkirin, divê bibe “Komara Sûriyê” bêyî ku sifeta neteweyî yan olî lê were zêdekirin, her wiha divê nenavendîbûyîna demokratîk ku modela wê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, were pêkanîn.”

Der barê daxuyaniyên rayedarên Rûs ên beşdarkirina gelê Kurd di çareserkirina aloziya Sûriyê de, Dîbo ev daxuyanî “erênî” nirxandin û wiha lê zêde kir: “Heger ev daxuyanî li erdê pêk neyên dê gelek pirsan derxe, wekî hêzên herî bibandor di çareserkirina aloziya Sûriyê de ku firehiyeke mezin ji Sûriyê bi rê ve dibin, di civînên çareserkirina aloziyê de nehatin beşdarkirin.”

Sîhanok Dîbo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku peymana Edeneyê ya herî nebaş e ji dîroka serxwebûna Sûriyê heta niha û wiha got: “Tu peymanên ewlehiyê ku ji bo demeke dirêj û heta hetayê werin nivîsandin, tune ne. Bi taybet di demên dawîn de ji aloziya Sûriyê de em dibînin ku Tirkiye gefan li Sûriyê û tevahiya herêmên Rojhilata Navîn dixwe.”

cavkanî:ANHA