حركة المجتمع الديمقراطي

Şandeyek Rojavayî bi aliyên Başûr re hevdîtin pêk anîn

531

Şandeyek ji Rojavayî Kurdistanê ku ji Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Endamê Têkiliyên Doplomasî yê TEV-DEM‘ê Kamîran Mihdî, Hevserokê Nûnertiya Rojava ya Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen û endamên nûnertiyê Fethullah Huseyînî û Silava Silêman pêk dihat serdana şandeyên Parlanamtoya Kurdistanê, jinên Kurdistanê  û şandeya Oldaran ên li Başûrê Kurdistanê yên ku demekê berê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê çûbûn Rojava kirin.

Hevdîtin li avahiya Nûneretiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Silêmanî derdora 2 saetan berdewam kir.

Di hevdîtinê de, Ebdulkerîm Sarûxan geşedanên siyasî girêdayî Rojava û Bakurê Sûriyeyê, serkeftinên QSD‘ê, her wiha rewşa Efrînê berferhî şîrove kir.

Sarûxan, her wiha girîngiya yekîtiya gelê Kurd a li hemberî komployên li dijî kurdan destnşan kir, bi taybetî destwerdana Tirkiyê di axa Başûrê Kurdistanê û bêdengiyê ji aliyê hikûmeta herêmê ve û got ku ji bo rawestandina zêdegaviyên Tirkiyê pêwîste xebatên hevbeş ji aliyê kurdan ve werin kirin.

Aliyê din jî, tekezî li ser gavên ku gelê Kurd li Rojava û Bakur Sûriyeyê di aliyên siyasî, leşkerî û doplomasî de avêtine, kirin û diyar kirin ku ew pêşketinên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dişopînin. Her wiha bal kişand li ser zêdegaviyên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê û gotin ku armanc jê şikandina îradeya gelê Kurd e.

Li aliyekî din jî, Ebûlkerîm Sarûxan hevdîtin bi Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Taha Resûl re pêk anî. Resûd jî diyar kir ku pêwîste li hemberî çavbirçîbûna Tirkiyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxisitn û piştgiriya ji bo Rojava re berdewam bike.