QAMIŞLO

Bi însiyetîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Rojava bi armanca avakirina yekitiya neteweyî ya kurdî û pêşîlêgirtina xetereyên ku hebûna gelê Kurdan li rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, duh li Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê ya li bajarê Qamişlo civînek hatibû lidarxistin.

Di encamnameya civînê de komîteyek ji 5 endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Rojava ku bi hemû partiyên Kurd re bikevin nava têkiliyan, hate avakirin. Endamên Komîteyê ev in: Endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, serokê Yekitiya Nivîskarên Sûriyê Dilawer Zengî, endamên Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ebdulkerîm Umer, Derya Remadan û mamosteyê Zanîngeha Rojava Silêman Ilyas.

Endamên komîteya ku bi partiyên Kurd re bikevin nava têkiliyan, îro saet di 11:00`an de di Navenda Desteya Karên Derve ya Herêma Cizîrê yekemîn civîna xwe li dar xist. Di civînê de, ji bo diyarkirina mekanîzmaya kar komîteyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Bêgûman roj bi roj rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî di rewşeke dijwar re derbas dibe. Dewleta Tirk a dagirker gefan li deskeftiyên gelê Kurd û Rêveberiya Xweser dixwe. Ji ber wê rewşê duh Konseya Rêveber a KNK-Rojava civînek li dar xist û komîteyek hate avakirin. Karê komîteyê ew e ku têkilî û danûstandin bi hemû partî û rêxistinên siyasî yên kurdî li Rojava re bike. Li ser bingeha yekrêziya tevgera partiyên kurdî, sazî û dezgehên civaka sivîl û pêkanîna mafê pêkhatêyên li Sûriyê kar bike.”

ANHA