حركة المجتمع الديمقراطي

‘Tevlêbûna opozîsyonê ji forumê re dê hêvî û armancên gelê Sûriyeyê pêk bîne′

1,278

Riyad Derar diyar kir ku kesên beşdarî Foruma Danûstandina Sûrî- Sûrî bûne dikarin bibin opozîsyona rasteqîn ku nûnertiya gelê Sûriyeyê bikin û destnîşan kir ku mudaxaleyên derve bandoreke neyînî li ser civaka Sûriyeyê çêdike.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar der barê Foruma Sûrî – Sûrî de ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Derar destnîşan kir lidarxistina forumê ku du rojan dewam kir, bû sedema ku gelek rengên opozîsyona Sûriyryê li hev bicivin û ji bo aloziya Sûriyeyê û şiklê Sûriyeya pêşerojê nîqaş kirin û wiha pê de çû: “Di nava du rojan de ji hevpeyvînê sedemên mezinbûna aloziya Sûriyeyê, ji ku derê dest pê kir, çawa dest pê kir, paşê siyaseta li Sûriyeyê her wiha sedema hişt ku rêya şoreşê were guhertin, ji şoreşa ku banga çûyîna rêjîma Sûriyeyê dikir bû aloziyeke pir mezin, hatin nîqaşkirin.”

Derar destnîşan kir ku hemû nîqaşên hatin kirin her kes got ku destwerdana derve bandoreke neyinî kir û hişt ku aloziya Sûriyeyê mezin bibe û wiha dewam kir: “Di forumê de detayên şoreşê û aloziyê hatin nîqaşkirin. Destwerdanên derve dihêle alozî kûrtir bibe. Ji ber vê yekê me foruma bi hemû aliyan re berdewam kir. Hemû aliyên ku tev li forumê bûne nêrînên ji bo pêşeroja Sûriyeyê anîn ziman.ʺ

Derar diyar kir ku yek ji mijarên ku bi awayekî zêde di forumê de hatin nîqaşkirin, sîstema nenavendî bû û wiha pê de çû: “Her kes dizane ku rêjîm li gorî destûra heyî, tu kes wê naxwaze û tu carî venagere. Pêwîst e em hemû rêya destûr û sîstemeke nû ku hemû hêviyên gelê Sûriyeyê pêk bîne, bibînin. Ji ber vê yekê her kesî sîstema nenavendî ya demokratîk erê kir.”

Derar di axaftina xwe de li ser opoîsyona girêdayî berjewendiyên derve ev tişt anî ziman: “Opozîsyona girêdayî berjewendiyên derve çi li hundir be û çi jî li derve be, hêzên wan ên leşkerî di aloziya Sûriyeyê de binkeftina xwe tekez kir. Tu projeyên wan, nêrîn an bernameyên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û pêşeroja Sûriyeyê tune bû. Lê em li herêmên Bakurê Sûriyeyê ji destpêkê ve projeyên me û birêvebirina hevbeş di aliyê siyasî û leşkerî de diyar in. Ji ber wê me gelek pêşketinên mezin bi dest xistin. Herêm ji çeteyên DAIŞ û komên çekdar hatin rizgarkirin. Me herêmên xwe bi rê ve birin. Ji bo hevpeyvînên siyasî bi rêjîma Sûriyeyê û hemû aliyên din re ji bo çareserkirina aloziya Sûryeyê me amadekariyên xwe diyar kirin da ku em xwestekên gel pêk bînin.”

Derar tekez kir ku opozîsyona heyî ku di forumê de pê re hevpeyvîn hate kirin, dikare bibe opozîsyoneke rast, ne mîna opozîsyonên girêdayî derve û wiha dewam kir: “Di vî aliyê de em bang li hemû opozîsyonê yên ku tev li forumê nebûne dikin ku banga me bi cih bîne û tev li forum û hevpeyvînên bê, bibin.”

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar di dawiyê de got ku di forumê de komîteya amadekar vexwendname ji hemû aliyên opozîsyona Sûriyeyê re bi rê kirin, da ku yekitiya opozîsyona Sûryeyê were avakirin.