Têkçûna DAIŞ`ê û metirsiya komên girêdayî Tirkiyê

Piştî rizgarkirina Kobanê di destpêka sala 2015`an de êdî DAIŞ`ê herêmên Sûriyê yên di bin desthilatdariya xwe de winda dikirin. Li Iraqê jî wiha bû, lê DAIŞ`ê karî gelek alîgirên xwe li gelek dewletên cîhanê belav bike. Tirkiyê ji endamên DAIŞ`ê gelek komên nû çêkirin. Em ê di beşa dawîn a dosyaya xwe de behsa têkçûna DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê bikin, her wiha metirsiya komên girêdayî DAIŞ`ê ku Tirkiye piştgiriya wan dike.

DAIŞ li Kobanê têk çû û herêmên di bin kontrola wan de kêm bûn

DAIŞ`ê roja 15`ê Îlona 2014`an de êrîşî Kobanê kir. Piştî berxwedana 134 rojan şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) roja 26`ê Çileya 2015`an bajarê Kobanê bi tevahî rizgar kir, ji wê rojê ve êdî herêmên di bin desthilatdariya DAIŞ`ê de kêm bûn.

Hêzên YPG û YPJ`ê û paşê jî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi alîkariya Hevpeymana Navdewletî çend hemleyên leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ`ê li deverên cuda yên Sûryê dan destpêkirin, di encamê de gav bi gav ev herêm rizgar kirin:

27`ê Sibata 2015’an navçeya Til Hemîs a herêma Cizîrê hate rizgarkirin.

28`ê Sibata 2015`an navçeya Til Berak a herêma Cizîrê hate rizgarkirin.

5`ê Adara sala 2015`an her du bajarokên El-Şiyûx ên jor û jêr li kantona Kobanê hatin rizgarkirin.

Roja 6`ê Gulanê, li ser daxwaza welatiyên Til Temir, Hesekê û Serêkaniyê, Yekîneyên Parastina Gel hemleya rizgarkirina gundewarên rojavayê kantona Cizîrê dest pê kir. Roja 12’ê Gulanê navê hemleyê veguherî ‘Hemleya Fermandar Robar Qamişlo.” Hemle bi du pêvajoyan bi pêş ket; di pêvjoya yekemîn de Çiyayê Kizwanan roja 21`ê Gulanê hate rizgarkirin, her wiha herêmên Til Temir û gundên Serêkaniyê jî hatin rizgarkirin. Di pêvajoya duyemîn de bajarokê Mebrûka roja 27`ê Gulanê û bajarokê Silûkê hatin rizgarkirin. Hemle roja 15 `ê Hezîrana 2015`an bi rizgarkirina bajarê Girê Spî yê stratejîk tacîdar bû.

Roja 23`yê Hezîranê baregeha Tûgaya 93`yan a Eyn Îsa û 7’ê Tîrmehê jî bajarokê Eyn Îsa ku 55 km li bakur rojhilatê bajarê Reqayê ye, ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

Rojên 24-25`ê Hezîranê hin lîstok pêk hatin,. 24`ê Hezîranê hin komên girêdayî rejîmê alîkariya DAIŞ`ê kir ku derbasî bajarê Hesekê bibin û beşeke mezin ji bajêr xistin bin desthilatdariya xwe. Lewma şervanên YPG`ê bajar parast û roja 16`ê Tîrmeha heman salê rizgar kirin. Roja 25`ê Hezîranê jî nêzî 80 çete bi alîkariya Tirkiyê derbasî bajarê Kobanê bûn û komkujiyek pêk anî. Nêzî 253 kes şehîd bûn, li dijî vê kiryarê YPG’ê roja 1`ê Tîrmehê hemleya tolhildana komkujiya Kobanê dest pê kir. Di encamê de bajarokê Sirînê roja 27`ê Tîrmehê rizgar kirin.

DAIŞ`ê ku herêmên rojhilatê Firatê winda kirin, di Gulana 2015`an de bajarê Palmîra dagir kir, lê piştî 10 mehan dîsa rejîmê bajar ji destê DAIŞ`ê derxist. DAIŞ`ê di Berfanbara 2016`an de dîsa Palmîra dagir kir lê rejîmê piştî demekê careke din vegerand.

Damezirandina QSD`ê û hemleyên tunekirina DAIŞ`ê

Roja 15`ê Cotmeha sala 2015`an hêzên leşkerî yên şoreşger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêzên Sûriya Demokrtatîk (QSD) ava kir. Van hêzan erka rizgarkirina gel û axa herêmê girt ser milê xwe, roja 31`ê Cotmehê hêzên QSD`ê hemleya xwe ya yekemîn ji bo rizgarkirina gundewarên Hesekê da destpêkirin. Roja 15`ê Mijdarê bajarê Holê rizgar kirin. Roja 23`yê Berfanbara sala 2015`an hemleya rizgarkirina gudewarên başûrê Kobanê dest pê kir, di nava 7 rojan de herêma ku bendava Tişrînê ya stratejîk ku li ser çemê Firatê ye jî di nav de, rizgar kirin.

