حركة المجتمع الديمقراطي

Welatiyên Minbicê: Tirkiyê dixwaze fitneyê derxîne

666

Hejmarek welatiyên bajarê Minbicê diyar kirin ku dewleta Tirk bi gefxwarinên xwe hewl dide tevliheviyên di navbera gelê herêmê de derxîne.

Welatiyên bajarê Minbicê gefxwarinên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Minbicê û gelê wê şermezar kirin.

Husam Reşîd diyar kir ku armanca gefxwarinên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî gelê Minbicê derxistina nakokiyan di navbera gelê herêmê, nemaze piştî ku herêmê ji aliyê Hêzên Melcîsa Leşkerî ya Minbicê ve tê parastin.

Husam Reşîd, îdîayên dewleta Tirk ku dibêje YPG‘ê li Minbicê hene derewand û ev tişt anî ziman, “Hêzên ku Minbic ji çeteyan rizgar kirin, ji Minbicê bi xwe ne. Minbic ji aliyê gelê xwe ve tê birêveberin. Saziyên Meclîsa Minbicê di her aliyan de kêmaniyê nake û pêwîstiyên gel bi cih tîne. Piştî Minbic ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin, merheleyek nû ya avakirinê destpê kir. Tirkiyê bi bihaniyên ne di cih de, xwe hewl dide êrîşên xwe yên li ser bajarê me rawa bike.”

Welatiyê bi navê Ebid Semo El-Mihemed jî ji aliyê xwe de got, “Piştî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin, gel vegriya warê xwe yê azad. Bi saya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê pêşketinên ber bi çav roj bi roj rû dide. ”

El-Mihemed, gefên dewleta Tirk ên li ser Minbicê şermezar kir û wiha domand, “Armancên Tirkiyê ne parastina Minbicê ye wekî ku îdîa dike, lê armanca wê dagirkirina bajarê û zindîkirina terorê li herêmê ye, li aliyekî din jî dixwaze heyfa xwe ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku derbeyên giran ji wan da, rake.”

Ebdo Semo El-Mihemed, bang li komên ku li gel Tirkiyê dixebitin kir ku xwe radestî QSD‘ê bikin û şerê dagirkeran bikin.

Welatiyên bi navê Ebdulletîf Mensûr tekez kir ku Tirkiyê destekê dide terorê, bi riya komên terorîst hemû pêkhatiyên herêmê hedef digire da ku îradeya wan têk bibe. Mensûr got, “Bi taybet gelê Mibicê, bi sedan şehîdan dan da ku ji çeteyan xelas bibin. bi xwîna van şehîdan niha em bi aramî jiyan dikin.”

Ebdulltetîf Mensûr, bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku li derdora QSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kom bibin û li hemberî progeya Osmanî ya dagirkirina xaka Sûriyê bisekinin.