حركة المجتمع الديمقراطي

‘Îdiayên der barê radestkirina herêman de ne rast in‘

652

Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî, bi taybet hevdîtinên di navbera MSD‘ê û Rêjîma Sûriyeyê de civînek li dar xist.

Civîn li hola civînan a navçeya Kesra hate lidarxistin. Endamên Meclisa Zagonsaz,  şêx û rûspiyên herêmê, Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hesen Mihemed Elî di civînê de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hesen Mihemed Elî axivî û dest nîşan kir ku ew ji bo diyalogên çareserkirina aloziya Sûriyeyê re amade ne û ev tişt anî ziman, “Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi destê gelê Sûriyeyê ye. Em amade ne bi her aliyên ku dixwazin aloziyê bi dawî bikin û xizmeta gelê bikin diyalogan bikin. Armanca me aramiya herêmê û civandina gelê Sûriyeyê ye.”

Mihemed Elî di berdewama axaftina xwe de li ser hevdîtinên MSD û rêjîma Sûriyeyê, îdiayên ku dibêjin hêzên rêjîmê derbasî sêkoşeyên ewlekariyên yên Reqa, Tebqa û Dêrazor bûne wiha got, “Me bi daxuyeniyeke fermî pêşniyarên wan bê şert qebûl kir, ji ber gelek mijar hene têkildarî xizmetguzarî, bendav, kehreba û hwd cihê nîqaşê ne. Benda  cihekê mezin di nîqaşan de girt. Îdiayên derbarê radstkirina herêman armancên xwe derxistina tevliheviyê ye.”

Civîn bi nîqaşan û bersiva pirsan bi dawî bû.