Ji bo nirxandina girîngtirîn bûyer û geşedanên siyasî li Sûriyê û bi taybet li bakurê Sûriyê, bazar û lihevhatinên hêzên ku destwerdana Sûriêy kirine ku di nava sala 2018`an qewimîne, ajansa me bi berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl re hevpeyvînek çêkir.

Aldar Xelîl di destpêka axaftina xwe de sedemên dagirkirina Efrînê nirxandin û wiha got: “Sala 2018`an bi êşa Efrînê dest pê kir ku awayekî hovane ji aliyê dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Sala ragihandina şerê li dijî Efrîn û Rojava û tevahiya bakurê Sûriyê bû. Tê zanîn ku Efrîn nimûneya jiyana aştiyane û demokrasiyê bû, ji herêmên herî ewle bû li Sûriyê, xwediyê sîstema demokraîk a ser bingeha neteweya demokratîk û jiyana hevbeş bû. Lewma ji hemû deverên Sûriyê koçberan xwe li wir girt, êdî hejmara koçberan ji ya welatiyên xwecih zêdetir bû.

Lê dagirkeriya Tirk ev nimûneya demokrasiyê nepejirand, jixwe Tirkiye û hemû sîstemên hegemon sîstemeke ku gel xwe bi rêve bibe, napejirînin. Tirkiyê bi êrîşa li dijî Efrînê xwest projeya demokratîk ya li bakurê Sûriyê têk bibe, lewma komên çete bi kar anîn da ku cudahiyê di nava civakê de çêke û li tevahiya herêmê tevliheviyê pêk bîne.

Dagirkirina Efrînê di encama bazara Tirkiye û Rûsyayê û erêkirina Amerîkayê de pêk hat

Rûsyayê ev armancên Tirkiyê ji xwe re bi kar anîn û di mijara Efrînê de xwest sûdê jê wergire û hin peymanên bazirganî bi Tirkiyê re pêk bîne. Yek ji wan jî bazara kirîna çekan bû, her wiha xeta gaza Rûsyayê dê di ser xaka Tirkiyê re derbasî Ewropayê bibe, Tirkiyê dê benderên xwe ji keştiyên Rûsyayê re veke, Tirkiye dê piştgiriya komên îslamî yên li Rûsya û Çeçenistanê yên li dijî desthilatdariya Pûtîn neke. Her wiha hin lihevhatinên girêdayî Sûriyê jî hebûn ku Tirkiyê êdî şerê rejîmê neke û têkiliyên di navbera Erdogan û rejîmê de vegerin mîna berê û têkbirina projeya demokratîk li Bakurê Sûriyê bi destê Tirkiyê.

Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî jî li hember vê bazarê bê deng bûn ji ber ku Amerîka ji desthilatdariya Rûsyayê ya li rojavayê çemê Firatê ne razî bû, lewma dema ku Tirkiyê bi Rûsyayê re lihevhatin pêk anî, Amerîka bê deng bû, wê dixwest hevalbendê wê yê NATO’yê li kêleka Rûsyayê li wan deveran be, wê digot çawa be jî Tirkiye hevalbendekî stratejîk e, lewma tu pirsgirêk tune ku herêmên rojavayê Firatê û Efrînê dagir bike. Em dikarin bibêjin Rûsya hate xapandin, ji ber ku Rûsyayê bawer nedikir ku Amerîka dê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re biparêze, ji bîr kir ku têkiliyên wan stratejîk in, ne demkî ne mîna yên Tirkiye û Rûsyayê.

Berxwedana Efrînê dîrokî bû û heta rizgarkirinê dê dewam bike

Li hember wan komplo û lihevhatinan li Efrînê berxwedaneke mezin bi pêş ket. Di pêvajoya yekemîn de 58 rojan dewam kir, tevî hemû çekên pêşketî û balefirên şer ên Tirkiyê û tevî piştgiriya Rûsyayê û rejîmê ku herêm xistin bin dorpêçê. Lewma pêwîst e em her dem şehîdên wê berxwedanê bi bîr bînin, ji ber ku ew bûne sembola parastina rûmetê û sembola lehengî û fedakariyê û dê berxwedana wan di rûpelên dîrokê de bê nivîsandin.”

