حركة المجتمع الديمقراطي

Jinên Ereb ên Til Hemîsê nûnerên xwe hilbijartin

575

Jinên Ereb ên navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo, meclîsa xwe ava kirin.

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Kongraya 2’yemîn a Kongreya Star a Rojava û Bakurê Sûriyê de, Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê bi armanca avakirina Meclîsa Jinên Ereb civînek li dar xist.

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi amadebûna bi dehan jinên navçeyê, endamên rêveber ên Kongreya Star a kantona Qamişlo Xalya Necar û Delal Qamişlo, rêveberên kongrê yên navçeya Til Hemîs Emel Ebas û Coza Hasûd û serokên meclîsên  navçeyê hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre Endama Rêveber a Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê, Emel Ebbas rêziknameya Kongrayê xwend.

Paşê Endama Rêveber a Kongreya Star a Kantona Qamişlo, Xalya Necar axivî û destnîşan kir ku ji mafê hemû rêxistinên jinan e ku xwe di bin sîwana Kongreya Star de bi rêxistin bikin.

Ji bo hilbijartina meclîsa nû ya kongre ya navçeyê dengdan destpê kir, di encamê de 13 jin  hatin hilbijartin di nav de 3 rêveber in. 10 endamên meclîsê dê di nava komîteyên parastin, perwerde, aborî, tenduristî, têkilî, lihevanîn, şaredarî û çand cih bigirin

Endamên nû hatin hilbijartin sond xwarin ku ew ê li gorî baweriya gel bin.