حركة المجتمع الديمقراطي

Sîmon Polî: Suryanî wê dengê xwe bidin HDP’ê

648

Sîmon Polî yê 72 salî ku demeke dirêj beriya niha ji neçarî koçî Ewropayê kir got, di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de Suryanî wê dengê xwe bidin HDP’ê.

Sîmon Polî yê 72 salî yek ji Suryaniyan e ku sala 1971’ê neçar ma cih û warê xwe biterikîne û li Ewropayê bibe penaber. Polî ku beşeke mezin a jiyana xwe li Swêdê derbas kir, tevkariyê li rêxistinbûna Asûrî-Suryaniyan kir. Cihê xwe di nava têkoşîna naskirina Seyfo de girt.

SURYANÎ XWE EWLE NABÎNIN

Polî diyar kir ku ew timî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ziyaret dike û destnîşan kir ku  Suryanî xwe ewle nabîne. Polî got, “Polîtîkaya nîjadperestî û şoven a AKP’ê gelê me dixe nava tirs û fikaran. Polîtîkaya ku AKP-MHP piştî hilbijartinê bimeşîne, fikarên gelê me zêdetir dikin.”

GELÊ ME WÊ DENGÊ XWE BIDE HDP’Ê

Ji bo pirsa “Asûrî-Suryanî wê di hilbijartinê de dengê xwe bide kê?” Polî ev bersiv da: “Li welêt kêm Asûrî mane. Piraniya gelê me li Ewropayê dijî. Piraniya gelê me di hilbijartina beriya niha de dengê xwe da HDP’ê. Li gorî çavdêriyên min, di vê hilbijartinê de jî wê bi heman rengî tevbigere. Cihê Suryaniyan nava HDP’ê ye. HDP partiya hindekahiyan e. HDP ji bo hemû mirovên li Tirkiyeyê dijîn daxwaza demokrasiyê dike. Ji ber vê yekê gelê me dengê xwe dide HDP’ê.”

DIVÊ PLATFORMEKE DEMOKRATÎK BÊ AVAKIRIN

Polî destnîşan kir ku CHP nikare ji bo Suryanî û kedkaran bibe alternatîf û wiha dewam kir: “Bi dîtina min CHP ji AKP’ê jî xerabtir e. Li Tirkiyeyê pêwîstî bi guhertineke radîkal heye. Ji bo vê jî divê têokşîneke mezin bê dayin. Divê çep a Tirkiyeyê û Kurd xwe bikin yek. Pêwîstî bi avakirina platformeke demokratîk heye. Ya rast, HDP’ê ev platform afirand. Lê hê jî hin partî û komên şoreşger hene ku li derve mane. Divê platformeke ku van jî di nava xwe de vehewîne bê avakirin.”