حركة المجتمع الديمقراطي

Meclîsa Leşkerî ya Babê kiryarên Tirkiyê li Babê şermezar kir

626

Meclîsa Leşkerî ya Babê bi riya daxuyaniyekê helwestê xwe li hemberî kiryarên Tirkiyê li Babê diyar kir û bang li civaka navnetewî kir zextê li Tirkiyê bikin da ku xwe ji Babê û Bakurê Sûriyê bikşîne û koçber vegerin warê xwe.

Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Babê roja yekşemê li bajaroka Erîma ya girêdayî bajarê Babê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsê Cemal Ebû Cûma ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

˝ Aloziya li bajarê Babê û tevahiya Sûriyê dewam dike. Gelê me li ser destê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê rastî zulmê tê. Em weke Meclîsa Leşkerî ya Babê careke din hebûna hêzên Tirkiyê li bajar û gundên me û li bajarên dîtir ên Sûriyê şermezar dikin û dagirkerî pênase dikin.

Ev bûye du sal Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê bajarê me Bab dagir kirine. Piştî ku bajarê me dagir kirine, mal û mulkên şêniyên herêmê didizin, gel digrin û destûr nadin ku gel vegere bajarên xwe, ev kiryar hemû dagirkerî ye.

Herî dawiyê artêşa Tirk û komên çete li nexweşxaneya El-Hikme êrîşî karmend û hemşîreyên nexweşxanê kiribûn. Girtîgehên Tirkiyê yên li Babê niha ji gelê bêsûc tejî bûn. Ji ber ku li Babê jiyaneke aram û bi ewle nemaye şêniyên bajarê Babê û gundewarên wê neçar dimînin ku koçber bibin. Tirkiyê li gel polîtîka tirkirina şêniyên herêmê destê xwe datîne ser malên şêniyan û weke navendên leşkerî ji xwe re bikartînin.

Em bang li civaka navnetewî dikin ku destwerdana Tirkiyê bikin û zextê lê bikin ku xwe ji Babê û Bakurê Sûriyê vekşîne. Her wiha em bang li aliyên di karûbarên Sûriyê de çalakin û netewên Yekbûyî dikin zextê li Tirkiyê bike da ku şêniyên herêma Babê vegerin warê xwe.

Niha bi sedan şêniyên Babê ji ber metirsiyên ku ji aliyê Tirkiyê ve werin girtin û tesfiye kirin nikarin vegerin Babê. Ji şêniyên ku vegeriyan Babê gelek kes hatin girtin, işkencekirin û tesfiye kirin˝.