حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Serkeftina HDP’ê serkeftina îradeya gelan e

576

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê diyar kir ku serkeftina HDP’ê di hilbijartinên Tirkiyeyê de û derbaskirina benda hilbijartinan, serkeftina îradeya gelan e.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê têkildarî serkeftina HDP’ê di hilbijartinên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da û got ku serkeftina HDP’ê serkeftina gelê bakurê Sûriyeyê û ji bo rizgarkirina Efrînê hêzek e.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Ji dema AKP li Tirkiyeyê hatiye ser desthilatdariyê ve, ber bi siyasetên ku aramî û ewlekariyê li herêmê pêk naynin ve diçe. Li ser vê jî kiryarên Erdogan ên 7 salên dawîn piştgirî daye terorîstan û derxistina tevlihevî û bêaramiyê li Sûriyeyê. Erdogan li qanûnan zivirî û gelek binpêkirin li Tirkiyeyê pêk anîn. Hin xal û madeyên ku desthilatdariya wî fireh dike, pêk anîn. Bêguman ev yek asta hewldanên wî yên ji bo pêkanîna dîktatoriyê û desthilatdariya yekalî nîşan dide.

Hilbijartinên ku di 24’ê Hezîranê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk hatin di rewşa awarte de hatin lidarxistin. Hemû desthilatdarî ji bo têkbirina çi aliyên muxalîf hate bikaranîn. Erdogan girtîgeh tijî endamên muxalîf kirin. Girtîgeh bûn cihên xebatkarên çapemeniyê, siyasetmedar û rewşenbîran. Li dijî wan hemû cureyên binpêkirin û kiryarên derqanûnî li ser wan hate meşandin. Her wiha namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selaheddîn Demirtaş hate girtin.

Desthilatdariya Erdogan û girtina wî ya desthilatdariyê xetere û metirsiyên li ser Tirkiyeyê zêde dike. Bi vê yekê wê bûyerên tunekirin û girtinan li herêmê werin zêdekirin. Dê destwerdana dewleta tirk ku bi dagirkirina Efrînê di qonaxa herî bilind a dijexlaqî û qanûnî ye, wê li ser herêmên din ên Sûriyeyê jî zêde bibe.

Di nava van kiryarên tundî û derbederkirina siyasî, civakî û çapemeniyê de bidestxistina HDP’ê û derbaskirina benda hilbijartinan serkeftina herî mezin e. Ev peyameke girîng e ji Erdogan re; çi qas kiryar û tundiya xwe zêde bike jî dê nikaribe nêrînê dîl bigire. Ew dê bi ser nekeve, ji ber ku her dem îradeya gelan bi ser dikeve.

Em wek Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê vê serkeftina dîrokî li HDP’ê û hemû hilbijêrên ku ji bo demokrasiyê û li dijî dîktatorî û binpêkirinan dengê xwe dan, pîroz dikin.  Zêdekirina hejmara parlementeran ji 59 heta 67’an di van şert û mercên heyî de serekftineke mezin e. Serkeftina ku gelê me li Bakur bi dest xist, bi hemû hewldanên gelê me yê Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya bi têkoşîna li dijî siyasetên Erdogan re hevbeş e. Di heman demê de serkeftina mezin ku HDP’ê bi dest xistiye, gaveke din e ku diyar dike îradeya gelan tevî di çemberan de ye, biryara xwe çêdike. Ev bi awayekî yasayî gaveke piştgiriyê ya ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê û serkeftina projeya demokratîk e. Em li Bakurê Sûriyeyê bersiva heman siyasetên înkarê ku li dijî Bakur tê meşandin, didin. Keda ji bo têkbirina faşîzmê, çi li bakurê Kurdistanê yan li bakurê Sûriyeyê, serekftina her du gelan û hemû gelan e ku ji bo azadî, rûmet û demokrasiyê tê dikoşin.”