Ragihandina Rêveberiya Xweser pêngaveke girîng bû ji bo têkbirina komployan

Der barê pêşketin û geşedanên dawîn ên rêvebirî û siyasî de, Aldar Xelîl da zanîn ku xebatên avakirina rêveberiya Bakurê Sûriyê beriya dagirkirina Efrînê dest pê kirin, li gorî planê pêwîst bû 3 hilbijartin bêne kirin, 2 jê pêk hatin û yek ma, lê ji ber êrîşa li dijî Efrînê hilbijartin rawestiyan, paşê dîsa xebatên avakirina rêveberiyê dest pê kirin. Ev xebat ji bo dewamkirina destkeftiyên şoreşê pêwîst bû, her wiha da ku bê zanîn ku êrîşên dijminan û planên wan dê meşa şoreşê û hêviya avakirina civak azad û demokratîk asteng nekin, lewma li kêleka berxwedana leşkerî pêwîst bû têkoşîna rêxistinî û siyasî jî dewam bike û herêmên rizgarkirî bêne birêxistinkirin, ji ber ku ew herêm bê rêxistin û sazî bûn, pêwîst bû rêveberî der barê van herêman de berpirsyariyên xwe pêk bîne û hemû awayên alîkariyê pêşkêş bike.

Hevdîtinên Sûrî-Sûrî tekez kir ku armanca me çareserkirina aloziyê ye

Xelîl der barê her du komcivînên diyalogên Sûrî-Sûrî de jî axivî û diyar kir ku van komcivînan rastiya projeya bakurê Sûriyê da xuyakirin ku ew li çareseriyeke ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê digerin bêyî ku kesî paşguh bikin û wiha dewam kir: “Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) rêyên hevgihînê bi opozîsyona hundir û bi Şamê re vekir, lê mixabin wê demê rejîma Sûriyê tu pêngavên berçav di vê derbarê neavêtin, lê her du komcivînên diyalogê tekez kir ku  armanca xwediyên projeya Bakurê Sûriyê ew e ku ji bo çareseriyeke mayînde û yekitiya Sûriyê li çareyekê digerin û projeya wan nûneriya hemû pêkhateyên Sûriyê dike.”

TEV-DEM’ê ji bo avakirina helwesta kurdî ya hevbeş pêngavên girîng avêtin

Her wiha Xelîl bal kişand ser xebatên TEV-DEM’ê yên sala 2018`an û diyar kir ku TEV-DEM`ê di hêla birêxistinkirina civakê de pêşketinên mezin pêk anîn û di qada kurdî de roleke pîroz girte ser xwe, ji dema avakirina desteya bilind û lêvegera siyasî de, paşê gelek têkilî pêk anîn û nêrînên partiyên siyasî yên Kurd nêzî hev kirin. Wan partiyan jî paşê cihê xwe di nava Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakurê Sûriyê de girt. Xelî da zanîn ku piraniya partiyên siyasî îro beşdarî projeya Bakurê Sûriyê bûne.

Partiyên ku li kêleka dijminên gelê xwe cih girtin, divê li siyasetên xwe vegerin

Aldar Xelîl wiha pê de çû: “Hin partiyan rêyeke din hilbijart û tev li koalîsyona girêdayî Tirkiyê bûne, ew ne partiyên bêalî ne ku em bibêjin TEV-DEM`ê ew paşguh kirine yan têkilî bi wan re nekiriye, ev li dijî gelê me ne. Mînak; armanca Tirkiyê eşkere ye, ew jî tunekirina Kurdan li hemû deveran, koalîsyona Sûrî me wek dijmin nas dike, Tirkiyê bi navê koalîsyonê Efrîn dagir kir, ev partî jî endamên koalîsyonê yên fermî ne, ne ku alîgirên wê ne ku em karibin bi wan re bikevin nava têkiliyan û wan vegerînin mala kurdî. Îro biryar ne di destê wan de ye, wan xwe xistiye bin fermanên Tirkiyê û koalîsyonê, wê çawa li gel aliyê dijmin bin û di heman demê de li aliyê din bin? Di vê mijarê de pêwîst e ev partî hilbijêrin ka wê li kîjan alî bin, wan jî aliyê Tirkiyê û koalîsyonê û aliyê li dijî Kurdan û projeya Rojava û Bakurê Sûriyê hilbijartine.”

