Çeteyê bi navê Êmrih Ozhan komên taybet ên çeteyên DAIŞ`ê ku li bajarê Tirkî kar dikin da ku progpogendeya rêxistina terorîst bikin û çeteyên biyanî derbasî nava Sûriyê dikin, keşif kir.

Li Tirkiyê komên taybet ên DAIŞ`ê hene

Êmrih Ozhan sala 1991`an li paytexeta Tirkiyê Enqera hatiye dunyayê. Êmrih di barizganiya telefonan de li Tirkiyê kar dikir. Êmrih Ozhan bi rêya hevalên xwe ku propogendeya DAIŞ`ê dikirin, DAIŞ`ê nas kir. Di dawiya sala 2014`an de, Êmrih Ozhan berê xwe bide Sûriyê û tevlî DAIŞ`ê bibe. Lê balkêş bû  ku ne Êmrih biyara çûyîna ber bi Sûriyê ve dide, bavê wî Rifet, biryara çûyîna wî û hevjîna wî Bişaq ber bi Sûriyê ve dide da ku tevlî DAIŞ`ê bibin.

Gelek kom ji bo propogendeya DAIŞ`ê li Enqera kar dikin

Di nûçeyên ku berê hatin weşandin de, komên ku li Tirkiyê propogendeya DAIŞ`ê dikin hatin eşkerekirin. Êmrih ku çeteyekî DAIŞ`ê ye ew û hevjîna xwe, xwe radestî QSD`ê kirin, ev yek teqez kir û got:”Li Enqereyê, kesek bi navê Selahedîn hebû. Erka wî propogendeya ji bo tevlêbûna DAIŞ û derbaskirina kesên biyanî yên ku tevlî DAIŞ`ê bûne, li nava Sûriyê bû.”

Êmrih da zanîn ku ew zêde agahiyan li ser Selahedîn nizane, ji ber bavê wî bi Selahedîn re kordîne dike. Her wiha Êmrih Ozhan navê koordînasyonê giştî li Enqerê û yek ji serokên komên ku propogendeya DAIŞ`ê li Tirkiyê dikir Kamîl Nûh Oglu anî ziman. Çete Kamîl di pêngava QSD`ê ya rizgarkirina Reqayê de hate kuştin.

Çûyîna ber bi Sûriyê ve…

Selahedîn erebeyekê ji Êmrih Ozhan, hevjîna wî Bişaq û bavê wî Rifet re rêdike da ku biçin Sûriyê. Di erebeyê de jî, malbata Tah û malbata Mihsin jî hebûn. Êmrih got navê ajokarê erebeyê jî terzî Ehmed bû.

Di rê de, cendermeyên Tirkiyê erebeya ku Êmrih wan têde disekînine. Cenderme nasnameyên hemû dixwaze, lê terzî Ehmed ew tenê ji erebê dadikeve û derdora 15 deqeyan bi cenderme re diaxive. Piştre,  careke din rêya xwe dewam dikin heta ku dighêjin Dîlok(Gaziantep).

Piştî ku dighêjin, Dîlokê terzî Ehmed, Êmrih tevî kesên bi wî re radestî radestî koordînasyonê ku ji bo DAIŞ`ê kar dike, dike. Êmrih, hevjîna wî, bavê wî û her du malbatên bi wî re, bê astengiyên li ser sînor derbasî Sûriyê dibin. Lê balkêş bû ku Êmirh Ozhan û kesên bi wî re bi erebeya koordînasyonê DAIŞ`ê derbasî Sûriyê dibin. Derbarê rewşa ewlehiyê li ser sînor, Êmrih got:”Em bê astengî di ser sînor re li herêma Raî derbasî Sûriyê bûn. Me li ser sînor tu hebûna hêzên Tirkiyê nedît.”

Piştî ku Êmrih Ozhan û kesên bi wî re derbasî herêma Raî dibin, li wir jin ji mêran têne veqetandin. Êmrih Ozhan û bavê wî derbasî odeyekê dibin ku gelek kesên biyanî ji hemû dewletan li wir hene. Piştî wê bi rojekê, çeteyên DAIŞ`ê, Êmrih û bavî wî rêdikin gundê Şihêtat a herêma Hemam û li wir ji aliyê komên Tirkiyê yên girêdayî DAIŞ`ê ve têne perwerdekirin.

Tevlêbûna nava çeteyên”Koma Istenbûlê” Tirkî ku erkê xwe şerê li dijî Kurdan bû

Piştî perwerdeyê, Êmrih Ozhan tevî “Koma Istenbûlê” ku kom endamên xwe hemû Tirkên Istenbûlê ne û taybet herêma Sultanbî ne, bûne. Piştre Êmrih Ozhan dewreyeke leşkerî li herêma Dêrazorê dibîne û careke din vedigre, Babê. Li wir jî, çeteyê bi navê Êmrih Ozhan dixwaze tevlî tabûrên leşkerî bibe û ji wir jî çete Êmrih tevlî tabûreke taybet a Tirkan li Istenbûlê dibe. Hejmara endama wê tabûrê zêdetirî 70 bû û erka wê tenê operasyonan li dijî YPG û YPJ`ê li derdora Girê Spî lidar bixe.

Çete Êmrih Ozhan wiha behsa şerê li dijî YPG û YPJ`ê dike:”Dema ez derbasî şer bûm ez gelek tirsiyam, min xwest ev vegerin eniyên paş. Di şerên li Girê Spî de, me nikaribû li pêş YPG`ê bisekînina, piştî ku hejmareke mezin ji me hate kuştin, em vekişyan.”

Piştî ku şervanên YPG`ê herêma Girê Spî rizgar dikin, çete Êmrih Ozhan tevlî bavî wî û hevjîna wî berê xwe didin bajarê Reqayê û li wir di kargeha çêkirina erebeyên panzêr de kar dike. Pişî ku QSD`ê dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê dike, çete Êmrih Ozhan û bavê wî û hevjîna wî xwe didin herêma El-Meyadîn.

Bavê Êmrih Rifet xwe li dijî rejîmê xwe diteqîne  

Piştî ku Êmrih, bavê wî û hevjîna wî berê xwe didin herêma El-Meyadîn, li wir tenê rêya ku tevlî komên taybet ên çeteyên DAIŞ`ê yên ku çalakiyên xwekujî dikin û êrîş dikin bibe, li pêşiya wî dimîne. Lê piştre, bavê Êmrih Ozhan, Rifet  biryarê dide ku tevlî wê komê bibe.

Têkildarî vê mijarê, çete Êmrih Ozhan ev tişt got:”Serçeteyê Ezerî bavê min qani kir ku çalakiyeke xwekujî li dijî kombûna rejîma Sûriyê li herêma El-Meyadîn lidar bixe. Min hewl da ku bavê xwe qani bikim dev ji vê çalakiyê berdê, lê bavê min guh neda min. Piştî mehekê, bavê min çûn û min tu agahî li ser wî nebihistin. Piştî 20 rojan, min ji hevalekî xwe yê çete bihîst ku bavê min bi erebeyeke bombebarkirî çalakiyeke xwekujî li dijî rejîma Sûriyê li herêma El-Meyadîn kiriye.”

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyê Demokratîk çete li Rojhilatê Firatê dorpêç kirin, çete Êmrih Ozhan tevî hevjîna xwe Bişaq xwe radestî şervanên QSD`ê dikin.

CAVKANî:ANHA