حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê Qamişlo: Divê sîstema tenduristiyê bêhtir bê kontrolkirin

665

Gelê Qamişlo ji ber cûdahiya buhayên firotina dermanan rexne dike. Gel diyar dike ku kontrolkirina dixtoran û tehlîl pir biha ne. Rêveberiya Tenduristiyê jî diyar kir ku komên wan ên kontrolê hene, divê gel ji bo neheqiyan serdana wan bike û hewla wan a ji bo xizmeteke bêpere heye.

Qamişlo bajarekî rojavayê Kurdistanê ku ji 7 taxan (Hilêliyê, Kornîş, Cûdî, Enteriyê, Qudurbet, Aşûriyê – Bişêriyê û Xerbî) pêktê.  Serjimara şêniyên Qamişlo nêzî 200 hezar kes bû, lê ji ber şerê li herêmê bi hezaran kes koçberî Qamişloyê bûn. Niha tê payîn ku serjimara Qamişloyê gihaştiye 500 hezar kesî. Li Qamişlo 12 nexweşxaneyên Wetenî (ya dewletê), Şehîd Xebat (girêdayî Rêveberiya Xweser e û leşkerî ye), nexweşxaneyên Kindî, Razî, Rehmê, Selam, Nafiz, Kelîmê, Emel, Dar Şîfa, Ferman û Nûr ku taybetin hene. 4 klînîk ên girêdayî Rêveberiya Xweser; 2 li Hilêliyê, yek li Kornîş û yek jî li Bişêriyê hene. Her wiha klînîkek girêdayî Dixtorên Sînornenas li Meyselûn ku taxeke ji Enteriyê heye. Li van klînîkan nexweşiyên hundirîn (daxilî), beşa acîl, nexweşiyên zarokan, nexweşiya laşmanya, nexweşiyên sivik û nexweşiyên demdirêj tên dermankirin.

Li Qamişlo piraniya nexweşxaneyan taybetin, ew jî bi pere ne û li gorî hevdîtinê ku me bi gel re çêkir, ew nexweşxane jî pereyên zêde distînin.

 ‘Dixtor pereyek zêde distînin û baş li nexweşan nanêrin’

Li ser vê mijara kontrola dixtoran welatiya bi navê Zeynep Çawîş diyarkir ku, dixtor ji bo kontrolê gelek pereyan distînin û wiha axivî: “Divê ku dixtor feqîriya gel berçav bigirin.” Hevjînê Zeynep, Abdulkadir Çawîş jî anî ziman ku li gorî ku dixtor ji bo kontrolê pereyek zêde distînin jî baş li nexweşan nanêrin û wiha pê de çû: “Ji ber ku di rojekê de li gelek nexweşan dinerin, nikarin bi her nexweşekî re li gorî ku pewîste eleqeder bin.”

Hevseroka Yekitiya Bijîşkên Qamişlo Dr. Nêrgiz Îsa Hasaf ku li ser rexneyên gel axifî, got ku li Qamişlo 250 dixtor hene û ji van 181 endamên yekitiyê ne û wiha berdewamkir, “Kontrolkirina nexweşan bi 2-3 hezaran e. Ev pereyek ne zêde ye. Hinek dixtor kevnin û pispor in. Hinek dixtorên nexweşiyên giranin û hinek jî bi cîhazên giranbuha li nexweşan dinêrin. Ev dixtor nêzî 3 hezar distînin. Jixwe hemû dixtor ne endamên me ne jî. Ji ber wê em nikarin mudaxaleyî wan jî bikin.”

