حركة المجتمع الديمقراطي

Kongra Star hemleya azadiya Ocalan dest pê kir

558

Rêxistina Kongra Star a kantona Kobanê bi daxuyaniyekê hemleya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand.

Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya hikûmeta Tirkiyeyê de ku tecrîdeke dijwar li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, rêxistina Kongra Star a bajarê Kobanê ji bo azadiya Rêber Ocalan hemleyek bi daxuyaniyekê da destpêkirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongra Star Zehra Berkel ve hat xwendin.

Daxwuyanî wiha ye:

“Bi navê Kongra Star û hemû jinên herêma Firatê bi durişmeya ‘Bi rihê berxwedana serdemê ya Efrînê em şoreşa jin veguherin şoreşa civakê’ de em dest bi hemleya sêyemîn ji bo azadiya Rêber APO dest pê dikin. Em ê bi têkoşîna jinên azad re ber bi avakirina civakeke exlaqî, siyasî, ekelojîk û demokratîk ve biçin.

Dewleta fasist nêzî 20 sal in tecrîdeke hişk li ser Rêber APO dide meşandin. Dewleta Tirk di êrîş û dagirkeriya xwe ya li ser xaka Efrînê bi taybet jinan armanc digire û destdirêjiyê li jin û zarokan dike û xwezaya Efrînê têk dibe. Em wekî tevgera jin her dem li beramberî van êrîşan bê deng namînin bi hemû awayî em ê asta têkoşîna xwe ya siyasî, civakî û leşkerî bilindtir bikin. Pilanên li ser me tên meşandin çidibin bila bibin em ê vala derxînin.

Li ser vî esasî em ê hemleya tekoşîna jin bi vî rengî dest pê bikin. Hemleya me di 2’yê vê mehê de bi meşekê dest pê dike.

Di hemleyê de semîner, sînavîzyonên li ser têkoşîna jinan û Rêber APO dê bêne pêşandan û gelek daxuyaniyên parêzerên Rêber APO dê bêne xwendin. Bi rihê berxwedana serdemê bi rihê jina tekoşer bi rihê jina azadîxwaz bi rihê jin ku rêber Apo ji bo wê derfetên azadiyê avakirine, em ê heta azadiya Rêber APO hemleyên xwe berdewam bikin û azadiya Rêber APO misoger bikin.”

Daxuyanî bi durişmeyên ” Bijî berxwedana Îmralî, bê seroka jiyan nabe û jin jiyana azadî” bi dawî bû.