حركة المجتمع الديمقراطي

Binpêkirinên dagirkera Tirk li Efrînê didomin

675

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 3 sivîl ji herêma Reco û navçeya Şera li Kantona Efrînê revandin. Çavkaniyan diyar kirin ku artêşa Tirk ji bo serbestberadana wan 15 milyon lîreyên Sûriyeyê xwestine. Ji aliyê din ve çeteyan agir bi zeviyên gundê Xilalka yê girêdayî navçeya Bilbilê xistin.

Çavkaniyek ji herêma Reco ji nûçegihanê ajansa me re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê îro welatiyên bi navên Mihemed Osman Meimo 40 salî û Reşîd Şêxo 45 salî ji gundê Şediya revandin û birin cihekî ne diyar.

Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ji bo serbetberdanan wan kesên ku revandine 10 milyon lîreyên Sûriyeyê weke fîdye dixwazin.

Li gorî heman çavkaniyê ku agahiyên xwe ji malbatên welatiyên hatine revandin gotin ku her du welatî bi awayekî hovane tê êşkencekirin ji bo  ku malbat neçar bimînin û fîdyeyê bidin

Çavkaniyek ji gundê Mariskê yê navçeya Şera artêşa Tirk welatiyê bi navê Fewî Xelîl revandin û birin cihekî ne diyar.

Heman çavkanî da zanîn ku dagirkera Tirk ji bo serbest berdanaFewzî 5 milyon lîreyên Sûriyeyê dixwaze..

Ji aliyekî din ve, çavkaniyek ji gundê Xilalka yê girêdayî navçeya Bilbilê ragihand ku dagirkera Tirk û çeteyên wê(Ehrar El-Şam û Firqêt El-Hezmzat) agir bi zeviyên gund xistin. Çavkanî wêneyên  şewitandina daran bi me re parve kir.