حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM:Tirkiye li Idlibê çareseriyê asteng dike

667

TEV-DEM’ê diyar kir ku Tirkiye li Idlibê siyaseteke neyînî dimeşîne, çareseriyan asteng dike û tevliheviyê belav dike. Eger helwesta Tirkiyeyê der barê Idlibê de neyê zelalkirin û danûstandina bi Tirkiyeyê re li ser esasê dewleteke dagirker neyê kirin, Tirkiye dê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibe.

Girêdayî rewşa dawîn li giştî Sûriye û bi taybet li Efrînê berdevkê fermî yê Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kemal Akif di civîneke çapemeniyê de axivî.

Akif di destpêka axaftina xwe de behsa destdirêjiyên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî welatiyên Efrînê kir û diyar kir ku dewleta tirk gelek zevî û malên welatiyan şewitandine. Akif got ku ev kirinên Tirkiyeyê li Efrînê metirsiyeke rasteqîn li hemberî pêşeroja giştî Sûriyeyê ne.

Akif di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Me gelek raporên çalakvanên mafên mirovan şopandin. Ev rapor rastiya ku li herêma Efrînê û destdirêjiyên dewleta tirk temam venabêjin. Pêdiviya rewşa li Efrînê bi helwesteke navneteweyî heye. Bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî van destdirêjiyên li Efrînê cihê şermezariyê ye.”

Der barê geşedanên li Idlibê de Akif da zanîn ku hevdîtinên navneteweyî girêdayî vê mijarê di hemû aliyan de pêk tên û ew wek Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê van hevdîtinan bi baldarî dişopînin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Pêşketinên girîng di encama van hevdîtinan de dê pêk werin û bandora wan dê li Idlibê diyar bibe, nemaze dê bandorê li paşeroja giştî Sûriyeyê bike. Tirkiye li Idlibê siyaseteke neyînî dimeşîne û çareseriyan asteng dike û tevliheviyê derdixe. Li Idlibê heta niha helwesta Tirkiyeyê ne diyar e. Eger danûstandina Tirkiyeyê li ser esasê dewleteke dagirker neyê kirin, bêguman tirk dê hin tedbîran wergirin û dê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibin.”

Der barê rewşa koçberan de Akif da zanîn ku Rûsya, Tirkiye û rêjîma Sûriyeyê siyaseta guhertina demografîk di Sûriyeyê de dimeşînin û vê siyaseta xwe li ser erdê pêk tînin. Guhertina demografîk ne tenê ziyanê bi yekitiya gelê Sûriyeyê dike lê belê giştî pêşeroja Sûriyeyê pê bi bandor dibe.

Berdevkê fermî yê Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Kemal Akif di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em li dijî guhertina demografîk in. Em dibînin ku ev siyaseta li Sûriyeyê tê meşandin metirsiyeke mezin bi xwe re tîne. Hemû kesên li derveyî Sûriyeyê ji mafên wan e vegerin warên xwe. Lê Tirkiye dixwaze kemberekê li hin herêman çêke û kaxeza koçberan di bazarên xwe yên siyasî de bi kar bîne û bi çarenûsa koçberan bilîze. Em bi vegera hemû welatiyên Sûriyeyê re ne, lê divê veger ber bi deverên resen ve be, ango ne li gorî daxwaza Tirkiyeyê yan hin aliyên din, ev koçber bêne bicihkirin.”