حركة المجتمع الديمقراطي

Xebatên saziyên Dêrikê hatin nirxandin

616

Meclisa Navçeya Dêrikê bi şêniyan re civiyan û xebatên saziyan ên 6 mehan nirxandin

Meclisa Gel a Navçeya Dêrikê bi armanca nirxandina xebatên 6 mehan ên saziyan civîneke li dar xist.

Bi sedan şêniyên navçeyê, hevserokên Meclisa Herêma Dêirkê Zelfa Mihemed û Ebdulherman Mihemed, rêveberên Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif, hevserokên komînan, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên hêzên Asayîşê û Trafîkê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê rapora xebatên 6 mehan a meclisa navçeya Dêrikê ji aliyê Hevseroka Meclisa Navçeya Dêrikê Dîlber Osman ve hate xwendin. Paşê jî deriyê nîqaş û nirxandinê li pêşiya beşdaran ve hate vekirin.

Hin beşdaran rexne li şaredariyê kirin ku li ser paqijî, sererastkirina riyan, nebaşbûna nan û kêmbûna avê nasekinin. Her wiha hate gotin ku di navbera saziyan de koordîne tuneye.

Hin welatiyan îşaret bi Mûdîriyeta Aborî ya Dêrikê kirin ku erka xwe ya kontrolkirina madeyan û buhayên wan, her wiha xerçkirina avê  baş bi cih nayînin.

Rêveberê Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif axivî û ev tişt anî ziman: “Meclisa kantonê dê li ser rexney û pêşniyaran bisekinin û heya karibin rê nedin ku kêmasiyên berê derketina dûbare nebin. Kesên kêmasiyan di kar dikin ji niha û şûn de dê hesab ji wan were xwestin.”