حركة المجتمع الديمقراطي

Nûjîn Yûsif: Alozî wê bi destê gelê Sûriyeyê çareser bibe

625

Seroka Buroya Jin a MSD‘ê Nûjîn Yûsif diyar kir ku çareserî bi destê gelê Sûriyeyê pêkane ye, xwespartina ji derve re dawî li aloziyê nayîne

Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk ji bo nirxandina geşedanên siyasî civînek li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê li dar xist.

Bi dehan ciwanên bajarê Hesekê, Seroka Buroya Jin a MSD`ê Nûjîn Yûsif di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Nûjîn, di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ciwan dînamîka civak û şoreşê ye û got, ” Me bi ciwanan dest pê kir û bi ciwanan em ê şoreşa xwe bi serxînin, ji ber ku ciwan beşek mezin a rêxistina siyasî, leşkerî, civakî û çandî ne.”

Nûjîn Yûsif di nava axaftina xwe de daxuyakirin ku di 7 salên aloziyê de gelek êrîş û pirsgirêk li hemberî wan hatin û wiha domand, “Me Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand, hemû pêkhate di nava vê rêveberiyê de cih digirin. Di bin banê vê rêveberiyê de gelek herêm ji çeteyan hatin rizgarkirin. Dîsa jî di serî de Tirkiyê li hemberî sîstema me gelek hewldan hatin kirin.”

Nûjîn Yûsif her wiha, got ku wekî MSD‘ê di hevdîtinên xwe yên rêjîma Sûriyeyê re li Şamê tekezî li ser stratîjiya avakirina Sûriyeya demokratîk ne navendî, ku hemû hemû ol û mezheban diparêze misoger dike.

Seroka Buroya Jin a MSD‘ê dibîne ku çareseriya aloziya Sûriyeyê di destê gelê Sûriyeyê de ye û bi mudaxleyên derv re alozî nayê çareserkirin.

Nûjiyan Yûsif, bal kişand li ser komkujiya li Suweydayê û got ku komkujiya Suweydayê berdewama komkujiya Kobanê ye. Nûjiyan anî ziman gelê heêrmên yek e, armanca dewletên derve kuştina gelê Sûriyeyê ye.

Di dawiya civînê de banga lidarxistina diyalogên Sûrî-Sûrî li hemû aliyên Sûrî hate kirin.