حركة المجتمع الديمقراطي

Li Tirkiyê komên taybet ên DAIŞ`ê hene-2

9,867

Çeteyê bi navê Emre Ozanoglu komên taybet ên çeteyên DAIŞ`ê ku li bajarê Tirkiyê kar dikin, da ku propagandaya rêxistina terorîst bikin û çeteyên biyanî derbasî nava Sûriyê bikin, eşkere kirin.

Emre Ozanoglu sala 1991`an li paytexeta Tirkiyê Enqeeyê hatiye dinyayê. Emre di bazirganiya telefonan de li Tirkiyê kar dikir. Emre bi rêya hevalên xwe ku propagandaya DAIŞ`ê dikir, DAIŞ nas kir. Di dawiya sala 2014`an de berê xwe dide Sûriyê û tev li DAIŞ`ê bibe. Lê balkêş bû  ku ne Emre biyara çûyîna ber bi Sûriyê ve dide, bavê wî Rifet, biryara çûyîna wî û hevjîna wî Başak ber bi Sûriyê ve dide da ku tev li DAIŞ`ê bibin.

Gelek kom ji bo propagandaya DAIŞ`ê li Enqereyê kar dikin

Di nûçeyên ku berê hatin weşandin de, komên ku li Tirkiyê propagandaya DAIŞ`ê dikin, hatin eşkerekirin. Emre Ozanoglu ku çeteyekî DAIŞ`ê ye, ew û hevjîna xwe, xwe radestî QSD`aê kirin, ev yek teqez kir û wiha got: “Li Enqereyê, kesek bi navê Selahedîn hebû. Erka wî propagandaya ji bo tevlêbûna DAIŞ û derbaskirina kesên biyanî yên ku tev li DAIŞ`ê bûne, li nava Sûriyê bû.”

Emre Ozanoglu da zanîn ku ew zêde agahiyan li ser Selahedîn nizane, ji ber bavê wî bi Selahedîn re koordîne dike. Her wiha Emre Ozanoglu navê koordînasyonê giştî li Enqereyê û yek ji serokên komên ku propagandaya DAIŞ`ê li Tirkiyê dikir Kamîl Nuhoglu anî ziman. Çete Kamîl Nuhoglu di pêngava QSD`ê ya rizgarkirina Reqayê de hate kuştin.

Çûyîna ber bi Sûriyê ve

Selahedîn erebeyekê ji Emre Ozanoglu, hevjîna wî Bişaq û bavê wî Rifet re bi rê dike da ku biçin Sûriyê. Di erebeyê de jî, malbata Tah û malbata Mihsin jî hebûn. Emre got navê ajokarê erebeyê jî Terzî Ehmed bû.

Di rê de, cendirmeyên Tirkiyê erebeya wan disekinîne. Cendirme nasnameyên hemûyan dixwaze, lê Terzî Ehmed ew tenê ji erebeyê dadikeve û derdora 15 deqeyan bi cendirme re diaxive. Piştre, careke din rêya xwe dewam dikin heta ku digihîjin Dîlokê.

Piştî ku digihîjin Dîlokê Terzî Ehmed, Emre tevî kesên bi wî re radestî koordînasyonê dike ku ji bo DAIŞ`ê kar dike. Emre, hevjîna wî, bavê wî û her du malbatên bi wî re, bê astengiyên li ser sînor derbasî Sûriyê dibin. Lê balkêş e ku Emre û kesên bi wî re bi erebeya koordînasyonê DAIŞ`ê derbasî Sûriyê dibin. Der barê rewşa ewlehiyê li ser sînor de Emre wiha got: “Em bê astengî di ser sînor re li herêma Raî derbasî Sûriyê bûn. Me li ser sînor tu hebûna hêzên Tirkiyê nedît.”

Piştî ku Emre Ozanoglu û kesên bi wî re derbasî herêma Raî dibin, li wir jin ji mêran têne veqetandin. Emre û bavê wî derbasî odeyekê dibin ku gelek kesên biyanî ji hemû dewletan li wir hene. Piştî wê bi rojekê, çeteyên DAIŞ`ê, Emre û bavê wî bi rê dikin gundê Şihêtat ê herêma Hemam û li wir ji aliyê komên Tirkiyê yên girêdayî DAIŞ`ê ve têne perwerdekirin.

Tevlêbûna nava çeteyên “Koma Stenbolê” ku erka xwe şerê li dijî Kurdan bû

Piştî perwerdeyê, Emre tevî “Koma Stenbolê” ku kom endamên xwe hemû Tirkên Stenbolê ne û taybet navçeya Sultanbeylî ne, bûne. Piştre Emre dewreyeke leşkerî li herêma Dêrazorê dibîne û careke din vedigere Babê. Li wir jî, çeteyê bi navê Emre dixwaze tev li tabûrên leşkerî bibe û ji wir jî tev li tabûreke taybet a Tirkan dibe. Hejmara endamên wê tabûrê zêdetirî 70 bû û erka wê tenê operasyonan li dijî YPG û YPJ`ê li derdora Girê Spî li dar bixe.

Çete Emre wiha behsa şerê li dijî YPG û YPJ`ê dike: “Dema ez derbasî şer bûm, ez gelek tirsiyam, min xwest ez vegerim eniyên paş. Di şerên li Girê Spî de, me nikaribû li pêş YPG`ê bisekinin, piştî ku hejmareke mezin ji me hatin kuştin, em vekişiyan.”

Piştî ku şervanên YPG`ê herêma Girê Spî rizgar dikin, çete Emre tevî bavê xwe û hevjîna xwe berê xwe didin bajarê Reqayê û li wir di kargeha çêkirina erebeyên panzêr de kar dike. Pişî ku QSD`ê dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê dike, çete Emre û bavê wî û hevjîna wî xwe didin herêma El-Meyadîn.

Bavê Emre xwe li dijî rejîmê diteqîne 

Piştî ku Emre, bavê wî û hevjîna wî berê xwe didin herêma El-Meyadîn, li wir tenê rêya ku tev li komên taybet ên çeteyên DAIŞ`ê yên ku çalakiyên xwekujî dikin û êrîş dikin bibe, li pêşiya wî dimîne. Lê piştre, bavê Emre, Rifet biryarê dide ku tev li wê komê bibe.

Têkildarî vê mijarê, çete Emre ev tişt got: “Serçeteyê Azerî bavê min qanî kir ku çalakiyeke xwekujî li dijî kombûna rejîma Sûriyê li herêma El-Meyadîn li dar bixe. Min hewl da bavê xwe qanî bikim ku dev ji vê çalakiyê berde, lê bavê min guh neda min. Piştî mehekê, bavê min çû û min tu agahî li ser wî nebihîstin. Piştî 20 rojan, min ji hevalekî xwe yê çete bihîst ku bavê min bi erebeyeke bombebarkirî çalakiyeke xwekujî li dijî rejîma Sûriyê li herêma El-Meyadîn kiriye.”

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk çete li rojhilatê Firatê dorpêç kirin, çete Emre Ozanoglu tevî hevjîna xwe Başak xwe radestî şervanên QSD`ê kir.

 

CAVKANî: ANHA