Destên hêzên herêmî û navdewletî di mezinbûna DAIŞ`ê de

Piştî ku DAIŞ`ê gelek herêmên Sûriye û Iraqê dagir kirin, bi lîkariya hin hêzên herêmî û navdewletî gelek çek peyda kirin. Her wiha Tirkiyê ji bo kirîna petrolê û piştgiriya DAIŞ`ê û derbaskirina terorîstan bo Sûriye û Iraqê, sînorên xwe vekirin. Di vê dosyayê de em ê mijara firehbûna DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê û civînên ji bo êrîşên li dijî herêmên Kurdan hatin lidarxisitn û ragihandina “dewleta xilafetê” rave bikin.

Li Umanê civîn… DAIŞ li Sûriyê belav dibe

Rojnameya Ozgur Gundem ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dihat weşandin û piştî îlankirina rewşa awarte ji hêla hikumeta Tirk ve hate girtin, ji çavkaniyên taybet agahî wergirtin ku roja 1`ê Hezîrana sala 2014`an li paytexta Urdinê Umanê civînek hatiye lidarxistin, di civînê de nûnerên Amerîka, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşdar bûne û plana êrîşên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê hatine sazkirin, da ku ev alî û hêz li gorî berjewendiyên xwe destwerdana Sûriye û Iraqê bikin.

Amerîka dixwaze hebûna xwe ya mayînde li herêmê biçespîne, Îsraîl jî derdê wê rikeberiya Îranê ye, lê armancên Tirkiyê yên destpêkê û dawiyê tunekirina Kurdan û dagirkirina Heleb û herêmên Cezîra Sûriyê, Mûsil û Kerkûka Iraqê ye da ku xewna “Mîsaqî Mîllî” ya Osmaniyan zindî bike. Tirkiyê PDK ji xwe bi kar anî da ku planên xwe yên li herêmên Kurdan pêk bîne, ji ber ku di navbera wan û Tirkiyê de têkiliyên baş hene.

DAIŞ`ê tevahiya parêzgeha Reqayê dagir kir

Roja 4`ê Adara 2013`an de dema ku rejîma Sûriyê ji bajarê Reqayê derket, endamên DAIŞ’ê bi saya hebûna Cebhet El-Nusra li Reqayê hebûn. Piştî ku El-Bexdadî di Nîsana sala 2014`an de Cebhet El-Nusra û Dewleta Îslamî li Iraqê kirin yek û rêxistina ‘Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)’ hate ragihandin, hemû endamên El-Nusra ketin nava DAIŞ`ê û êdî DAIŞ bi bi lez dikete nava komên din de û bajarê Reqayê di Çileya 2014`an de bi tevahî dagir kir.

Paşê DAIŞ`ê berê xwe da gundewarên Reqayê û di 17`êTîrmeha 2014`an de baregeha Firqa 17`an, di 7 Tebaxê de jî baregeha Tûgaya 93’yan Eyn Îsa dagir kirin. Herî dawiyê jî roja 24`ê Tebaxa 2014`an balafirgeha Tebqayê ya leşkerî dagir kir û tevahiya parêzgehê xiste bin desthilatdariya xwe û gelek çek û cebilxane jî bi dest xistin.

DAIŞ’ê Mûsil dagir kir û li Selaheddîn û Kerkûkê jî belav bû

Di sala 2014`an de DAIŞ`ê dest bi dagirkirina bajarên Iraqê yên mezin kir. Piştî civîna Umanê, roja 9`ê Hezîranê DAIŞ`ê êrîşî bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînewayê kir ku piraniya şêniyên wê sunnî ne. Tevî ku gelek yekîneyên artêşa Iraqê bi tank û helîkopteran jî hebûn, lê artêşa Iraqê li dijî çend sed çeteyan li ber xwe neda, roja 10`ê Hezîranê jî DAIŞ`ê tevahiha Mûsilê dagir kir û berê xwe da gund û bajarokên derdorê û roja 15`ê Hezîranê êrîşî bajarê Tileferê kir û ew dagir kir.

