حركة المجتمع الديمقراطي

‘Divê Rêveberiya Xweser di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de neyê paşguhkirin’

607

Ebd Selam Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava hebûna xwe ya siyasî û leşkerî îsbat kir. Ehmed bi bîr xist ku dema behsa çareserkirina aloziya Sûriyeyê bê kirin, divê Rêveberiya Xweser neyê paşguhkirin.

Ji rêveberên Buroya Têkiliyên Giştî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdselam Ehmed destnîşan kir ku piştî israrkirina hêzên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo parastina herêmên Rojava di hemû aliyan de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21`ê Çileya 2014`an de hate îlankirin.

Ehmed da zanîn ku Rêveberiya Xweser hemû ol, pêkhate û neteweyan (Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen) di nava xwe de dihewîne û hemû pêkhateyan bi hev re hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser nivîsand.

Rêveberiya Xweser ewlehî û aramî li Rojava peyda kir

Ehmed bi bîr xist ku bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ewlehî û aramî li herêmên Rojava pêk hat û hemû komên çete DAIŞ ên ku hewl didan îradeya gelan têk bibin, şikandin û wiha pê de çû: ʺRêveberiya Xweser dikaribû hemû pêdiviyên gel bi cih bîne û pirsgirêka bêkarî çareser bike.ʺ

Ji rêveberên Buroya Têkiliyên Giştî ya TEV-DEM`ê di berdewama axaftinên xwe de, bal kişand ser rola QSD`ê ya rizgarkirina piraniya Bakurê Sûriyeyê ji çeteyan anî ziman û got li wan herêman meclisên herêmî û Rêveberiya Xweseriya Sivîl hatin îlankirin.

Ebdselam Ehmed girîngiya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi bîr xist û wiha got: ʺDema behsa çareserkirina aloziya Sûriyeyê were kirin, dive Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Sivîl neyên paşguhkirin, ji ber dikaribûn parastina hemû herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bikin. Bi gotineke din rewşa herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ne wekî herêmên di bin kontrola muxalefetê de bû.ʺ

Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev tiş anîn ziman: ʺLi herêmên di bin kontrola muxalefetê de, hemû projeyên wê têk çûn û li wan herêman şerê mezhebî dest pê kir û gihaşt asta şerê navxweyî. Lê li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jiyana hevbeş a xwe dispêre qebûlkirina aliyê din hebû. Em hêvî dikin ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li tevahiya herêmên Sûriyeyê were bicihanîn.ʺ

Ebdselam Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava hebûna xwe ya siyasî û leşkerî îsbat kir.