حركة المجتمع الديمقراطي

Ciwanên Rojhilata Navîn dê beşdarî konferansa ciwanan a li Kobanê bibin

6,053

Bajarê Kobanê yê Bakurê Sûriyê Konferansa 2`yemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn pêşwazî dike. Tê payîn ku konferans roja çarşemê bi tevlêbûna şandeyên ji welatên Rojhilata Navîn û piraniya dewletên erebî dest pê bike.

Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn, ciwanên Ereb, Kurd, Ermen, Suryan, Faris, Afgan û Tirk ji bo ku tev li Konferansa 2`yemîn a Ciwanan bibin ku dê di 20`ê Sibatê de li bajarê Kobanê were lidarxistin, hatin vexwendin.

Ciwan niha amadekariyên dawîn ên konferansê dikin. Tê payîn ku konferans li hola Navenda Çand û Hunerê bi dirûşmeya `Bi pêşeniya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve` li dar bikeve.

Ciwanên dewletên erebî tev li konferansê dibin

Endama Komîteya Amadekar Êva Îsa got Ciwanên Şoreşger ji tevahiya welatên Rojhilata Navîn wekî Tevgera Ciwanên Filistînê, Ciwanên Tunisê, Tevgera Xwendekarên Lubnanê, Ciwanên Iraqê, Ciwanên Lîbyayê û Tevgera Ciwanên Ermen hatine vexwendin.

Li gorî ku endama komîteya amadekar ragihandiye, di konferansê de tê payîn ku ciwan plansaziyên çalak ji bo rawestandina aloziyên Rojhilata Navîn deynin.

Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ji van rêxistin û partiyên ciwanan pêk tê; Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan, Partiya Muhafazakarên Demokratîk, Desteya Niştîmanî ya Ereb, Tevgera Ciwanên Ereb, Meclisa Sûriya Demokratîk, Kooperatîfên Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan.

Êva Îsa destnîşan kir ku dê di navbera 350 heya 400 kes beşdarî konferansê bibin û konferans dê 3 rojan bidome.

Hikumeta Herêma Kurdistanê tevlêbûna ciwanan di konferansê de asteng dike

Hikumeta Başûrê Kurdistanê roja duşemê tevlêbûna 30 ciwanan a di konferansê de asteng kir. Ew biryar rastî nerazîbûnan hat. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê piştî bûyerê daxuyaniyek da û kiryarên hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û wek dîktatoriyê li hember vîna gel û yekitiya ciwanan bi nav kir.

Beriya vê ajansa me nêrînên endamên Komîteya Amadekar li bajarê Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin. Endaman tekez kir ku mijara jin û destavêtina li ser wê li tevahiya Rojhilata Navîn dê bibe ji mijarên sereke yên konferansê di roja yekemîn de.

 

ANHA