Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker agir berdan 80 donim zeviyên darên zeytûnan ên welatiyên navçeya Şêrawa.
Çavkaniyek ji Efrînê ji ajansa me re diyar kirin ku du çeteyên Koma “El-Hemzat” li ser motorsêklêtekê siwar bûn, li ser riya gundê Suxunê ya navçeya Şerwa daketin û agir berdan zeviyên darên zeytûnan ên welatiyên navçeya Şêrawa. Di encam de 80 domin di navbera gundên Kîmar û Suxunê ku 2 hezar darên zeytûnên tê de hene şewitîn.