Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihandin ku civîn li avahiya Fermandairya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêk hat. Şande ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Mustefa (Ebû Adil), Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, Cîgirê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Benawî û endamên meclîsê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya Koalîsyonê ji Sefîrê Karê Derve yê Amerîka Willam Robik, Berpirsê Hêzên Taybet ê Koalîsyona Navdewletî Erik û Jeneral Jemi Jerard pêk dihat.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku herdu aliyan mekanîzmeya xebatên hevbeş, xurkirina hevakariyê ji bo parastina ewlekariya herêmê nîqaş kirin. Jeneral Jerard tekezî li ser berdewamkirina kar û xebatê bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û mayîna Hêzên Koalîsyonê li herêmên ji DAIŞ hatine rizgarkirin, kir.

Jeneral Jemi jî rewşa herêma Minbicê ji aliyê leşkerî û ewlekarî şîrove kirin û parastina aştiya navxweyî û herêmê ji êrîşên muhtemel kir.