Hemû hêzên navneteweyî ku destwerdana Sûriyê kirine, naxwazin alozî bi dawî bibe

Der barê siyasetên navdewletî yên li ser Sûriyê û herêmê de Aldar Xelîl wiha got: “Bi rastî hêzên cîhanî û neteweyên yekbûyî eger bixwazin aloziya Sûriyê çareser bikin, dikarin di rojekê de vê yekê bikin, em bala xwe bidinê heta niha ji bo aştiya li Sûriyê tu deng ji wan derneketiye, berovajî wê li ser axa Sûriyê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rê ve dibin. Dema ku dibînin dê rewş aram bibe pirsgirêkeke din derdixin da ku dîsa tevlihevî çêbe û temenê aloziya Sûriyê dirêj bikin. Armanca wan ew ku pirsgirêkên xwe yên xwecih li ser hesabê gelên me çareser bikin, li aliyekî din jî xwe li ser van şeran û xêrûbêrên herêmê didin jiyandin, lewma em dibînin ku Amerîka û Rûsya û dewletên Ewropayê çavên xwe ji gelek rastiyan re digirin û guh nadin mafên gelan û daxwazên wan ên rewa, ji ber armanca wan a sereke berjewendiyên wan in. Lewma pêwîst e em bizanin ku ev dewlet naxwazin aloziya Sûriyê bi awayekî bingehîn çareser bibin û tu çareyê ji Sûriyê re pêk naynin û eger em qedera Sûriyê bihêlin di nav destê wan de, dê ev alozî heta dawiyê dewam bike.”

Biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê ne ya Trump û ne bi xwesteka Erdogan e, ji cihên biryarê yên cîhanî derketiye

Aldar Xelîl behsa biryara vekişîna hêzên Amerîkayê jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev biryara dawîn a Trump ne biryareke ji nişka ve ye ku Trump bi tenê daye. Ew biryareke bi zanebûn û ji aliyê navendên çêkirina biryaran ên cîhanî ve hatiye dayîn, Trump tenê berdevkê wê biryarê ye. Wekî me got armaca wan dirêjkirina dema aloziya Sûriyê û dewamkirina şeran e, ji ber ku pir sûdên siyasî û aborî jê werdigirin.

Mijar ne mîna ku Erdogan radigihîne, ku dibêje biryara Trump û bi daxwaza Tirkiyê ye. Trump tenê biryar eşkere kir, ango Amerîka û hêzên cîhanî dixwazin sûdê ji fobiya Erdogan a li dijî Kurdan bigirin û wî ji bo siyasetên xwe li herêmê bi kar bînin.

Amerîka dizane eger Tirkiye bikeve Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû planên wan ên berê dê têk biçin, eger ev yek ne bi lihevkirin be. Amerîka dibêje ew ji bo tunekirina DAIŞ`ê û derxistina Îranê ji herêmê hatiye Sûriyê, eger bê plan derkeve û ji Tirkiyê re bihêle ev tê wê wateyê ku Îran dê li Sûriyê bi hêz bibe û gefên li dijî Îsraîlê zêde bibin û di encamê de hemû herêm dê bikeve bin desthilatdariya Rûsyayê. Her wiha DAIŞ li Sûriyê hîna tune nebûye, hatina Tirkiyê dê DAIŞ`ê zindî bike, em ji bîr nekin ku li Bakurê Sûriyê bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê hene. Eger Tirkiye êrîşî van herêman bike, wê çi bi serê van girtiyan? Wekî din Erdogan dîktatorek e, eger wî berdin ser herêmê dê hewl bide Mîsaqî Millî pêk bîne û axa Sûriye û Iraqê dagir bike, ev jî dê aloziyeke nû li herêmê bi tevahî çêke ango ev hêzên cîhanî hemû jî naxwazin aştî û sîstemeke demokratîk li herêmên me ava bibe, wê Tirkiye û hêzên din jî ji bo berjwendiyên xwe bi kar bînin, li ser hesabê jiyan û ewlehiya gelên herêmê.”

