حركة المجتمع الديمقراطي

Bedran Çiya Kurd: Serdana me dibibe gaveke girîng ber bi çareseriya siyasî ve

7,391

Bedran Çiya Kurd da zanîn ku serdana wan li ser daxwaza fermî ya serokê Fransayê Macron bû. Çiya Kurd bi lêv kir ku, Macron teqez kiriye ji bo Rêveberiya Xweser beşdarî xebatên siyasî bibe, dê bixebite. Kurd anî ziman ku ev serdan dê bibe gaveke girîng ber bi çareseriya siyasî ya durist ve.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Bedran Çiya Kurd têkildarî serdana şandeya wan a li Fransayê û hevdîtina serokê Fransayê Emmanuel Macron, ji ajansa ANHA re axivî.

‘Serdana me li ser daxwaza serokê Fransayê pêk hat’

Bedran Çiya Kurd di destpêka axaftina xwe de got serdana wan li paytexta Fransayê Parîsê li ser daxwaza serokê Fransayê pêk hat û wiha dewam kir: “Fransa yekemîn dewleta Ewropayê ye ku şandeya Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî ji aliyê serokê Fransayê  Emmanuel Macron û serokerkanê Komara Fransayê, nûnerên ji Wezareta Karên Derve û şêwirmendên serokatiyê jî li qesra Elysee ve pêşwazî dike. Şandeya me li gorî protokolê fermî hate pêşwazîkirin.”

Bedran anî ziman ku serdana wan bi awayekî baş bû û wiha dewam kir: “Di serdanê de, dozên girêdayî çarenûsa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin. Me desteka siyasî ya eşkere ji bo Rêveberiya Xweser xwest û divê rêveberî bibe beşeke sereke di çareseriya siyasî ya Sûriyê ya giştî de. Her wiha divê beşdarî danûstandinên der barê çareseriya siyasî û komîteya avakirina destûr de bibe.”

Têkildarî bersivdayîna serokê Fransayê, Bedran Çiya Kurd got: “Serokê Fransayê Emmanuel Macron teqez kir ku ew ê ji bo ku Rêveberiya Xweser bibe beşek ji çareseriyê û beşdarî xebatên siyasî bibe, bixebitin. Her wiha Macron teqez kir ku ew ê destekdayîna xwe ji bo Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyê Demokratîk di hemleyên têkoşîna li dijî terorê de ku heta niha bi dawî nebûye, dewam bikin. Di heman demê de, ew ê di aliyê madî de jî destekê bidin da ku dozên mirovî ku di encama şerê li dijî DAIŞ`ê de çêbûbûn, werin çareserkirin û di vê derbarê de jî wê budçeyekê veqetînin.”

Dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê

Têkildarî dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê, şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku serokê Fransayê teqezî li ser xetereya çeteyên DAIŞ`ê yên li gel Rêveberiya Xweser kir û got: “Serokê Fransayê teqezî li ser alîkariya ji bo çareserkirina vê dozê kir. Me jî ji serokê Fransayê re der barê avakirina dadgeheke navneteweyî de ji bo dadgehkirina endamên rêxistina terorîst li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nêrîna xwe got. Di civînê de, nîqaş der barê mekanîzma û awayên cuda yên darizandina endamên rêxistina terorîst hatin kirin.”

Efrîn jî mijarên sereke bû

Bedran Çiya Kurd got wan bi rayedarên fransî re rewşa Efrînê û binpêkirinên ku têne kirin, nîqaş kirin û wiha domand: “Nîqaş li ser guhartina demografîk, qirkirin û komkujiyan hatin kirin ku ji roja ku dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye, pêk tîne. Me ji hikumeta Fransayê xwest ku bi hevkarên xwe yên navneteweyî re kar bike da ku vê rewşa dagirkeriyê bi dawî bibe û ewlehî û îstiqrar vegere Efrînê, bi vê yekê jî dê şêniyên Efrînê yên ku neçar man ji malên xwe derkevin, vegerin malên xwe.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got wan di civîna xwe de rola negatîf a dewleta Tirk li herêmê nîqaş kir û ev tişt anî ziman: “Me teqez kir ku dê tu rola Tirkiyê di pêkanîna ewlehî û îstiqrarê li herêmê de tune be. Hebûna Tirkiyê jî li herêmê dê aloziyê zêde bike. Serokê Fransayê jî teqez kir ku pêwîst e gengeşî û arîşeya bi dewleta Tirk re were kêmkirin, da ku rê li pêşiya êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne girtin.”

Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de got: “Ev serdana fermî ji aliyê dewleteke Ewropayê ve, tekane serdaneke balkêş e û ev yek jî dê bibe gaveke girîng ber bi çareseriya siyasî ya durist ve.”