16`ê Sibatê hêzên QSD`ê hemleya Xezeba Xabûrê ji bo rizgarkirina herêma Şedadê dest pê kir û di 19`ê wê mehê de rizgar kir.

Roja 1`ê Hezîranê û li ser daxwaza Meclisa Minbicê ya Leşkerî, hêzên QSD`ê hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê dest pê kir, paşê navê hemleyê veguherî ‘Hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla’, hemle roja 15`ê Tebaxa heman salê bi rizgarkirina Minbicê tacîdar bû.

Roja 6`ê Mijdara sala 2017`an QSD`ê hemleya xwe ya mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê dest pê kir, hemleyê 5 pêvajo derbas kirin, ya dawîn jî cenga mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê bû. Di pêvajoyên hemleyê de QSD`ê destpêkê gundewar û paşê jî bajarê Tebqayê yê stratejîk û her wiha bendava Tişrînê roja 10`ê Gulana 2017`an rizgar kirin. Herî dawî jî roja 17`ê Mijdarê bajarê Reqayê rizgar kirin û piştî 3 rojan bi awayekî fermî ji navenda bajêr rizgarkirina Reqayê ragihandin.

Hemwextî hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê, QSD`ê roja 9`ê Îlona 2017`an hemleya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê dest pê kir, lê hemle piştî ku Tirkiyê destpêka sala 2018`an êrîşî kantona Efrînê kir, rawestiya. Meha Îlona 2018`an QSD`ê dîsa hemle dewam kir û tevahiya herêmê rizgar kir.

Li Iraqê jî herêmên desthilatdariya DAIŞ`ê kêm bûn

Piştî ku DAIŞ`ê herêmên Iraqê dagir kirin, hêzên şîeyan û hêzên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê xwe tevger kirin ku nehêlin DAIŞ bigihîje paytext Bexdayê. Hêzên Iraqê û milîsên girêdayî wê li dijî DAIŞ`ê tevger kirin û gelek herêm rizgar kirin, roja 1`ê Nîsanê hêzên Iraqê dajarê Tekrîtê rizgar kir.

Roja 13`ê Mijdara 2015`an Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û bi piştgiriya Hêzên Parastina Gel (HPG) bajarê Şengalê ji DAIŞ`ê rizgar kir.

Roja 28`ê Berfanbara 2015`an hêzên Iraqê bajarê El-Remadî û roja 26`ê Hezîranê jî bajarê El-Felûca rizgar kirin, roja 22`ê Îlona 2016`an jî bajarê Şerqat rizgar kirin.

Bûyera girîng a pêvajoya şerê li dijî DAIŞ`ê li Iraqê ew bû ku roja 17`ê Cotmeha 2016`an hemleya rizgarkirina bajarê Mûsilê dest pê kir. Di nava 9 mehan de ji rojhilat heta rojavayê bajêr şerên dijwar qewimîn, di encamê de bajar hilweşiya heta ku hêzên Iraqê roja 10’ê Tîrmeha 2017`an bajar vegerand.

Meha Mijdara sala 2017 `an hêzên Iraqê bajarê El-Qaim a li ser sînorê Sûriyê rizgar kir. Di 9`ê Berfanbara 2017`an de serokwezîrê Iraqê yê wê çaxê Heyder El-Ebadî ragihand ku wan tevahiya sînorên Iraq û Sûriyê xistin bin kontrolê û tekez kir ku şerê li dijî DAIŞ`ê bi dawî bû.

Tevî ku li Iraqê şerê li dijî DAIŞ`ê bi dawî bû, lê şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li Iraqê mane, li welêt her dem êrîşên bi erebeyên bombekirî û teqînên cuda pêk tên û welatî têne kuştin, DAIŞ her tim hin kêmasî û qelsiyên ewlehiyê bi kar tîne, lê dide û direve.

DAIŞ li gelek deverên cîhanê belav bûye

Rewşa herêmê û piştgiriya dewletên herêmê yên mîna Qeter û Tirkiyê, rê da DAIŞ`ê ku bi lez li Sûriyê û Iraqê belav bibe, lewma gelek komên bi heman hişmendiyê li gelek deverên cîhanê xwe wek alîgirên DAIŞ`ê da naskirin.