Berovajî rewşa Efrînê pir sedem hebûn ku raya giştî ya cîhanê li dijî gefên Tirkiyê derkeve

Xelîl da zanîn ku pir cudahî di navbera rewşa Efrînê û ya herêmên rojhilatê Firatê de hene, van cudahiyan bandor li raya giştî kir û hin dewletan piştgiriya xwe ji bo QSD’ê dewam kir û biryara vekişîna Amerîkayê şermezar kir. Xelîl ev cudahî wiha rêz kirin: “Herêma Efrînê û asîmanê wê di bin desthilata Rûsyayê tenê de bû, lê rojhilatê Firatê di bin çavdêriya hêzên hevpeymanê de ye. Qada herêmên rojhilatê Firatê fireh e, pir pêkhate û gel lê dijîn. Ne mîna Efrînê ye ku piraniya nişteciyên wê Kurd in, her wiha li herêmên rojhilatê Firatê gelek tevgera diplomasiyê pêk hat. Ji ber ku Efrîn dorpêçkirî bû û derfet nebû ku gelek şandeyên derve biçin wir û rewşê ji nêz ve nas bikin, lê bakur û rojhilatê Sûriyê vekirî bû û gelek şande hatin serdana herêmê û rewş ji nêz ve şopandin û aramî, aştî û jiyana hevbeş dîtin. Her wiha herêmên ku QSD’ê rizgar kirin, herêmên rojhilatê Firatê bûn. Li wir bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê hene, ev jî cihê tirsê ye li cîhanê eger hatin berdan an jî ji girtîgehan reviyan. Cîhan van tiştan hemûyan dibîne û dibêje QSD`ê ev herêm û gelên van herêman rizgar kirine, li şûna ku her kes spasiya wan bike û piştgiriya wan bike, berovajî wê Amerîkayê bi vî awayî pişta xwe da wan, lewma helwestên cîhanê bi piranî li aliyê QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê û rojhilatê Firatê bûn.

Me ji bo Efrînê di hêla dîplomatîk de kêmasî kir

Aldar Xelîl der barê rewşa Efrînê de xwe rexne kir û wiha pê de çû: “Di tevgera siyasî û diplomatîk de beriya êrîşên li dijî Efrînê kêmasî hebû û ne wekî tê xwestin bû. Sedemên vê jî ew e ku Rûsya wê demê ji me re tekez kir ku ew nahêlin Tirkiye êrîşî Efrînê bike. Heta kêliya dawîn jî baregehên xwe yên leşkerî li Efrînê hiştin û beriya êrîşê bi demeke pir kin hêzên xwe kişandin. Lewma derfeta tevgera diplomatîk êdî nemabû, lê di rewşa gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Amerîkayê helwesta xwe zû eşkere kir, vê rê li pêşiya me vekir ku em tevgereke berfireh a siyasî û dîplomatîk bikin, vê tevgerê jî heta radeyekê bandor li raya giştî kir.”

Divê gel helwesta xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyê nîşan bide

Aldar Xelîl diyar kir ku divê hemû gelên Sûriyê û bi taybet gelên Bakurê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê bibin yek û dengê xwe bi hemû awayan bigihînin raya giştî û wiha got: “Divê gelê Sûriyê bizane gefên Tirkiyê ne li dijî pêkhateyekê ne yan li dijî partiyekê. Ew li dijî Sûriyê tevahî û hemû pêkhateyan in. Ji ber ku armanca sereke ya dagirkeriyê parçekirina ax û gelê Sûriyê ye û Sûriyê tev li Tirkiyê bike. Lewma pêwîst e tevahiya gelên Sûriyê li dijî gefan rawestin û berpirsyariya xwe pêk bînin. Bi hemû awayan berxwedana leşkerî û siyasî, perwerde û bihêzkirina çeperên parastinê û hemû pêdiviyên din ên seferberiya li dijî dagirkirina axa me û pêşîlêgirtina komkujiyan.”

Yên ku bi tankên dijmin welatê xwe dagir bikin û gelê xwe bikujin, xayîn in

Aldar Xelîl bang li tevahiya gelê Sûriyê kir ku li dijî koalîsyona Sûriyê ya ku piştgiriya dijmin dike û li ser tankên dijmin welatê xwe dagir dike û gelê xwe dikuje, helwestê nîşan bide. Xelîl got mirov tenê dikare navê xayînan li wan kesan bike.

Aldar Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê gelê me bizane ku buhayê azadî û rûmetê giran e, yê ku ji bo azadiya xwe tê dikoşe, divê jê re amade be. Gel bêyî fedakarî û bê vîna mezin nikare azadiyê bi dest bixe.”

 

ANHA