Piştî parêzgeha Nînewa, DAIŞ`ê berê xwe da parêzgeha Selaheddîn a li bakurê Iraqê û meha Hezîranê bajarê Tekrîtê dagir kir. Beriya hingî jî di heman mehê de herêma Hiwêca û hin navçeyên parêzgeha Kerkûkê jî dagir kiribûn. DAIŞ êdî li Sûriye û Iraqê belav bûbû.

DAIŞ’ê “Dewleta Xilafetê” rigihand

Piştî ku DAIŞ`ê deverên fireh ên Sûriye û Iraqê dagir kirin û sînorên di navbera her du dewletan de rakirin, berdevkê DAIŞ`ê Ebû Mihemed El-Ednanî (roja 30`ê Tebaxa 2016`an li derdora Efrînê di şerê şervanên QSD`ê re hate kuştin) bi rêya tomareke deng roja 29`ê Hezîranê ragihand ku DAIŞ`ê li herêmên di bin desthilatdariya xwe de li Sûriye û Iraqê “Dewleta Îslamê” ava kiriye. Her wiha navê ‘Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê’ veguherî “Dewleta Îslamê”, her wiha serokê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî wek xelîfeyê misilmanan hate ragihandin û DAIŞ`ê bajarê Reqayê jî kir paytexta xilafeta xwe.

DAIŞ`ê êrîşî Şengalê kir

DAIŞ`ê dewleta xwe ragihand û bajarê Mûsilê jî dagir kir. Li bajêr balyozxaneya Tirkiyê hebû, bi lîstikeke îstixbarata Tirkiyê got DAIŞ konsolê Tirk û 48 xebatkarên wê girtine. Wê demê DAIŞ`ê dest bi êrîşa li dijî herêmên ku Tirkiyê wan wek beşeke dewleta Osmanî dibîne kir, ew jî herêma Kurdan e. Roja 3`yê Tebaxa 2014`an çeteyên DAIŞ`ê êrîşî herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kir. Beriya êrîşê di navbera rayedarên başûr û hikumeta Tirkiyê de hevdîtin pêk hatin, lewma pêşmergeyên girêdayî PDK`ê hêzên xwe ji Şengalê vekişandin û derî ji DAIŞ`ê re vekirin ku êrîşî Şengalê bike.

DAIŞ`ê li dijî êzidiyên Şengalê komkujî pêk anî, bi deh hezaran koçber bûn û berê xwe dane çiyayên Şengalê. Ji bo parastina şengaliyan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Gel (HPG) berê xwe da çiyayê Şengalê. Ji bo ku welatî xwe bigihînin Rojava korîdora ewlehiyê vekirin, bi hezaran welatiyan di vê korîdorê re xwe gihand herêmên Rojava yên ewle.

Çeteyên DAIŞ`ê êrîşên giran birin ser korîdora ewle, li bajarokê Rebîa yê Başûrê Kurdistanê û bajarokê Ceza yê Cezîra Rojava pevçûnên dijwar rûdan, di pevçûnan de bi sedan çete hatin kuştin û bajarê Rebîa roja 2`yê Mijdara 2014`an bi tevahî hate rizgarkirin û paşê radestî hêzên Iraqê kirin.

Rojnamevanên biyanî kuştin

DAIŞ`ê kiryarên hovane li dijî ronamevanên biyanî jî pêk anîn. Meha Tebaxa sala 2014`an di dîmenekê de çeteyê DAIŞ`ê yê bi navê Mihemed Amûzî ku bi îngilîziya devoka Londonê diaxive, bi awayekî hovane serê rojnamevanê amerîkî James Foley dibire.

Di hefteyên piştî wê de gelek dîmenên serjêkirina rojnamevan û xebatkarên rêxistinên mirovî yên Amerîka û Brîtanyayê yên mîna Steven Sotloff, David Haines, Alan Henning û Peter Kassig hatin weşandin. Jixwe Mihemed Amozayî paşê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hate girtin.

