حركة المجتمع الديمقراطي

Ciwanên Bakurê Sûriyê qonaxa duyemîn a hemleya “Serî hilde” ragihandin

695

Yekîtiya Ciwanên Bakurê Sûriyê bi dirûşme “Serî hilde, şer bike, Efrînê rizgar bike” qonaxa duyemîn a hemleya”Serî hilde” ragihand. Yekîtiyê bang li hemû ciwanan kir ku xwe bi rêxistin bikin û cihê xwe di hemleyê de bigirin.

Yekîtiya Ciwanên Bakurê Sûriyê daxuyanî da û qonaxa duyemîn a hemleya “Serî hilde” ragihand. Daxuyanî bi amabdûna bi dehan ciwanan li stadyona Şehîdên 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo ji aliyê endamên Komîteya Doplmasî ya Yekîtiya Ciwanên Bakurê Sûriyê Amed Memo ve hate xwendin.

Di daxuyaniya ku tevahî ciwanên tekoşer û gelên welatparêz hate muxatebkirin de ev tişt hatin gotin;

“Dema wê hatiye, em asta têkoşîna xwe ya azadiyê bînin asta herî jor. Roja wê hatiye, banga me ya serî hilde li çar aliyên welat bilind bibe û dengvedana xwe di nava hemû gelên bindest de bibînin. Ji her demê ve zêdetir em ciwanên APOyî dikelin, agirê şoreşê di me de gûr û geş dibe, kîna me wê hemû sînoran hilweşîne û hezkirina me wê welatekî li ser berhema hezaran hevriyên me yên şehîd ava bike. Me ji destpêka vê salê ve dest bi hemleya ‘serî hilde‘ kiribû, bi vî rihê ciwanên çar aliyên Kurdistanê û bi taybet ciwanên Efrînê di dema şer de seferber bûn, beşdarî şer bûn û fedekariyeke mezin nîşan dan. Çawa ku êrîşên dagirkeriyê li ser me berdewamin, çawa ku hîna yekîneyên YPG û YPJ‘ê li Efrînê çalakiya dikin, li ber xwe didin û derbên giran li çeteyan dixin, çawa ku Gerîlayên HPG`ê û YJA-STAR bi ruhê tolhildana şoreşgerî ji Başûr hetanî Bakur di nava şerê azadiyê de ne, îro tehdîda herî mezin li ser çar parçeyê Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn hikûmeta Erdogan e . Bi heman awayî hilweşandina faşîzma AKP-MHP dikare rê li pêşitya tevahî gelên herêmê veke û pêşketina dîrokî bi xwe re bîne .

Dijminên azadiyê, dagirker, neyar, faşîst û desthilatdar çi bikin bila bikin. Talan dikin, wêran dikin, dagirkerin, zilim, zordestî û îşkence dikin, welatê me dişewitînin, hevalên me dixin nav çar dîwaran û şehîd dixin. Ev dîroka me ya hezar salan e, lê me jibîr nekir, em jî ji bîr nakin û tolhildana me nêze, kêm maye, em bêjin, waye Kurdistan azade, waye Sûriya Demokratîk, wayê azadî û wekhevî. Di vê çarçoveyê de pîvan û rêbertiya me berxwedana Îmralî ye, berxwedana serdemê û şerê gerîla ye .

Soza me ev e , em ê dilopeke xwîna şehîdan jî li erdê nehêlin, silhên wan di destê me de ne û ev silah wê bibe silahê rizgarkirina Efrînê û tevahiya Bakurê Sûriyê jî. Yek bi yek emê tola Şehîdên xwe hilînin . wekî Şehîd Reşîd gotiye, em ê tenê dijmin ji axa xwe dernexin, em ê siya wan nehêlin, bi rihê Rêzanan, navdaran, Avêstan, Barînan û Şoreşan em ê qonaxa Duyemîn a hemleya ‘serî hilde‘ di bin dirûşmeya ‘serîhilde! şer bike ! Efrînê rizgar bike ‘ragihandin banga me , her kes di qonaxa duyemîn a  hemleya serî hilde de cihê xwe bigre û di vê çarçovê de xwe rêxistin bike, çalakiyan bikin! Bi hevre emê tolhildana şoreşgerî mezin bikin, dagirkeriyê parçe bikin , serî hildin û Efrînê ji zilmê rizgar bikin.

Bimre dagirkerî , binkeftin  ji dijmin re , serkeftin jji me hemiya re.

Bijî serok APO

Serî hilde , Şer bike , Efrînê rizgar bike”