حركة المجتمع الديمقراطي

Ji bo Ocalan Weqfa Demokrasiyê tê avakirin

6,077

Di konferasa hefteya bihurî de ya li Kamaraya Lordan a Brîtanî, biryar hate girtin ku Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan were avakirin.

Di salvegera 20’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Kamaraya Lordan a Brîtanî, bi navê ‘Çareseriya Krîza Rojhilata Navîn: Ramanên Abdullah Ocalan’ bi tevlêbûna gelek siyasetmedar, akademîsyen, aktîvîst û nûçegihanan koferansek hate çêkirin. Di nav axaftvanan de endamê Kamaraya Lordan Maurîce Glassman, Parlamentera Sînn Feîn Chrîs Hazzard, Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy, Profesor Davîd Greaber, Profesorê Elman Udo Steîncbach, Siyasetmedarê ji Efrîkaya Başûr Ebrahîm Îsmaîl Ebrahîm, Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez hazir bûn.

Xebatên avakirina Weqfa Abdullah Ocalan dest pê kirin. Di nav xebatên weqfê de sendîkayan ku kampanyaya Ji Ocalan re Azadî bi rê ve dibin jî wê hebin. Her wiha endamên Kamaraya Lordan, parlamenter û akademîsyen wê di nav vê xebatê de cih bigirin. Weqfa Abdullah Ocalan, ku tê payin mehên pêşiya me were avakirin, wê ji bo berbelavkirina fikrên Ocalan xebatan bike.

Di konferansa bi navê, ‘Çareseriya Krîza Rojhilata Navîn: Ramanên Abdullah Ocalan’, mijarên Konfederalîzma Demokratîk, krîza netewe-dewletiyê ya li Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê, dijberiya dewleta Tirk a li Kurdên Tirkiyê û Sûriyê û Pergala Êşkenceyê ya Îmraliyê hatibû gotûbêjkirin.