حركة المجتمع الديمقراطي

Nûnertiya Rojava li Başûr rêzecivîn li dar xistin

583

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Başûrê Kurdistanê û nûnertiya Kongreya Star li Başûrê Kurdistanê rêzecivîn ji welatiyên Rojava li dar xistin.

Civîn ji welatiyên Rojava yên li Başûrê Kuristanê  re bi armanca nirxandina rewşa siyasî, geşedanên meydanî li Kurdistanê hate li darxistin.

Li taxên Raperîn û Qewla yên Silêman du civîn ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Başûrê Kurdistanê ve hate lidar xistin. Di civînê de nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Xewla Mustefa û nunerên TEV-DEM‘ê û hejmarek welatiyên Rojava amade bûn.

Di civînê de, rewşa siyasî ya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, danûstandinên dawîn yên MSD‘ê bi rêjîma Sûriyeyê û rola meclisê di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hate şîrovekirin.

Di civînê de her wiha, bûyerên li Efrîn û Şahbayê rû didin hatin vegotin, hat gotin ku rizgakirina Efrînê ji karên destpêkê yên Rêveberiya Xweser û MSD‘ê ye.

Bi heman armancê jî Nûnertiya Kongreya Star li hin taxên bajarê Silêmanî civîn li dar xistin.