حركة المجتمع الديمقراطي

Ji hikûmeta herêmê hat xwestin helwestê xwe li hemberî êrîşên Tirkiyê zelal bike

639

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Heseke daxuyanî dan û ji hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê xwestin ku helwestê xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker zelal bikin.

Bi dehan endamên TEV-DEM`ê û PYD`ê li qada Şehîdan a taxa El-Miftî kom bûn û têkildarî êrîşa Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Şemsedîn Mela Ibrahîm ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

˝Dewleta Tirk a dagirker û Erdogan dixwazin têkçûnên xwe yên hundir û derve bi riya dagirkirina Efrînê, tehdîdkirina Minbicê û êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê veşêrin. Gelên herêmê baş dizanin ku Tirkiyê dijminê gelên herêmê ye.

Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve destek dide çeteyan û bi riya wan negihîşte hedefên xwe, ji ber vê yekê bi xwe Efrîn, Bab, Cerablus û Ezaz dagir kir. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên di bin dagirkeriya xwe de talan kirine û hewl didin ku demografiya herêmê bidin guhertin.

Niha jî Erdogan û hikûmeta xwe hewl didin Minbicê dagir bikin, êrîşî herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê dikin û Şengalê tehdîd dikin. Em weke TEV-DEM û PYD`ê ên bajarê Heseke polîtîka Erdogan şermezar dikin û bang li hemû hêzên siyasî û niştîmanî ku helwestê xwe li hemberî êrîşên Tirkiyê zelal bikin. Her wiha em bang li Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî dagirkirina Tirkiyê ya Başûrê Kurdistanê bisekinin û li kêleka gelê Kurd li hemberî dagirkeriya Tirkiyê şer bikin.

Em di dawiyê de dibêjin îradeya gelê me li hemberî hemû şert û mercan xurte, me çawa herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, em ê herêmên xwe yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de jî rizgar bikin û Sûriya Demokratîk ava bikin, serkeftin wê her tim a gelê me be.

Bijî gelên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin

Bijî biratiya gelan˝.