حركة المجتمع الديمقراطي

Salih Muslim: Divê êdî hebûna Kurdan di qada navneteweyî de bê qebûlkirin

2,701

Salih Muslim destnîşan kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê, divê êdî hebûna Kurdan di qada navneteweyî de bê qebûlkirin û wiha got: “Di encamê neqebûlkirina statuya pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, heya niha statuya girtiyên DAIŞ’ê ne zelal e. Ji bo çete tevgera xwe xurt nekin pêwîstiya naskirina statuya Kurdan û çareseriyê heye.”

Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim der barê têkçûna dagirkeriya DAIŞ’ê û geşedanên siyasî yên dawîn de wiha got: “Wê bi qebûlkirina pergala neteweya demokratîk re destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mayînde bibin.”

Salih Muslim di despêka axaftina xwe de diyar kir ku divê pêşiya dewletên ku DAIŞ’ê xwedî dikin bê girtin û wiha got: “Wê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berdewam bike. Ji ber ku şaneyên veşartî û bîrdoziya DAIŞ’ê di herêmê de dijî. Hin aliyên wekî Tirkiyê çeteyan xwedî dikin. Tirkiye dixwaze li Idlibê kirasê çeteyan biguhere û wan bide qebûlkirin. Ev mijara Sûriyê bi giştî ye û şerêkî navneteweyî ye. Yek ji planên dewleta Tirk ew e ku çeteyên Idlibê li Efrînê bi cih bike. Divê pêşî li planên Tirkiyê bê girtin.”

‘Kurd ji têkoşîna li dijî terorîzmê re bûn pêşeng’

Salih Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk hebûna DAIŞ’ê ji xwe re firsend dît ku armancên xwe yên sedsala 20’emîn nikarî temam bikira, xwest bi destê Kurdan temam bike û wiha got: “Dewleta Tirk di despêka sedsala 20’an de Rûm, Ermen, Suryan û Pontos tune kirin. Bi awayekî vekirî dibêjin divê Kurd di mêjiyê Tirkiyê de bên tunekirin. Kurdan bi berxwedanên mezin gelek serkeftin bi dest xistin û ji şerê li dijî terorîzmê re bûn pêşeng. Ev serkeftinên Kurdan li dijî fikrên dewleta Tirk e.”

Muslim destnîşan kir ku êdî divê hebûna Kurdan û pergala neteweya demokratîk di qada navneteweyî de bi awayekî fermî bê qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Ji ber neqebûlkirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heya niha statuya girtiyên DAIŞ’ê jî ne zelal e. Gelek dewlet dibêjin ji ber ku otorîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye, em bi wan re nakevin nav danûstandinê. Ji bo ev çete dîsa tevgera xwe xurt nekin divê çareseriyeke siyasî bê dayîn. Ji bo mayîndekirina hin tiştan em dikarin hevkariyê di vî alî de bikin lê pêwîstiya qebûlkirina navneteweyî heye.”

‘Bi qebûlkirina neteweya demokratîk re dê destkeftî mayînde bibin’

Salih Muslim teqez kir ku parastina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê heya astekê mîsoger bû û wiha got: “Heta ku pergala neteweya demokratîk ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve, di hundirê Sûriyê û derveyî Sûriyê de neye qebûlkirin, em nikarin deskeftiyên xwe mayînde bikin. Pergala neteweya demokratîk taybet ji aliyê dewleta Tirk vê nayê qebûlkirin.”

‘Krîza Tirkiyê dê eşkere bibe’

Berdevkê fermî yê PYD’ê Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku serkeftinên QSD’ê dîrokî ne û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Pêvajo ji Kobanê dest pê kir heya Dêrazorê ber bi dawiyê ve diçe. Berxwedana Kurdan û hemû pêkhateyan planên Tirkiyê guhertin. Tirkiyê pirsgirêkên navxweyî bi şerê li Sûriyê vedişart û dihişt ku çavên raya giştî li derve bin. Lê li derve jî Tirkiye bi ser neket. Ber bi bidawîbûna pêngava Bagera Cizîrê re wê li Tirkiyê du mijar dijwar bibin; yek Tikiye dê di Idlibê de çi bike, ya din jî pirsgirêkên di hundirê Tirkiyê de dê bi zelalî eşkere bibin. Ev pirsgirêk dê li Tirkiyê heya 31’ê Adarê ku hilbijartin dê pêk werin, bimîne. Wê piştî hilbijartinan careke din mijar biteqe.”

cavkanî:ANHA