حركة المجتمع الديمقراطي

′Pirojeya me çareseriya aloziya Sûriyê ye′

667

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen got ku pirojeya wan a demokrtîk çareseriya aloziya Sûriyê ye û destnîşan kir ku ji ber vê Tirkiyê hewil dide ku vê pirojeyê di riya êrîşên li ser herêmê têk bibe.

Hevserokê PYD`ê  Şahoz Hesen di civîneke ku ji endamên PYD`ê re li kantona Kobanê hate lidarxistin axivî. Di civînê de dosiyayên siyasî û rêxistinî hatin nîqaş kirin.

Civîn li salona Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin.

Di civînê de Hesen rewşa Sûriyê, Rojava û tevlîheviyên herêmî û navnetewî ku li Sûriyê bi giştî û Rojava bi taybet nirxand.

Hesen di axaftina xwe de got ku dewelta Tirk a dagirker bi hevkariya Rûsiya û di nava bêdengiya navdewelît de herêmê Efrînê dagir kirin û ev tişt anî ziman,”Armanca wan ku pirojeya Federaliya Demokrtîk a Bakurê Sûriyê û belavbûna fikrên wê têk bibe. Pirojeya me çareseriya aloziya Sûriyê ye. Êrîşên li ser Serê Kaniyê, Kobanê û Şengal ev hemû bi armanca têkbirina pirojyên me yên demokrtîk in.”

Hesen di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku heger doza Kurdên Rojhilata Navîn çaresr nebe wê şerekî navdewletî çêbibe û wiha pêde çû,”Dewleta Tirk a dagire bi hevkariya Rûsiyayê van siyasetên qirêj pêk tîne da ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn qir bike û pirojeya demokratîk li Rojava bi serkêşiya PYD`ê têk bibe.”

Hesen tekez kir ku bandoriyeke xut a wan li herêmê heye û pirojeya wan pêk  tê û got ku ewê bandoriya Tirkiyê li ser opozisiyonê Sûriyê û Tirkiyê kêm bikin ji ber ku Tirkiyê pirojeya wan xeterî li ser dewleta xwe dibîne.

Şahoz Hesen di berdewama afaxtina xwe de ev tişt anî ziman: “Imkana şerê leşkerî li Sûriyê ji ihtîmala pêşketina çareseriya siyasî ji aloziyê re zêdetire. Hêzên herêmî hene li ser vê xaknîgariyê şer dikin. Di serî de dewleta Tirk a dixwaze xaka Sûriyê dagir bike. Lê ji ber hina hêzên Sûriyê ji hevkarên wan Ixwan El-Muslimîn re teslîm nebûn, her wiha derketina ezmûna demokratîk pîlanên Erdogan ûsiyasetên wî têk birin.”

Di dawiyê de Hesen tekez kir ku ewê tekoşîn û berxwedana xwe heta rizgarkirina bajêr Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bidomînin. Her wiha Hesen destnîşan kir ku heta niha berxwedanî li hember dagierkan berdewame.