QAMIŞLO

Bi hezaran malbatên şehîdên herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiryê, meşek lidar xistin.

Meş ji çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo dest pê kir. Di meşê de dayik, bav, zarok û hevjînên şehîdan wêneyên şehîdên ku di encama berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ`ê, komên çete û artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne, hildan.

Her wiha pankartên bi nivîsên,”Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”, “Bi saya xwîna şehîdên xwe em ê nirxên mirovahiyê biparêzin”, “Divê herêm li pêşiya firîna balafiran were qedexekirin” û ala YPJ/YPG û QSD`ê hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan, kujer Erdogan, silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de û silavkirina berxwedana şervanan di eniyên şer de, hatin berzkirin.

Meş li pêşiya Komseriya Neteweyên Yekbûyê (NY) ya mafê mirovan a bajarê Qamişlo veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek ji raya giştî re hate dayîn. daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Malbatê Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ebid ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em weke malbat, dayikên şehîdên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li mirovên azad, rêxistin, saziyên cîhanê ku bi navê mafê gelan, azadî û wekheviyê dikin ku li dijî qikirin û kuştinê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser me tê ferzkirin, bisekinin.

Divê ku hemû cîhan binpêkirinên dewleta Tirk nas bike û zanbin ku tu feq û cûdatî di navbera wan û çeteyên DAIŞ`ê de tune ye. Li Efrînê roj bi roj kuştina sivîlan zêde dibe. Qirkirina etnîk û şerê qirkirinê tê kirin. Ji bo ku karîsetên mirovahî pêk neyên û ji bo ku careke din çeteyên DAIŞ`ê vejîn nebin, em bang li NY`yê û civaka  navdewletî dikin ku li dijî sûcên mirovahî ku li Efrînê pêk tê û binpêkirin ku li herêmên me diqewimin, bisekinin.”

Ji ber vê yekê em van daxwazan ji NY dikin:

1-Herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya firîna balafiran werin qedexekirin.

2-Êrîşên ku werin kirin weke binpêkirinên zagonên navdewletî û dagirkeriyê werin diyarkirin.

3-Rêxistinên mafê mirovan bişînin Efrînê û binpêkirin ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne kirin, werin belgekirin.

4-Rêveberiya Xweser tev li diyalogên Cenevê û komîteya nivîsandina destûrê, bibe.

Di dawiyê de em weke malbat, dayik, bav û hevjînên şehîdan me zêdeyî 8 hezar şehîd di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê da. Şehîdên me ji bo azadiya mirovahiyê canê xwe feda kirin. Em deyîndarên wan in. Divê hemû rêxistinên navdewletî parastina destkefiyên ku bi saya têkoşîna şehîdan hatine bidestxistin, bikin. Em careke din soza parastina xaka xwe nû dikin. Em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin û heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.”

Piştî daxuyaniyê şandeyek ji Meclisa Malbatên Şehîdan derbasî navenda Rêxistina NY`yê ya mafê mirovan a bajarê Qamişlo bû.

Piştî ku şande ji navendê derket, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî diyar kir ku rêxistina NY`yê ya mafê mirovan teqez kir ku ew ê dengê wan bighînin hemû aliyên peywendîdar. Her wiha got wan belgeyên binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêxistina NY`yê re pêşkêş kirin.

Welîda teqez kir ku ew gelekî berxwedêr in, ji bo parastina xaka welatê xwe dê heta dawiyê li ber xwe bidin û ji bo azdiya xwe tu carî gavan bi paşde navêjin.

ANHA