حركة المجتمع الديمقراطي

KNK cejna kedkaran pîroz kir

7,577

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran peyamek weşand.

Di peyama KNK’ê de hate gotin, “Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi xwuhdana eniya xwe, bi keda xwe ya helal, 1’ê Gulanê kirine cejna xwe ya ‘Yêkîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê’ û vê gavê li seranserê dinyayê tê pîroz kirin. Bila Cejna 1’ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz be.”

KNK’ê diyar kir, 1’ê Gulanê di heman demê de cejna hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistaniyan e jî û ragihand, “Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî serê sedan salan e ji bo azadiyê, rizgariyê, jiyaneke dilşa û serbilind têkoşînê didin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin ya têkoşînê, cejna 1’ê Gulanê heq kiriye. Bila li wan jî pîroz be. Gerîlla û Pêşmergeyên doza mezin a Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar in û 1’ê Gulanê bila li wan jî pîroz be.

Cejna 1’ê Gulanê, li nav kanên ber û keviran, di kolan û derêxistina rejûya sedan kîlometre li binê erdî, li ser dîwarên xanî û avahiyan, li fabrîke û zeviyên çandinê û her çeperê xebata jiyanê hatiye qazanc kirin û bi têkoşîneke xurt û mezin bi dest ve hatiye. 1’ê Gulanê wekî cejn bi serê xwe, ked e, xwuhdan e, hêz e û enerjiya bîr û hizirî ya mirovahiyê ye. Rejimên zalim û zordar herdaîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derêxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, ne jî xelkê serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekiriye û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Xelkê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye.

Têkoşerî û berxwdêriya doza azadiyê û rizgariyê, karkerî û kedkariya herî mezin e û xelkê me divê bi hev re dakevin meydanan û hem cejna xwe pîroz bikin hem jî hêvî, xwezî û daxwazên xwe yên azadî, wekhevî û aştiyê bi dengekî bilind bêjin. Kurd û Kurdistanî di 1’ê Gulana îsal de jî bi wî ruhê têkoşêr û berxwedêr yê salan divê vê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz bikin ku ew jî parçeyekî wê dozê ne.

KNK 1’ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên cîhanê, li xelkê Kurd û Kurdistaniyan û hemû xelkên cîhanê pîroz dike.”