Hevrîn Xelef wiha got: “Terora DAIŞ‘ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû û fesadî, kuştin û koçberkirin bi xwe re anî. Li dijî vê terora ku li ser tevahî cîhanê xetere ye, berxwedan pêwîst bû, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka tunekirina terorê girt ser xwe.”

‘Têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê li Kobanê dest pê kir û li Dêrazorê didome’

Hevrîn Xelef di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola YPG û QSD‘ê li dijî DAIŞ û wiha domand: “Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji Kobanê dest pê kir, heta Dêrazorê ku niha tarîtiya DAIŞ‘ê lê tune dibe, berxwedaneke bêhempa li dijî DAIŞ‘ê nîşan da.”

Hevrîn diyar kir ku QSD tekane hêz e ku karî hêza DAIŞ‘ê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne, niha jî li Dêrazorê di berahiyeke 700 metreçargoşe de nefesa xwe ya dawîn distîne, piştî ji sedî 40 ji axa Sûriyê dagir kiribû.

‘Komên terorîst yek ji sedemên astengkirina çareserkirina aloziya Sûriyê ne’

Hevrîn Xelef wiha pê de çû: “Aloziya Sûriyê ji aliyê çandî, siyasî û civakî ve beriya 2011‘an dest pê kir, lê di sala 2011‘an de piştî derketina komên terorîst ev alozî mezintir bû, ji ber zimanê diyalogê tune bû, komên çete armanca wan tenê xirabkirina Sûriyê ye. Diviyabû hêzên siyasî yên Sûriyê gel di aliyê siyasî û çandî de perwerde kiriba da ku teror nebûya wekî çandeke daîm li gel gelê Sûriyê. Sedema aloziya Sûriyê ku heta niha dewam dike, şer û çembera ku komên terorîst ferz kirine.”

Têkildarî rola Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya birêxistinkirina civakê Hevrîn Xelef ev tişt got: “Wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê em ê têkiliyên xwe bi şêniyan re xurt bikin da ku rihê lêborîn û hezkirinê di nav gel de ava bikin. Piştî tunekirina DAIŞ‘ê em ê bi hemû hêzên siyasî re bikevin nava têkiliyan da ku çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re peyda bikin, bêyî çareseriya siyasî dê Sûriye wek herêma şer bimîne.”

Hevrîn Xelef teqez kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê berî û piştî tunekirina DAIŞ‘ê li ser bingeha danûstandinan bi hemû aliyên ku dixwazin aloziya Sûriyê siyasî were çareserkirin, dixebite û got: “Projeya siyasî ya çareserkirina aloziya Sûriyê divê di destê gelê Sûriyê de be, ji ber ku ew mafdar in û mafê wan e ku çarenûsa xwe de her alî de diyar bikin.”

Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê em feakariya ku gelê Sûriyê li hemberî hemû komplo û êrîşan sekinîn, silav dikin. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin û li ser rêya şehîdan bimeşin.”

 ANHA