DAIŞ’ê sûd ji piştgiriya Tirkiyê wergirt û li Sûriye û Iraqê belav bû

Piştî ku lîderê Dewleta Îslamî ya Iraqê (DAIŞ) Ebû Umer El-Bexdadî û wezîrê wî yê şer Ebdû Eyûb El-Misrî di Nîsana 2010`an de bi hev re li Iraqê hatin kuştin, Ebû Bekir El-Bexdadî bû serokê DAIŞ`ê, tevî ku wê çaxê kesî ew nas nedikir, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve demekê hate girtin. Di vê dosyayê de em ê behsa El-Bexdadî û piştgiriya Tirkan û firehbûna DAIŞ`ê ber bi Sûriyê ve bikin.

Ebû Bekir El-Bexdadî kî ye?

îbrahîm Ewad Îbrahîm Elî El-Bedrî El-Samerayî, sala 1971`an li bajarê Iraqê Samerayê ji dayik bûye. Li Bexdayê Zanîngeha Îslamî xwendiye, li wir bakaloryosa xwendinên Quranê wergirtiye. Di sala 1999`an de master û di sala 2007`an de jî doktora wergirtiye. Dema ku xwendina xwe ya bilind dikir, apê wî jê xwest ku tev li cemaeta Îxwan El-Muslimîn bibe, li wir ew tev li komeke Îxwanan a hişk û tundraw bû.

Mehekê piştî êrîşa Amerîkayê ya li dijî Iraqê sala 2003`yan, El-Bexdadî alîkariya damezirandina koma Ceyş Ehlî El-Sune Welcemaa kir. Lê Sibata sala 2004`an li bajarê Felûca ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hate girtin û ew birin zindana Boka ya li bajarê Ume El-Qesir û 10 mehan girtî ma.

Dema ku di zindanê de bû, pir bi liv û tevger bû, bi komên li wir ku hin ji wan alîgirên Sedam Hisên bûn, hin terorîst bûn, gelek heval ji xwe re çêkirin. Piştî ku di Berfanbara sala 2004`an de ji zindanê derket, El-Bexdadî bi gelek ji wan kesan re têkilî danî.

El-Bexdadî di demeke kin di nava Dewleta Îslamî ya Iraqê de bi pêş ket, wek serokê Komîteya Şerîetê hate erkdarkirin. Paşê di dema ku Ebû Umer El-Bexdadî serokê komê bû, Ebû Bekir bû endamê Meclisa Şêwirdariyê, her wiha bû endamê komîteya koordîneya bi rêxistina El-Qaîde ya Iraqê re. Piştî kuştina Ebû Umer El-Bexdadî sala 2010`an, Meclisa Şêwirdariyê Ebû Bekir El-Bexdadî wek emîrê nû yê rêxistinê hilbijart.

Teqînên bixwîn li dijî êzidî û şîeyan

Dema ku hêzên Amerîkayê sala 2003`yan ketine Iraqê, li deverên Iraqê û bi taybet li herêmên êzidî û şîeyan gelek teqîn çêbûn, tevî ku hêzên Amerîkayê û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li dijî bingeha cîhadê ya li Iraqê û paşê li dijî Dewleta Îslamî gelek operasyon pêk anîn jî, lê nekarî rewşa ewlehiyê kontrol bikin.

Hinek teqînên ku pêk hatin wiha ne:

Tebaxa sala 2003`yan li pêşiya El-Hedre El-Heyderiya ya Necefê teqîn pêk hat û di encamê de di nav de oldarê şîe Mihemed Baqir El-Hekîm, 83 kes hatin kuştin.

Di Adara sala 2004`an rêzeteqîn li Kerbela û mizgefteke Bexdayê pêk hatin û 170 kes hatin kuştin. Meha Sibatê jî roja cejna Qurbanê êrîşeke xwekujî li dijî rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Hewlêrê pêk hat û di encamê de 105 kes hatin kuştin.

Meha Sibatê sala 2005`an êrîşeke xwekujî li bajarê El-Hile yê parêzgeha Babilê pêk hat û 118 kes hatin kuştin. Di Îlona heman salê de jî di encama 11 teqînên li taxên şîeyan yên Bexdayê de 128 kes hatin kuştin.

Di Cotmeha sala 2006`an de 4 erebeyên bombekirî li bajarê El-Sedir teqiyan û êrîşeke bi hewanan pêk hat, di encamê de 202 kes hatin kuştin.

Di sala 2007`an de zêdetirî hezar û 213 kes di rêzeteqînan de hatin kuştin, yek ji wan teqînên mezin a li parêzgeha Nînewa li dijî êzidiyan pêk hat, meha Tebaxê 4 erebeyên mezin hatin teqandin û 400 kes hatin kuştin.

