حركة المجتمع الديمقراطي

Erdogan ji bo hilbijartinan nasnameya Tirkiyeyê dide welatiyên Sûriyeyê

625

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan nasnameyên Tirkiyeyê dan bi hezaran koçberên ji Sûriyeyê da ku di hilbijartinan de dengên wan qezenc bike. Serokê MHP’ê Dewlet Bahçeli jî got ku heke hevkariya wan a bi Erdogan re bi ser nekeve, dê hilbijartinan careke din dubare bikin

Ji ber aloziya mezin a di Tirkiyeyê de ku ji ber siyasetên serokkomar Erdgoan pêk hatiye, pereyê Tirkiyeyê ji qîmetê xwe hate xwar, her wiha turîzmê derbeyên giran xwarin û hejmarek şîrketên mezin ên Ewropayê karê xwe li Tirkiyeyê da rawestandin. Ji ber van aloziyan û nakokiyên di hundir de serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan dema hilbijartinan nêzîk kir. Di vê çarçoveyê de û ji tirsa Erdogan ku di hilbijartinan e bi ser nekave, nasnameyên Tirkiyeyê dan welatiyên Sûriyeyê yên ji herêmên Cerablus û heta Idlibê, da ku dengên xwe di hilbijartinan de bi kar bînin.

Di heman demê de dewleta tirk nasnameyên Tirkiyeyê dan koçberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê dimînin û ji wan xwest ku dengên xwe bidin Erdogan.

Çavkaniyan demek beriya niha ji ajansa me re ragihandibû ku artêşa tirk a dagirker şêniyên Efrînê neçar dike ku nasnameyên Tirkiyeyê wergirin û wan nasnameyan dide çeteyên ji Xûta Rojhilat û derdora Şamê hatine.

Nûçegihanê ajansa me wêneyên nasnameyên ku artêşa tirk ji welatiyan re amade kirine, ji hin çavkaniyan bi dest xistin. Heman çavkaniyan destnîşan kir ku armanca dewleta tirk bi vê yekê ew e ku welatî dengê xwe di hilbijartinên pêşwext de bi kar bînin.

Duh serokwezîrê Tirkiyeyê Bialî Yildirim da zanîn ku dê 30 hezar welatiyên Sûriyeyê yên nasname wergirtine, di hilbijartinên roja 24’ê Hezîranê de dengê xwe bi kar bînin.

Li aliyê din serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di hevdîtina bi televizyona NTV ya nûçeyan re pêk anî got ku heger hevkariya AKP/MHP’ê bi ser nekeve, ew ê hilbijartinan dîsa li dar bixin. Ev daxuyaniyên bi vî rengî nîşan didin ku dê hilbijartin bi awayekî saxlem pêk neyên û dê Erdogan gelek sextekariyê pêk bîne, da ku di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Hilbijartinên parlamantoyê û serokkomariyê yên Tirkiyeyê dê 24’ê Hezîranê pêk werin. Di hilbijartinên serokkomariyê de dê 6 namzet bikevin pêşbirkê.