حركة المجتمع الديمقراطي

Şêniyên Efrînê… vîna nayê şikandin

729

Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, bi jinûve sazkirina pergala komînan re, jiyan xwe ya rojana birêxistin kirin û tedbîrên pêwîst ji bo parastinê girtin.

Şêniyên Efrînê ji destpêka Şoreşa Rojava ve ji rêgezên pergala komînan ji bo jiyana xwe ya rojana wekî bingeh ji xwe re girtin û karîbû giyana hevpar di navbera hev du de bi cih bînin. Ev gav rolek serek di Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîş û binpêkirinên artêşa tirk û çeteyên wê yên terorîst de lîst û her wiha rolek wê ya mezin di sivikirina zehmetiyên dorpêça li ser Efrînê ji sala 2014’an û pê ve, hebû.

Şêniyên Efrînê piştî derketina ji Efrînê û bi cihbûna li herêma Şehbayê, karîbûn bi însiyatîfên xwe yên xweser jinûve rêxistinkirina komînan saz bikin û heta niha 35 komîn ava kirine.

Girêdayî vê mijarê şêniyan li her herêmek li gorî hewcedariyê, hejmara komînan diyar kirin, hevserokên wan hilbjartin û komîte ava kirin û ji her komîteyekê re endam hilbijartin. Komîteyên ku hatine avakirin ev in: Komîteya xizmetguzarî, lihevanînê, serdanan, serjimar, perwerde, jin û komîteya Parastinê.

Her komîteyek bi awayekî hevkar bi karê xwe ve mijûl dibe.  ji bo her komîteyekê 3’ê endam hatine diyarkirin.

Ji komîteyên ku rolek girîng di rêxistinkirina û zanabûna şêniyan de listiye, komîteya xizmetê ye. Komîte hewl da av û ceyranê ji şêniyan re peyda bike. Bi koordîneya Şaredariya Gel, pirsgirêkên şêniyan guhdar kir. pirsgirêka kanalîzasyonê ku piraniya gundên herêma Şehbayê ji ber zehmetî dikişand çareser kir. Ev  pirsgirêk di encama wêrankirina binesaziya herêmê dema şerê ku li herêmê rû dane de, çêbûn.

Her wiha Komîteya Lihevanînê, hemû pirsgirêk û nakokiyên ku di nav bera şêniyan de derdikevin çareser dike çi li kampê dibe û çi jî li gund û bajarokên herêmê dibe. hemû pirsgirêk bi riyên aştiyane tê çareserkirin.

Di heman demê de, rola Komîteya Serdanê ji rola komîteyên din ne kêmtir e. komîte rojane malên şêniyên Efrînê yên li gundên herêma Şehbayê serdan dike.

Ji roja yekê de ev serdan rolek di bilindkirina moralêm şêniyan de lîst û her wiha geşedanên siyasî ji şêniyan dihatin şîrovekirin. Rolek di zanabûna şêniyan û hişyarkirina wan li ser şerê taybet ku dewleta Tirk dimeşîne de lîst.

Têkildarî van mijaran Endama Komîna herêma Ehdas Xedîce Îbo diyar kir ku li ser dirêjahiya 7 salan komînên ku ji şêniyên Efrînê pêk dihatin, civak bi rêve dibirin.

Ji aliyê xwe ve endamê Komîteya Serdanan, Cuma Welî got ku bicihanîna pergala komînan di rêxistinkirina şêniyên Efrînê de bandorek wê ya mezin li ser zanabûna û birêvebirina şêniyan heye. Her wiha Welî dibîne ku rêxistinkirina xebatên komînal girîng e û divê li hemû herêmên Sûriyeyê bicihanîna yegirtinê pêk were.