Piştî Şengalê êrîşa li dijî Kobanê

Piştî ku DAIŞ`ê Şengal dagir kir, roja 15`ê Îlona sala 2014`an û li ser daxwaza Tirkiyê êrîşî kantona Kobanê kir. Roja 17`ê Îlonê jî Tirkiyê çek û tank ji bo DAIŞ`ê bi rê kirin, Tirkiyê piştgiriya xwe ji bo DAIŞ`ê dewam kir û çete û çek derbasî Sûriyê kirin, heta roja 20`ê Îlonê DAIŞ`ê 49 welatiyên Tirk ên li Konsolosxaneya Tirkiyê ya Mûsilê bûn, berdan. Wê çaxê Erdogan ragihand ku wan bi tevgereke îstixbaratê ew kes rizgar kirine, tevî ku DAIŞ`ê ew kes gihandin deriyê Girê Spî û radestî Tirkiyê kirin. Tirkiyê jî beramberî wê 180 çete berdan, bi vî awayî ji cîhanê tevahî re hate xuyakirin ku destên hikumeta AKP`ê di êrîşa li dijî Kobanê de heye, bi taybet piştî ku artêş û polîsên Tirkiyê êrîşî welatiyên Bakur ên ji ber piştgiriya berxwedana Kobanê li ser sînor kom bûbûn, kir.

Dema ku DAIŞ`ê nikarî bajarê Kobanê dagir bike, Tirkiyê vê carê axa xwe ji bo DAIŞ`ê vekir ku ji wir êrîşî Kobanê bike, roja 29`ê mijdara 2014`an çeteyên DAIŞ`ê bi erebeyeke bombekirî û çeteyên xwekuj êrîşî deriyê Murşîdpinarê kir, çete ji aliyê rojhilat ve ji nava axa Tirkiyê hatin û êrîşî bajêr kirin. Çeteyên DAIŞ`ê erebeyeke bombekirî li deriyê sînor di nava axa Tirkiyê de teqand, her wiha 2 çeteyên xwekuj jî xwe teqandin. Piştî teqînan, çeteyan êrîş kir, pevçûnên dijwar rû dan, şervanên YPG`ê heta nava axa Tirkiyê ketin pey çeteyan û ew tune kirin. Wê çaxê hatina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê Tirkiye ve û reva wan jî ji hêla ajansa me ANHA`yê ve bi dîmenan hate kişandin û belgekirin.

Hêzên hevpeymanê destpêkê destwerdan nekirin

Piştî ku DAIŞ`ê herêmên fireh û bajarên mezin ên Sûriye û Iraqê dagir kirin, roja 7 Tebaxa 2014`an êrîşên asmanî yên Amerîkayê li dijî DAIŞ`ê li Iraqê dest pê kirin. Roja 11 Îlonê wezîrên karên derve yên Amerîka û hin dewletên Ewropa û Asyayê civînek li dar xist û hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê ava kir. Tevî ku wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî amade bû lê Tirkiyê her piştgirî dida DAIŞ`ê û heta du salan jî tev i hevpeymana navdewletî nebû.

Lê hevpeymana navdewletî şerê DAIŞ`ê li Iraqê tenê dikir, ji roja 23`yê Îlona 2014`an ve li Sûriyê êrîşên asmanî pêk anîn, lê li dijî DAIŞ`ê ku êrîşî Kobanê dikir, tu êrşî pêk neanîn. Lê belê di encama berxwedana şevanên YPG û YPJ`ê û fişarên navdewletî de, hêzên hevpeymanê neçar man ku cara yekemîn roja 29`ê Îlonê êrîşên asmanî li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê pêk bînin.

DAIŞ gihîşt gelek dewletan… Li Lîbyayê serjêkirin û Siûdiyê êrîş

Roja 13`ê Mijdara 2014`an, Ebû Bekir El-Bexdadî di dîmekê de ragihand ku qaşo “xilafet” gihîşte Yemen, Siûdîî, Lîbya, Cezayir û Misrê. Paşê roja 15`ê Sibata 2015`an DAIŞ`ê dîmeneke din belav kir. Tê de xuya dibe ka çawa DAIŞ 21 Qibtiyên Misrê li Lîbyayê ser jê dike. Di 22`yê Gulana 2015`an de jî DAIŞ`ê yekemîn êrîşa xwekujî li Siûdiyê pêk anî, êrîş di dema nimêja înê de li dijî huseyniyekê pêk hat û 20 kes hatin kuştin.

Çavkanî: ANHA

Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ.. tev-dem.com/?p=4185
Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ-2 tev-dem.com/?p=4197
Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ-3 tev-dem.com/?p=4199
Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ-4 tev-dem.com/?p=4201