حركة المجتمع الديمقراطي

‘Divê destûreke wekî ya Rêveberiya Xweser were amadekirin’

639

Pêkhateyên Serêkaniyê diyar kir ku ev 7 sal e di bin banê Rêveberiya Xweser de, hemû beşên civakê dest daye hev, di rêveberiyeke hevpar de xwe bi rê ve dibin, Rêveberiya Xweser hemû beşên civakê temsîl dike, eger pêşerojek ji bo gelên Sûriyeyê bên avakirin, divê destûrek wekî ya Rêveberiya Xweser demokratîk be.

Serêkaniyê yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ku di kantona Hesekê ya herêma Cizîrê de cih digire. Bajarê herî dîrokî û xwedî pêkhateyên cuda ye. Li Serêkaniyê  pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Êzîdî û Çeçen bi hev re dijîn. Ji beriya Şoreşa Rojava wek hemû bajarên Sûriyeyê, Serêkaniyê jî bi yek reng, yek rêveberî û yek ziman dihat rêvebirin. Piştî ku Şoreşa Rojava dest pê kir, ji bo rêveberiyeke demokratîk pêkhateyên din jî tev li şoreşê bûn û ev 7 sal e bi çand, ziman, bawerî û rengê xwe di nava rêveberî û hemû aliyên civakê de cih digirin.

Di van demên dawîn de ku hêzên hegemon ên ji derve dixwazin ji bo gelê Sûriyeyê destûrekê amede bikin, pêkhateyên Serêkaniyê dixwazin di bin Rêveberiya Xweser de destûrnameyekê ku rengê her pêkhateyî tê de cih bigire were amedekirin.

 ‘Mafê gelê Suryan di Rêveberiya Xweser de parastî ye’

Yek ji kesên pêkhateya Suryan ku di Rêveberiya Xweser de cih digire jî cîgirê hevserokên meclisa bajarê Serêkaniyê  Can Yeqûb e. Can diyar kir ku piştî Rêveberiya Xweser hat avakirin wan wek pêkhate bi bawerî û rengê xwe tê de cih girt û wiha got: “Em niha bi pêkhateyên din re wekhev di kar û xebatan de cih digirin. Em hemû pêkhate ji bo civakê dest didin hev. Em bi vê rêveberiyê keyfxweşin, ji ber rêveberiyek demokratîk e. Wek pêkhateya Suryan di nava Rêveberiya Xweser de mafên me parastî ne.” Can destnîşan kir ku eger destûrek ji bo Sûriyeyê bê amedekirin, divê mafê her pêkhateyî tê de hebe û ew jî wek Suryan xwe tê de bibînin.

 ‘Ji bo welatekî demokrat, rêveberiyeke demokratîk pêwîst e’

Ji pêkhateya Ereb jî, cigirê hevserokatiya meclisa herêma Serêkaniyê Mihemed Remezan girîngiya Rêveberiya Xweser ji ajansa me re vegot. Mihemed ev tişt destnîşan kirin: “Rêveberiya Xweser bingeha biratiya gelan e. Her pêkhateyek di nava civakê de xwedî maf e. Eger pêşerojek ji bo Sûriye yê were amedekirin divê her pêkhate, her bajar û kantonê bê parastin. Ji bo bibe rêveberiyek demokratîk û welatek demokrat were avakirin.”

 ‘Rêveberiya Xweser hemû beşên civakê temsîl dike’

Ji pêkhateyên Kurd jî endamê meclisa bajarê Serêkaniyê Mistefa Cewher da zanîn ku piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê gel dest bi xwe rêvebirinê kir û wiha got: “Vê rêveberiyê hemû beşên civakê temsîl kirin. Heta niha jî gel ji vê rêveberiyê razî ye, ji ber ku her kes xwe tê de dibîne.”