حركة المجتمع الديمقراطي

QSD: Di şerê rizgarkirina Dişîşayê de 274 çete hatin kuştin

569

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê têkildarî rizgarkirina bajaroka Dişîşa raporeke weşand. Di raporê de hate gotin ku di şerê rizgarkirina bajaroka Dişîşayê de di nav de 4 serçete û 274 çete hatin kuştin û 13 jî dîl hatin girtin, her wiha bi sedan sivîl hatin rizgarkirin. Fermandariyê diyar kir ku 3 şervanên QSD’ê gihiştin asta şehadetê.

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê, derbarê rizgarkirina bajaroka Dişîşayê de raporek. Rapor li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate weşandin.

Ferahiya 600 km2 hate rizgarkirin

Oedeya Çalakiyan diyar kir ku Pêngava rizgarkirina bajaroka Dişîşa di dîroka 3’ê Hezîrana 2018’an de ji du baskan ve rojava (Şedadê) û rojhilat (Hol) dest pê kir. Pêngav bi rizgarkirina bajaroka Dişîşayê, gund û mezreyên wê ku dirêjahiya 600 km2 ye, her wiha rizgarkirina deriyê Til Sifûk bi encam bû. Di dîroka 24’ê Hezîrana 2018’an de hêzên QSD’ê û hêzên Iraqê li ser sînor gihan hev.

Bi sedan sivîl hatin rizgarkirin

Di raporê de hate gotin ku, şervanan bi sedan sivîl rizgar kirin, tîmên rakirina mayîna mayînên ku terorîstên DAIŞ’ê bi armanca astengkirina pêşveçûnên şervanan çandibûn, bê bandor kirin. Her wiha hate diyarkirina ku di şer de tuneleke DAIŞ ji aliyê şervanan ve hate dîtin.

274 çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê destnîşan kir ku di şerê di navbera şervanan û terorîstên DAIŞ’ê de ku çekên sivik, navîn û giran li herdu baskan hatin bikaranîn di nav de 4 emîr 274 terorîst hatin kuştin û 13 jî dîl hatin girtin.

Miqareke çek hatin desteserkirin

Di raporê  de her wiha ev agahî hatin dayîn “Şervanên me erebeyeke Banco, du erebeyên bomebekirî, erebeyek bi cebilxane barkirî, hejmareke motorsêklêt rûxandin û 8 pargehên wan jî kirin hedef. Li aliyekî din jî 6 topên hawn, 2 oburs, 2 çemberên terorîstên DAIŞ hatin rûxandin.

Doçka 23, doçka 12.0, obus SPG9, 13 topên RPG 7, 3 çekên RPG7, erebeyek bomebekirî, sarîcek mezin, 3 telefonên betel (Hitra), erebeyek Hemmer, miqdareke mezin cebilxane, 6 telefonên destan ji bo teqînê û du sarîc yek jê bomebekirî hatin ketin destê şervanan.”

Odeya Çalakiyan eşkere kir ku di şer û pevçûnên di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de 3 şervanên wan şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn.