حركة المجتمع الديمقراطي

Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ- 1

Komên girêdayî Tirkiyê jî xwediyê heman hişmendiyê ne

6,006

DAIŞ li Iraqê ji malzaroka rêxistina El-Qaîde derket, sûd ji rewşên aloz ên herêmê, destwerdana Amerîkayê ya Iraqê û nakokiyên mezhebî ku hin hêzên herêmê geş dikirin, wergirt. Di gelek pêvajoyan re derbas bû, gelek kesên ku endamên El-Qaîdeyê bûn û li Afganistanê şer kiribû, bûne fermandarên wê heta ku fermandarî kete destê Ebû Bekir El-Bexdadî.

DAIŞ… Hişmendî û damezirîner

Tu kesî bawer nedikir ku dê rêxistineke ji El-Qaîdeyê mezintir derkeve û serweriyê li ser qadeke mezin bike û li gelek deverên cîhanê komkujiyan pêk bîne. Lê berovajî hemû baweriyan DAIŞ di demeke kurt de bû rêxistineke ku cîhan hemû jê ditirse. Lê pirsa ku derdikeve pêş ew e; DAIŞ li kîjan deverê derket, raman û hişmendiya wê çi bû û kî fermandariya wê kir ta ku gihîşte roja îro? Di vê dosyayê de em ê pêvajoyên pêşketina DAIŞ`ê, hişmendiya wê û fermandarên wê vebêjin.

Destpêk û herêmên çalakbûnê

Ji destpêka damezirandina DAIŞ`ê sala 2003`yan li ser destê Ebû Miseb El-Zerqawî ku yek ji lîderên El-Qaîdeyê bû, ta niha gelek caran navê xwe guhert. Destpêkê anku meha Îlonê ya sala 2003`yan bi navê Cemaeta Tewhîd û Cîhadê derket, piştî destwerdana Amerîkayê di Iraqê de 19`ê Adara sala 2003`yan El-Zerqawî li dijî hêzên Amerîkayê li Iraqê şer kir, her wiha êrîşî şîeyên Iraqê kir. Ev yek bû sedema nakokiyên di navbera Al-Zerqawî û fermadarên El-Qaîdeyê de û bi taybet jî Usama bîn Ladîn. Rêveberên El-Qaîdeyê ditirsiyan ku êrîşên li dijî şîeyan bi awayekî neyînî bandorê li wan bikin.

Ebû Miseb El-Zerqawî anku Ehmed Fedîl Nezal El-Xelayla, roja 30`ê Cotmeha 1966`an li bajarê Urdunê El-Zerqaa ji dayik bûye, di dawiya salên 1980’yî de çûye Afganistanê û li wir perwerdeya leşkerî dît û Usama bîn Ladîn jî dît. Di Cotmeha sala 2004`an de xwe wek alîgirê El-Qaîde ragihand û navê koma xwe kire “Rêxistina El-Qaîde ya El-Rafidayîn (her du çem – Dîcle û Firat) ku di nava xelkê de wek “Rêxistina El-Qaîde ya Iraqê” dihate nasîn.

Bi armanca bihêzkirina rêxistinê El-Zerqawî komên çekdar ên ku li herêmên Iraqê yên sunnî mîna El-Enbar, Kerkûk, Selaheddîn, hin herêmên Babil, Diyala û Bexdayê ku Baqûba ji xwe re kiribûn paytext, li dora xwe kom kirin û Meclisa Şêwirdariya Mucahîdan a Iraqê ava kir.

Damezirînerê rastî kî ye?

Nivîskarê ku di mijara terorê de pispor e û nivîskarê pirtûka “DAIŞ: Di nava artêşa terorê de” Hesan Hesan, di gotareke di kovara The Atlantic de dibêje ku kesekî Iraqî heye ku ew hêza veşartî ya avakirina DAIŞ`ê ye.

Nivîskar wiha dibêje: “Dikare bê gotin ku bingeha DAIŞ`ê beriya êrîşa Amerîkayê bi demeke dirêj hatiye danîn, eger kesek berpirsyarê şêweyên rêvebirina komê hebe ew ne El-Zerqawî ye lê Ebdulrehan El-Qadûlî ye. Ew kesekî iraqî ye ji bajarê Nînewa ye, bi navê Ebû Eliyê Enbarî dihate naskirin. Ew piştî El-Zerqawî kesê duyemîn bû di nava rêxistina El-Qaîde ya Iraqê de. Wî bi şêweyekê ku kesekî din nikare, rêbaza DAIŞ`ê saz kir, desthilata wê ji ya El-Zerqawî kûrtir û dirêjtir bû.”

