حركة المجتمع الديمقراطي

YPG: Li Efrînê herî kêm 6 çete hatin kuştin

599

Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê diyar kir ku di hefteya sêyemîn a meha hizêranê de li Efrînê li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê rêzeçalakî lidar xistin û got ku herê kêm 6 çete hatin kuştin û hejmarek çete birîndar bûne.

Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê têkildarî çalakiyên di hefteya sêyemîn a meha hizêranê de li kantona Efrînê pêk hat, daxuyanî da.

Daxuyaniya YPG’ê ya li ser malpera fermî hate weşandin wihaye: 

“Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê pêk tê, yekîneyên me di hefteya sêyemîn a meha Puşperê de rêzeçalakî pêk anîn. Di çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li navenda Efrînê û li gundên derdora navçeyên Şera û Bilbilê hatin lidar xistin de herî kêm 6 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn.

Di 18’ê Puşperê de, yekîneyeke me mayînek di seyareyeke leşkerî de teqand. 5 çeteyên girêdayî koma bi navê “Dadgeha Şer’î” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ya ku armanc dikir ku yek ji sivîlên herêma Xerab Şera birevîne, hatin hedef girtin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 ji wan giran birîndar bûn. Her wiha seyareyek hat rûxandin.

Di 19’ê Puşperê de, şervanên me li gundê Hiyama ya girêdayî navçeya Bilbilê de kemînek li dijî çeteyên girêdayî koma Feyleq El Şam re lidar xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Nasnameyên çeteyên ku hatin kuştin wiha ye:

1- Hisên El Ebûd, ji Idlib

2- Umer El Kalo, ji Idlib

Di çalakiyeke din a ku 20’ê Puşperê de yekîneyek me li navenda bajarê Efrînê pêk anî de, şervanên me bi bombeyan êrîşî seyareyeke leşkerî ya girêdayî çeteyên Firqet El Hemze ku li nêzî goristana taxa Elzêdiyê bicîh bûbû, kirin. Di encama çalakiyê de seyare hate rûxandin û 2 çete hatin kuştin. Nasnameyên çeteyên ku hatin kuştin wiha ye:

1- Ehmed El Iwed, ji Reqqa

2- Ebd El Fetah Şobek, ji Idlib

Di dîroka 22’ê Puşperê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê operesyoneke berfireh bi tevlîbûna balafirên keşfê li navçeya Bilbilê pêk anîn. Operesyon bêyî ku encam bigire bi dawî bû.

Bi vê re , hejmara leşker leşkerên û çeteyên artêşa tirk a dagirker ku ji destpêka Berxwedana Serdemê heya niha hatine kuştin gihîşt 2485an.”