Van kiryar û teqînan dewam kir ta ku DAIŞ`ê herêmên Iraq û Sûriyê dagir kirin.

Ebû Bekir El-Bexdadî û derbasbûna Sûriyê

Dema ku El-Bexdadî bû serokê DAIŞ`ê, Amerîkayê digot ku wan DAIŞ tune kiriye. Gelek rêveberên wê hatin kuştin, li gorî agahiyan wê çaxê ji 700 kesên belavbûyî ku nikarin bi hev re têkiliyê bikin, nemabûn. Hin rêveberên DAIŞ`ê jî dibêjin ku wan wê demê nedikarîn bi qasî 15 deqeyan li cihekî bimînin, ji ber ku cihên wan dihatin bombebarankirin.

Lê piştî ku tevgera bi navê Bihara Ereban dest pê kir û gihîşte Sûriyê, DAIŞ`ê derfet dît ku derbasî Sûriyê bibe, bi taybet piştî ku hin hêzên herêmî yên mîna Qeter û Tirkiyê destwerdana rewşa Sûriyê kir û piştgiriya komên çete yên girêdayî Îxwan El-Muslimîn û komên din kir. El-Bexdadî ji alîgirekî xwe yê li Sûriyê xwest ku şaxekî rêxistinê li Sûriyê ava bike. Navê wê rêxistinê bû Cebhet El-Nusra, paşê jî bû Heyet Tehrîr El-Şam ku niha desthilatdariya Idlibê dike, tevî ku 12 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê jî li wir hene.

Di demeke kurt de Tirkiyê piştgiriya rêxistinê kir, petrol jê kirî û çek danê, di encamê de karîbû bikeve nava komên din ên çekdar û bingeha xwe fireh kir. Dengûbehsên rêxistinê belav bûn, lê ya balkêş ew e ku qaşo opozîsyona Sûriyê ya ku li Tirkiyê dimîne, Cebhet El-Nusra wek nûnerê şoreşa Sûriyê destnîşan kir û got ku ew ne girêdayî El-Qaîdeyê ye, her wiha helwesta Tirkiyê jî wiha bû, lê paşê di bin fişarên navdewletî de ew wek rêxistineke terorîst ragihand.

Piştî ku di navbera Ebû Mihemed El-Colanî ku serokê El-Nusrayê û El-Bexdadî de nakokî derketin, El-Bexdadî di 9`ê Nîsana 2013`an de bi rêya tomareke deng ku li ser tora “Şimûx El-Îslam56” hate weşandin, biryara tevlêkirina El-Nusra di nava Dewleta Iraqê ya Îslamî de ragihand û navê rêxistinê bû “Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)”, her du rêxistinan li kêleka hev li gelek deverên Sûriyê şer kir. El-Nusra berê xwe da hundirê Sûriyê û li wir belav bû, DAIŞ jî li bakur û rojhilatê Sûriyê ma, her du alî kêm caran tevlihev bûn.

Dagirkirina bajarê Girê Spî û hin beşên El-Remadî û Felûca

Sibeha roja 21`ê Tîrmeha sala 2013`an ji mizgeftên Girê Spî bang li Kurdan hate kirin ku vî bajarê Sûriyê yê li ser sînorê Tirkiyê derkevin, yên ku bang dikirin çeteyên DAIŞ û hevkarên wê tevgera Ehrar El-Şam bû. Ev kiryar bi fermana Tirkiyê pêk hat, piştî ku 4 maşînên çekan ji deriyê Girê Spî ji wan re hatin. Çeteyan dest bi koçberkirina Kurdan kir û êrîşî Cebhet El-Ekrad ku beşeke artêşa Azad bû, kir. Hemû Kurd ji bajêr derxistin û bi dehan mal teqandin. Bi vî awayî DAIŞ`ê bajar xiste bin desthilatdariya xwe û bû korîdora sereke ya piştgiriya ji Tirkiyê.

Wê çaxê rêyên çola Reqa û Dêrazorê heta sînorên Iraqê û çola El-Enbarê di bin destê DAIŞ`ê de bûn. Piştî ku Girê Spî jî dagir kir, êdî rêya wê ji Tirkiyê heta Iraqê vebû, vê tiştê derfet da DAIŞ`ê ku êrîşî herêmên din bike.

Di 31`ê Berfanbara sala 2013`an de DAIŞ kete bajarê Felûca yê Iraqê û roja 4`ê Çileyê dagir kir. Her wiha herêmên fireh ên El-Remadî ya parêzgeha El-Enbarê dagir kir, piştî wê berê xwe da herêmên dûr ên Sûriye û Iraqê.

cavkanî:ANHA

Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ.. tev-dem.com/?p=4185
Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ-3 tev-dem.com/?p=4199
Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ-4 tev-dem.com/?p=4201