حركة المجتمع الديمقراطي

‘Diyalogên navxweyî dê çarenûsa Sûriyeyê diyar bikin‘

606

Rewşenbîr û bijîşkên herêma Cizîrê hevdîtinên rayedarên MSD‘ê û rêjîma Sûriyeyê wek gaveke erênî nirxandin û diyar kir ku diyalogên Sûrî-Sûrî nûnertiya sûriyan dikin û dê bibin çareseriya herî guncaw a aloziyê.

Bijîşk Silêman Yasir ê ji bajarê Qamişlo û kesayetê rewşenbîr Dawud Şamûn, her wiha çalakvan Hesen Esaf di hevpeyvîneke li gel ajansa me de girîngiya lidarxistina danûstandinan li ser asta Sûriyeyê vegot.

Silêman Yasir hevdîtinên di navbera heyeta Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyeyê de wek gaveke girîng nirxand û anî ziman ku hemû hevdîtinên di navbera aliyên Sûrî de gavên pir baş in, ji ber ku dûrî berjewendiyên hêzên herêmî û navdewletî ne. Yasir wiha got: “Alozî di hundir de çareser dibe.”

Silêman Yasir, tekezî li ser girîngiya avakirina komîteyan kir da ku danûstandin serkeftî bi encam bibin û wiha bi lêv kir: “Avakirina komîteyan biryarek e di cih de ye, bi rêya komîteyan MSD û rêjîm dikarin çareseriyê bi dest bixin û dê çarenûsa gelê Sûriyeyê diyar bike, lê heke îradeya gel di ber çavan re neyê derbaskirin, hemû danûstandin dê encamê negirin.”

Silêman Yasir di berdewama axaftina xwe de li ser destwerdanên derve di karûbarên Sûriyeyê de axivî û got ku destwerdanên derve aloziyê kûrtir dikin û wiha domand: “Dewleta Tirk beşeke mezin ji axa Sûriyeyê dagir kiriye. Dewletên derve jî tenê ji bo berjewendiyên xwe mudaxeleyê di karûbarên Sûriyeyê de dikin.”

Rewşenbîr Dawud Şemûn jî ji aliyê xwe ve anî ziman ku diyalogên hundirîn dê encamên erênî ji bo gelê Sûriyê bînin û destnîşan kir ku pêwîst e giraniya diyalogan li ser çareserkirina aloziyê û yekrêziya gelê Sûriyeyê be. Şemûn girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Sûrî û pêşkêşkirina çareyan bêyî destwerdana derve destnîşan kir û anî ziman ku ne ji mafê kesî ye ku dest di Sûriyeyê werde.

Çalakvan Hesen Esaf jî wiha got: “Divê gelê Sûriyeyê bi xwe pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike û li hev kom bibin da ku bigihîjin lihevkirinê û çareseriyekî ji aloziya heyî re peyda bikin. Mudaxeleyên derve aloziyê bi dawî nakin.”