Nivîskar der barê mijarê de belgeyeke ji 93 rûpelan pêk tê û jiyana El-Enbarî vedibêje bi dest xistiye. Ebdulah, kurê El-Enbarî jînenîgariya bavê xwe nivîsiye da ku DAIŞ sûdê jê wergire, ev jînenîgerî sala 2016`an anku piştî kuştina El-Enbarî bi demeke kurt, di kovara heftane ya bi navê El-Neba ya DAIŞ`ê de bi zimanê erebî hate weşandin.

Nivîskar Hesan di gotara xwe de wiha dibêje: “Ji bilî jînenîgariya ku Ebdulah nivîsiye, rêzesemînerên ku El-Enbarî di navbera salên 2014-2015`an de dane, têbiniyên hevdîtinên bi endamên DAIŞ`ê û dijberên Sûriyê re, bûne çavkaniyên vê gotarê”. Eşkere ye ku El-Enbarî bandor li El-Zerqawî kiriye, li gorî nivîskar Hesan.

Ebdulrehman El-Enbarî kî ye?

El-Enbarî di sala 1959`an de ji malbateke Tirk li bakurê Iraqê ji dayik bûye û di derdoreke oldar de mezin bûye. Li enstîtuyeke bajarê Tileferê yê bakurê Iraqê şerîet xwendiye û dîplomaya lêkolînên îslamî ji Znîngeha Bexdayê wergirtiye. Bi lîderê DAIŞ`ê yê niha Ebû Bekir El-Bexdadî re çûye zanîngehê, di nava artêşa Iraqê de 7 salan leşkerî kiriye û tev li şerê di navbera Iraq û Îranê de bûye û fêrî zanînên leşkerî bûye. Piştî leşkeriyê li bajarokekî biçûk bi navê Muceme Barzan ku pir pêkhateyên olî lê dijîn, wek mamosteyê şerîetê xebitiye.

Di salên 90`î de vegeriya Tileferê û paşê careke din vegeriya bakurê Iraqê û tev li komên cîhadî yên Kurd “Ensar El-Îslam” bûye. Di sala 2002`yan de dema ku El-Zerqawî ji Afganistanê vegeriya Iraqê, piştî mehekê El-Enbarî li Bexdayê bi El-Zerqawî re civiya.

Piştî wê demê, El-Enbarî amadekariyên îsyanê kir, bi alîkariya fermadarekî artêşa Sedam Hisên yê bi navê Ebû Mislim El-Tirkmanî amadekariyên çek, endam û pereyan kirin. El-Tirkmanî jî paşê bû kesê sêyemîn di rêveberiya DAIŞ`ê ya li Iraqê de.

Piştî ku Ebû Bekir El-Bexdadî bû serokê DAIŞ`ê, El-Enbarê bi navê nû Ebû Suheyb El-Iraqî ji bo têkiliyên bi El-Qaîdeyê re hate erkdarkirin, her wiha wî erka propagandaya îdeolojîk a DAIŞ`ê jî girte ser xwe û biryara kuştina pîlotê Urdunî Muaz Kesasbe û şewitandina wî di bin çavdêriya wî de pêk hat.

Paşê El-Enbarî ji aliyê El-Bexdadî ve wek berpirsê diravî hate erkdarkirin, ji ber vê erkdariya xwe vê carê di navbera Sûriyê û Iraqê de diçû û dihat, di rêwîtiyekê de nêzî bajarê El-Şedadê yê Sûriyê yê li ser sînorê Iraqê hate kuştin. Li gorî jînenîgariyê artêşa Amerîkayê êrîşeke asmanî ji bo kuştina wî pêk anî, lê wî teqemeniya bi xwe re teqand û xwe kuşt.

Kuştina Ebû Museb El-Zerqawî

Roja 7`ê Hezîrana sala 2006`an Ebû Museb El-Zerqawî di êrîşeke asmanî ya hêzên Amerîkayê li ser maleke li nêzî Baqûba li parêzgeha Diyala ya Iraqê de hate kuştin.

Dewleta Iraqê ya Îslamî

Piştî kuştina El-Zerqawî bi mehekê anku roja 13`ê Cotmeha sala 2006`an, Meclisa Şêwirdariya Mucahîdan, damezirandina “Dewleta Iraqê ya Îslamî” rangihand, wê çaxê 7 parêzgeh digirtin nava xwe; Bexda, El-Enbar, Diyala, Kerkûk, Selaheddîn, Nînewa û beşeke Babîlê. Ebû Umer El-Bexdadî jî wek emîrê rêxistinê yê nû hate ragihandin.

Navê rast ê Ebû Umer El-Bexdadî “Hamid Daud Mihemed Xelîl El-Zawî” ye, di nava saziya ewlehiyê ya Iraqê de dixebitî, ji ber nêrînên xwe yên tundraw ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve sala 1985’an dihate xwestin. Ebû Umer emîrê koma bi navê “Ceyş El-Tayfa El-Mensûre” bû, paşê bû alîgirê El-Qaîdeyê li Iraqê û wek xelîfeyê El-Zerqawî hate destnîşankirin û navê wî bû Ebû Ebdela El-Raşîd El-Bexdadî.