‘Divê gel, giliyê xwe li me bike’

Li ser heman mijarê hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya Qamişlo Mizgîn Şêxê got ku her çendî ew berjewendiyên gel berçav bigirin jî, ew nikarin bibêjin dixtoran tiştekî nestînin û wiha axivî: “Ji ber ku Qamişlo di salên dawî de gelek koçber ji derdorê girtiye, li bajêr gengeşeyeke mezin çêbûye, nexweş pir bûne, ew jî dibe sedem ku dixtor li gelek nexweşan binêrin. Eger li ser vê mijarê dixtorek neheqiyê li kesekî bike, divê ew kes giliya wî dixtorî li me bike. Ji bo ku em jî li ser pirsgirêkê rawestin.”

‘Dermanxane û cihên tehlîlan pir buha ne’

Dîsa yek ji mijarên ku gel bêzar dike jî cihên tehlîlan û dermanxane ne ku pereyek zêde distînin. Wek tehlîla xwînê, kêşana fîlm û tehlîlên din in. Welatiyê bi navê Miyeser Ezwan da zanîn ku ew ji bo tehlîla dil çû nexweşxaneyekê û filmê singê xwe kişand û gotinên xwe wiha berdewam kirin, “Ji bo yek fîlmî 11 hezar ji min standin. Jixwe 3 hezar jî ji bo kontrola dixtor û dê hin dermanan jî bikirim. Jixwe derman jî gelek biha ne. Her dermanxaneyek li gor xwe buhayê dermanan diyar dike. Heman derman li her dermanxaneyekî bi bihayekî ne. Bangewaziya me ew e ku bihayê derman û dixtoran erzan bibe û bibe wek hev. Divê rêveberî li ser vê mijarê raweste û kontrol bike.”

Welatiyê bi navê Hesen Mihemed jî anî ziman ku gel feqîr e, nikare xwe nîşanî dixtor bide û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em dixwazin bihayê derman, kontrola dixtoran û bihayê tehlîlan erzan bibin. Divê kesên peywendîdar li ser vê mijarê bisekinin.”

‘Derman di rêyên cuda re tên, ji neçarî buhayê wan jî cuda dibe’

Hevserokê Yekitiya Dermansazan a Qamişloyê Deham Şêxmus diyar kir ku li Qamişlo nêzî 180 dermanxane hene û der heqê rexneyên gel de axivî û wiha got: “Her kes di rêyekî re dermanan tîne herêmê û difiroşin dermansazan. Hin bi rêya balafirê û hinek jî ji deverên cuda bi rêya bejayî tînin. Hinek rê ji hinekan bihatir in. Her kes li gorî rêya ku anî bihayê dermanan diyar dike. Bi qanûnî depoyên ku derman tînin dikarin ji sedî 10 heya 20 biha biavêjin ser dermanan. Dermanxane jî dikarin heta ji sedî 25 biha biavêjin ser dermanan.”

 ‘Rewşa şer projeyên me asteng dike’

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya Qamişlo Mizgîn Şêxê jî daxuyand ku rewşa şer a heyî li pêşiya projeyên wan dibe asteng û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Projeyên me ji bo çêkirina nexweşxane û klînîkan heye, lê rewşa heyî  xebatên me asteng dikin. Projeyên me yên niha avakirina klînîkan li gundan û xurtkirina klînîkên heyî hene. Dîsa projeya me ya ji bo avakirina nexweşxaneyeke mezin heye, lê heta niha pere jê re nehatiye dayîn. Divê gel me fêm bike, em di rewşeke awarte re derbas dibin.”

‘Hewlên me ji bo xizmeta bêpere hene’

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Ebîr Hesaf bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya li Bakûrê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û wiha axivî: “Ji 2011 heta 2016’an herêm di bin dorpêçê de bû û ji binî ve derman nekete herêmê. Ji wê demê heya niha jî hevalên me ji bo sererastkirina rewşê ketine nava xebatan. Niha jî rêyek me û derfetên me yên vekirina klînîkan û xizmeta nexweşxaneyan li bajaran. Bila ev jî neyê jibîrkirin ku hîn ew derfet bi me re nîn in. Em hewl didin bê pere xizmetê bidin gel. Hewlên me hene ji bo projeyên nû.”