حركة المجتمع الديمقراطي

Sîhanok Dîbo: Nakokî bi Soçiyê re kûrtir bûn

2,310

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku bê nûnertiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civînên wekî Soçiyê tu encam dernakeve û wiha got: “Nakokiyên kûr di civîna Soçiyê de derketin pêş. Wê ev nakokî li hevkirinên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de bi dawî bike.”

Çaremîn civîna Soçiyê di 14’ê vê mehê de li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi tevlêbûna serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî pêk hat. Di civînê de gelek mijarên sereke wekî çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê, operasyona Idlibê, pêşketinên projeyên siyasî, mijara koçberan hatin guftûgokirin.

Têkildarî civîna Soçiyê endamê Meclisa Serokatiya  Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Sîhanok Dîbo ji ajansa me re axivî û anî ziman ku di civîna Soçiyê de îhtimala ku Rûsya ji bo operasyona Idlibê dîsa dem dabe Tirkiyê.

‘Di Soçiyê de gelek nakokiyên kûr derketin’

Dîbo di despêka axaftina xwe de bal kişand ser dema civîna Soçiyê û wiha axivî: “Soçî di dema ji bo projeya aştiya giştî li Rojhilata Navîn, Kongreya Warsawê  pêk hat de, hat lidarxistin. Civîna Soçiyê û Kongreya Warsawê bi hev re girêdayî ne. Rastiya Soçiyê wekî hat xuyakirin ku gelek nakokiyên kûr di navbera her sê aliyan de derketin pêş. Tevî ku girêdana wan her sê dewletan di milê aborî û siyasî de hebe jî lihevkirinên wan demkî ne. Armanca civînê veşartina nakokiyên siyasî û pêşîgirtina lûtkeyê ye.”

Dîbo destnîşan kir ku yek ji nakokiyên di navbera her sê aliyan de derketiye pêş, krîza Sûriyê ye û wiha axivî: “Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di civînê de dibêje pêwîst e gelê Kurd di pêşeroja Sûriyê de rolek sereke bigire. Ev gotinên Rûhanî balkeş in. Sedemên van gotinan jî xeta sêyem, siyaseta demokratîk û şêwazê pergala neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Pergala neteweya demokratîk ji bo krîza Sûriyê dibe çareseriyeke gelekî girîng. Neteweya demokratîk formula bo çareseriya krîza li Sûriyê ye.”

‘Hinceta Erdogan a “herêma ewle” bi bin ket’

Dîbo di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di civînê Soçiyê de “herêma ewle” ya ku Tirkiye qal dike jî hatiye guftûgokirin û wiha dewam kir: “Wekî tê dîtin Rûsya û Îran xwesteka Tirkiyê qebûl nakin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkeriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bike, bi avakirina qaşo herêma ewle dike rojevê. Dewleta Tirk herêmê ji kê diparêze? Ev herêm ji xwe parastî ye. Gefên Tirkiyê ewlehiya herêmê hedef digirin. Amerîka, Rûsya û Îran vê hinceta Erdogan qebûl nakin. Jixwe em tu carî tiştekî wisan qebûl nakin.”

‘Destûra Sûriyê bi şêwaza dagirkeriyê pêk nayê’

Dîbo anî ziman ku tu çareserî ji civînên wiha dernakevin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Em nikarin bibêjin ev civînên wiha nûnertî û çareseriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Komîteya destûra Sûriyê ne mimkun e ku bi van şêwazan were amadekirin. Heger mirov bala xwe bide ser 11 civînên Astana û 9 civînên Cinêvê hatin lidarxistin. Lê van civînan pirsgirêka Sûriyê çareser nekir. Ji ber ku nûnertiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî MSD’ê di van civînan de amade nebû yan jî hatin dûrxistin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji çareseriya pirsgirêka Sûriyê, ji Rêveberiya Xweser ditirse.”

‘Çareseriya pirsgirêka Sûriyê dê bi nûnertiya gel pêk were’

Dîbo destnîşan kir ku bêguman çareseriya pirsgirêka Sûriyê dê bi nûnertiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were û wiha dewam kir: “Gelê Sûriyê beriya 8 salan ji Deraa heya Qamişlo derketin qadan û banga guhertina pergalê kirin. Îro jî ew guhertin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Heger gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di amadekirina destûra Sûriyê ya nû de amade nebin, tu bandora wê destûrê nabe. Eger destûra Sûriyê bi wan şêwazan pêk were tu çareseriyê bi xwe re nayne. Wê parçekirin û aloziyê kûrtir bike. Dê komên terorîst û rejîmên desthilatdar ji wan aloziyan sûdê wergirin.”

‘Di Soçiyê de îhtîmal heye ku Rûsya dîsa dem bide Tirkiyê’

Sîhanok Dîbo têkildarî operasyona Idlibê ku di Soçiyê de hatibû guftûgokirin, wiha got: “Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser mijara Idlibê nakokiyên kûr derketin. Idlib ji aliyê çeteyên Cebet El-Nusra ve hatiye dagirkirin. Ya ku li Idlibê destekê dide çeteyan, Tirkiye ye. Tirkiye ketiye nav pêşerojeke tarî. Her wiha dewleta Tirk a dagirkir hewldanên rewatiya Cebet El-Nusra dike. Rêyek tenê li pêşiya Idlibê ye. Ew jî tunekirina çeteyan e. Beriya niha Rûsyayê ji bo valakirina Idlibê dem dabû dewleta Tirk. Lê ev dem derbas bû û tu operasyon li Idlibê pêk nehatin. Niha jî Rûsya dixwaze dest bi operasyonê bike. Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku hevkarê çeteyan e, naxwaze operasyon pêk were. Îhtîmalek heye ku Rûsya heya hilbijartinên Tirkiyê yên ku di Adarê de pêk werin, ji bo operasyona Idlibê dîsa dem bide Tirkiyê. Di encamê de dê şerekî dijwar li Idlibê biqewime. Her wiha ev nakokiyên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de dê lihevkirinên wan bi dawî bikin.”

 

ANHA