حركة المجتمع الديمقراطي

Bû şahidê yekem sûcê çeteyan li Reqayê

894

REQA – Şahidê yekem sûcê çeteyên DAIŞ`ê yê li Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve bi şêwazekî hovane hat êşkencedan, vê yekê kir ku di hundirê wî de ruhê tolhildanê were afirandin.

Bi hincetên pir û cûda zarokê 13 salî yê bi navê Ebdulezîz ê ji bajarê Reqayê, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve zêdeyî 50 carî, dema bajarê di bin dagirkiriya çeteyênDAIŞ`ê de ji aliyê çeteyan va hate girtin.

Ebdulezîzê her carê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve dihate girtin, bi sûcên cûda wek firotina cuxereyan, diziyê û gotina straran, dihate sûcdarkirin, her wiha çeteyan wek kafir jî ew binav kirin.

Ebdulezîz diyar kir ku dema di zîndanê de bû û bi sûcê diziyê hatiye girtin, çeteyan gefa qutkirina destên wî xwarin û wiha domand: ʺEz bi diziyê hatim sûcdarkirin û agahiya min ji tu tiştî tunebû,dema di zîndanê de bûm destên min girtin û gef dan ger li ser diziyê îtiraf nekim dê destê min bibirin, min dizî nekir lê gelekî tirsiyam, destên min nebirîn lê bi boriyê avê ku çeteyan navê El-Exder El-Ibrahîmî bi navdikirin, îşkence dikirim.ʺ

Ebdulezîz bi nav gotinan êşa xwe ya di zîndanê de anî ziman:ʺ di serî de bi tenê di zîndanê de bûm, lê dema çeteyan zarokên bi temenê min zîndan kirin,  soza îşkencedana min dereng dima, wan tevahî zarokên zîndankirine ku ji tememê min û bi çûktir bûn, îşkence dikirin.ʺ

Şahidê yekemîn sûcê çeteyan bû

Ebdulezîz destnîşan kir ku ew li ser yekemîn sûcê ku çeteyên DAIŞ`ê  derheqê şêniyan de dikirin, şahid bû û wiha got:ʺ Min di kargeheke piskwîtan de dixebitîm, ji nişkave komek çete hatin û li pê çavên min serê zilamekî pîremêr jêkirin, ji ber wê yekê min wê şevê nikarîm xwe bikim û nikarîm 2 rojan nan bixwim. Tiştê dikarim bêjim ewe ku piştî min sûcên wan dîtin, di her tiştî de li dijî wan bûn, ji ber vê yekê her 2 rojan zîndan dikirim, wan dizanên ku ez ji wan hez nakim û ne dixwezim ew di nav mede bin.ʺ

Bi tolhildanê difikirî

Zarokê bi navê Ebdulezîz ku berî hefteyekê ji malbatê reviya û niha di kampa Eyn Îsa de bi cih dibe, nikare êş û sûcên terorîstiyên çeteyên DAIŞ`ê derheqê wî û her zarokekî û şêniyên Reqayê de dikirin ji bîr bike, her car ew sûc tên bîra wî û gotina di serî de dibêje jî ʺ Tolhildaneʺ.

Ebdulezîz wiha domand:ʺ Rojek bê ezê ji çeteyên DAIŞ`ê ku ez û şêniyên bajarê min îşkence dikirin, tol hildim.ʺ