Niha li nêzî 20 dewletan komên girêdayî DAIŞ`ê hene, ev kom ji bo mirovahiyê tevahî metirsiyeke mezin in. Hinek ji van koman wiha ne:

Ensar El-Îslam û Ensar El-Îslam ya Kurd ku li Iraqê ne. Koma Xurasan û Cund El-Eqsa li Sûriyê. Ensar Beyt El-Meqdis li Misrê. Meclisa Şêwira Mucahîdan li Xezayê. Dewleta Îslamî ya Beet El-Meqdis û Ensar Eldewle El-Îslamiye li Filistînê. Mucahîdûn li Yemenê. Cemaet Tehrîk Taliban li Pakistanê. Tevgera Îslamî li Ozbekistanê. Tebûra Ehrar El-Sune li Lubnanê. Cemaete Ehrah û Rêxistina Îslamî li Afganistanê. Cemaeta Cinûd El-Xîlafe û Cemaeta Ebû Ebdela El-Asimî li Cezayirê. Tabûra Elhuda li Fasê. Ensar Eltewhîd li Hindistanê. meclisa şêwra ciwnên Islamê li Derenayê. Tabûra Îbin Mihcin El-Tayfî, Cemaeta El-Mucahîdûn û Cemaeta Ensar El-Şerîa li Lîbyayê. Cemaeta Ebû Seyaf û Tevgera Şervanên Basencemoro ya Îslamî û Cemaeta Ensar El-Xîlafa li Filipînan. El-Mucahîdûn, Çalakvanên Şerîeta Îslamê, Tevgera Tewhîd El-Mucahîdun û Tevgera El-Islah El-Îslamiye li Endonezyayê. Cemaeta Ensar El-dîn li Maliyê. Boko Haram li Nîjeryayê. Cemaeta El-Îtisam bikitabillah wel Sunne li Sûdanê. Tevgera Ciwanên Mucahdî li Somaliyê. Tabûra Uqbe Bin Nafiî û Ensar El-Şerîa li Tûnisê.

Hebûna ev qas komên girêdayî DAIŞ`ê dê rê bide ku careke din xwe tevger bike û çi dema bixwaze dîsa belav bibe. Anku hebûna dewletên ku piştgiriyê didin DAIŞ`ê yên mîna Qeter û Tirkiyê, her wiha hebûna ew qas komên ku dikarin çeteyan bidin DAIŞ`ê, dê rê veke ku DAIŞ careke din li cîhanê belav bibe û dewleta ku bixwaze, lê bide.

Li hember komên girêdayî Tirkiyê divê hişyarî hebe

Dibe hin bibêjin ku bi tunekirina xilafetê dê DAIŞ tune bibe, lê pêwîst e em li sedemên ku ji bo derketina DAIŞ`ê bûne alîkar, bigerin. Hebûna hişmendiya DAIŞ`ê û hebûna cihên perwerdeyê û pere û piştgiriya leşkerî û lojîstîk, dê rê bide ku DAIŞ careke din û bi navên din derkeve.

Di vê mijarê de divê em behsa komên ku Tirkiye li Sûriyê piştgiriya wan dike, bikin; ev kom xwediyê heman hişmendiya DAIŞ`ê ne. Ev komên ku endamên wê berê yên qaşo Artêşa Azad bûn, bi firehbûna DAIŞ`ê re bûne endamên DAIŞ`ê. Piştî ku DAIŞ têk çû, van çeteyan ji Sûriyê berê xwe da Tirkiyê, Tirkiye wan bi navên din derdixe meydanê, lê ya rastî ew endamên DAIŞ`ê ne, tenê nav û cilên xwe guhertine. Hîna jî hişmendiya wan ya DAIŞ`ê ye û heman kiryaran dikin, lê di bin sîwana Tirkiyê de. Jixwe Tirkiye her tim bûbû cihê pêşwaziya çeteyên DAIŞ`ê yên ji hemû deverên cîhanê û di pêvajoya aloziyê de bûbû pira derbasbûna çeteyan bo Iraq û Sûriyê.

Niha jî Tirkiye bi rêya 12 xalên çavdêriyê li Idlibê, van koman diparêze. Li wir Cemaeta Xurasan, Partiya Îslamî ya Tirkistanî û Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) hene. Her wiha gelek komên din ku Tirkiye navên îslamî û tirkî li wan kirine, li herêmên Sûriyê yên di bin desthilatdariya Tirkiyê de hene. Lewma pêwîst e mirovahî li hember planên AKP`ê û Tirkiyê û piştgiriya wê ya eşkere ji bo terorîstên li Sûriye, Iraq, Lîbya û hemû welatên din jî hişyar be.

cavkanî:ANHA

Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ.. tev-dem.com/?p=4185
Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ-2 tev-dem.com/?p=4197
Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ-3 tev-dem.com/?p=4199