حركة المجتمع الديمقراطي

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Tirkiyê aramiya herêmê binpê dike

583

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku ew êdî dikarin xebatên perwedeyê û parastinê pêk bînin, lewma koma şêwirî ya YPG’ê vekişiya û got ku hemleya rizgarkirina Minbicê bi erêkirina Tirkiyê destpê kiriye. Meclîsê da zanîn ku dewleta Tirk aramiya herêmê binpê dike

Fermanariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê rewşa dawî ya Minbicê û vekişîna koma şêwirmendiyê ya YPG’ê daxuyanî li bargeha Meclîsa Leşkerî ya Minbicê a li devera Metahin da. Daxuyanî bi beşdariya hejmarek fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê ji aliyê Berdevkê Fermî yê Minbicê Şervan Derwîş ve hate xwendin.

Daxuyaniya Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wihaye:

“Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî ragîhandina damezirandina wê di 4’ê Nîsana 2016’an de, me dest bi hemleya leşkerî ya rizgarkirina bajar û gundê wê kir. Ev hemeleya ku di 1’ê hizêrana 2016’an de li dijî DAIŞ’ê destpê kir. Me piştgirî ji YPG û Koalîsyona Navdewletî xwest da ku em berdin rêxistina DAIŞ ji bajarê xwe û sivîlan rizgar bikin.

‘Tirkiyê di erêkirina hemleya Minbicê de bû’

Li ser vî esasî me li bargeha İncirlik a li Tirkiyê civînek lidar xist. Nûnerên Amarîka û berpirsên Tirkiyê, her wiha şandeyek ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi serkêşiya Fermandarê berê yê Meclîsa me şehîd Edanan Ebû Emced amade bû. Di civînê de şerê Minbicê hate nîqaşkirin û bi beşdariya Tirkiyê lihevkirin pêk hat. Wiha hemeleya leşkerî hate destpêkirin û zêdeyî 2 mehan dewam kir. Di encamê de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û YPG bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî di 15’ê Tebaxa sala 2016’an de bajar rizgar kirin. Wiha bi hezaran werlatiyên Minbicê piştî pêkanîna ewlekariyê û xizmetguzariyê vegeriyan bajarê.

‘YPG fermî xwe vekişand’

Di dîroka 16’ê mijdara sala 2016’an de me wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rêveberiya ewlekarî û leşkerî ya Minbicê wergirt. YPG’ê wê demê bi daxuyaniyeke fermî vekişîna xwe ya ji bajar ragîhand. Ev yek jî bi merasîma leşkerî pêk hat.

Me wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xebatên xwe yên avakirina saziyên rêxistinî ji bo parstina bajar dewam kir. Li ser vê yekê û li ser daxwaza me komek YPG’ê ji bo xebatên perwedeyê li Minbicê man. Ew bi sîfeta şêwirmend da ku alîkariya leşkerî di warê perwedeyê de bidin Meclîsa Leşkerî man.  Ev bi awayekî kordînekirî û bi erêkirina Koalîsyona Navdewletî pêk hat. Îro û piştî 2 salan me dît ku Melcîsa me êdî dikare di aliyê perwede û parastinê de erka xwe pêk bîne. Hêz û tecurbeyya me di hemû aliyên perwerdeyê û şer de pêk bîn e, lewama itîfaqa bi YPG’ê re hate kirin ku koma wan a şêwirî ji Minbicê vekşe. Xebatên vekişînê dê di nava rojên pêş de pêk were.

‘Em spasiya YPG’ê dikin’

Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê careke din spasiya YPG’ê û koma şêwirmendiya leşkerî ku alîkariya Meclîsa me kirin, dikin. Her wiha em spasiya Hêzên Koalîsyona Navdewletî dikin, em berxwedana aliyan a ji bo rizgarkirina bajarê me ji DAIŞ’ê pêk anîne, beriz dinirxîn in.

‘Em dikarin ewlekariya Minbicê biparêz in’

Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tekez dikin ku em dikarin parastina ewlekariya Minbic û sînorê wê ji gef û xeteriyên derve pêk bîn in. Em tînin bîra Tirkiyaya ku hewl dide siyasetên xwe li ser herêmê feriz bike û ewlekarî û aramiya Minbicê ji nedîtî ve hesab dike, ku li aliyê din ê Bakurê Sûriyê tevlîhevî tê jiyankirin. Li Cerblus, Bab, Ezaz û Efrîn şer, revandin, girtin û tevlhevî tê jiyankirin. Ji Tirkiyê re baştire ku hewl bide aramiyê ji hezaran koçberên ji herêmên wan koçber dibin re peyda bikin  û derfet ji wan koçberan re were vekirin ku vegerin gundên xwe, li şûna ku ber bi Minbicê ve koçber bibin.

‘Tirkiyê aramiya herêmê binpê dike’

Hejmara koçberan barekî giran li ser me jî çêkiriye, hejmare wan ji ber şerê li Cerblus û Babê ku di navbera çekdarên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin pêk hatiye. Di heman demê de guhertina demografî ku li Efrîn û Babê pêk tê didome û NY jî ev yek belge kir. Ev nîşana herî ber bi çav a têkçûna rêveberiya sivîl a Tirkiya ku dixwaze aramiya herêmê binpê bike û demografiya herêmê bide guhertin, bi vê yekê jî armanca xwe ji dagirkirina bajarê Sûriyê nîşan dide. Lewma bi dehan komên çete yên girdayî dewleta Tirk riyan qut dikin û bace li ser welatiyan feriz dikin, her wiha ciwan, jin û zarokan  direvîn in û wêraniyê ji herêmê pêk tîn in.  Rê nadin ku sivîl vegerin gund û bajarên xwe, Tirkiyê ji herêmê re ji bilî wêranî û ruxandinê ne aniye, ev di dîmenên ku rojane ji bajarên Cerablus, Bab, Efrîn û Ezazê ji me re diyar e. Ew tevlihevî û bê aramiya li herêmê nîşan didin.

‘Li Minbicê aramî heye’

Li aliyê din bajarê Minbicê ji dema hatiye rizgarkirin û heta niha û tevî hemû gefan têne kirin jî bi aramî û ewlekariyê jiyan dike.”