Piştî mehekê Ebû Eyûb El-Misrî Meclisa Şêwirdariya Mucahîdan betal kir û tev li nava Dewleta Îslamî ya Iraqê bû. Meha Nîsanê sala 2007`an El-Misrî ku bi navê Ebû Hemza El-Mihacir dihate naskirin, bû wezîrê şer ê Dewleta Îslamî ya Iraqê.

Ebû Eyûb El-Misrî navê wî yê rast Ebdil Minim Izedîn El-Bedewî ye û ji Misrê ye. Çû Erebitana Siûdî û ji wir jî çû Afganistanê û dostanî da El-Zerqawî.

Kuştina Ebû Umer El-Bexdadî û hatina Ebû Bekir El-Bexdadî

Ebû Umer El-Bexdadî û Ebû Eyûb El-Misrî bi hev re Nîsana sala 2010`an hatin kuştin. Der barê kuştina wan de du çîrok têne gotin; serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malîkî wê çaxê got ku her du kes di çalakiyeke îstixbaratê ya li herêma Sersara li parêzgeha Selaheddîn li bakurê Bexdayê hatin kuştin. Lê Dewleta Îslamî ya Iraqê got El-Bexdadî û El-Misrî li herêma Sersara li malekê bûn, amadekariyên civîneke bi koma Ebû Bekir El-Sedîq re dikirin, di heman demê de dewriyeyeke artêşa Iraqê derbas bû, pevçûn derket, firokeyên Amerîkayê hatin û çend mal bombebaran kirin, mala ku El-Bexdadî û El-Misrî lê bûn jî hate bombebarankirin.

Piştî kuştina Ebû Umer El-Bexdadî Meclisa Şêwirdariya Mucahîdan ragihand ku Ebû Bekir El-Bexdadî bû emîrê Dewleta Îslamî ya Iraqê.

DAIŞ hişmendiya xwe ji ku digire?

Jêdera sereke ya hişmendiya DAIŞ`ê 2 oldarên kevn ên îslamê ne; yek jê Ehmed bîn Henbel (780-855) damezirînerê mezheba henbelî û zanyarê alî bi navê Îbn Teymiye ku piştî Bîn Henbel bi 500 salan hatiye dinyayê û di zindana Şamê de miriye. Ramanên van her du zanyarên olî bûye jêdera hişmendiya hemû tevgerên ku paşê derketine ku navê li wan tê kirin “mezhebên selefî” ku dixwazin rê û rêbazên “selefên salih” anku rêbaza bav û kalikan vegerînin.

Ramanên van her du kesan bandor li Mihemed Bîn Ebdilwehab kir ku sala 1703`yan li Necda Erebistanê ji dayik bûye. Wî rêbazeke hîn hişktir şopand û hewl da bi desthilatdariyên siyasî û leşkerî re peymanan girê bide da ku rêbaza xwe belav bike.

Seyîd Qutub û di sedsala 20`an de fikra selefîtiyê

Kesê ku rêbaza selefiyan veguhast sedsala 20’an jî zanyarê olî yê ji Misrê Seyîd Qutub bû ku di sala 1906`an de li Seîda Misrê ji dayik bûye û sala 1966`an bi tawana ku bi Îxwanan re (Îxwan El-Muslimîn) hewl daye Cemal Ebdilnasir bikuje, ji aliyê desthilatdariya Misrê ve hate darvekirin.

Qutub bû mîna pira di navbera ramanên Ebdilwehab û pêşiyên wî û nifşên nû yên cîhadiyan û rê li pêşiya derketina rêxistina El-Qaîde û yê piştî wê vekir.

Li gorî Seyîd Qutub rêya vegera îslamê şerê li dijî welatên Rojava û hevkarên wan ên li herêmê ye. Li ser wê jî ramanên kufirkirinê (tekfîr) tê pejirandin ku li gorî vê fikrê kesên misilman dikarin bêne kuştin û kuştina wan dibe erkeke olî.

Pisporê tevgerên îslamî Haşim El-Haşimî yê ji Iraqî der barê rayên DAIŞ`ê û komên berî wê derketine de wiha dibêje: “Ew pala xwe didine 2 tiştan; yek ramanên tekfîrê ku ji nivîsên Mihemed Ebdilwehab digirin û rêbazên Seyîd Qutub.”

cavkanî:ANHA

Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ-2 tev-dem.com/?p=4197
Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ-3 tev-dem.com/?p=4199
Ji destpêkê heta dawiyê DAIŞ-4 tev-dem.com/?p=4201